Rapora tebaxê ya DFG’ê: 59 rojnameger girtî ne
- rojane
- 15:54 03/9/2023
DFG’ê Rapora Binpêkirinên Mafên Rojnamegeran a Meha Tebaxê parve kir û da zanîn ku bi girtina 3 rojnameger-nivîskaran re hejmara rojnamegerên girtî bû 59.
DFG’ê Rapora Binpêkirinên Mafên Rojnamegeran a Meha Tebaxê parve kir û da zanîn ku bi girtina 3 rojnameger-nivîskaran re hejmara rojnamegerên girtî bû 59.
Ji mexdûrên erdhejê yên Dîlokê Elîf Rûşen ku piştî erdhejê nekarî biçe kemoterapiyê û bi derfetên xwe bi kîlometreyan diçû xwe digihand nexweşxaneya Dîlokê, jiyana xwe ji dest da.
Rojnameger Nazîla Maroofîan ku ji ber hevpeyvîna bi bavê Jîna Emînî re kiriye heta niha 4 caran hatiye girtin, di 1’ê îlonê de dest bi greva birçîbûnê kir.
Girtiyê bi navê Abdulmenaf Osman ê ji Hesekê 30 sal û 6 meh piştre hate berdan. Li gel ku malbata Osman li Tirkiyeyê dijî jî dewleta tirk ji bo dersînorkirinê bir Qereqola Cendirmeyan a Akhîsarê.
Tehliyeya Zeytîn Satici 6 mehan hatibû taloqkirin û piştî 7 salan hate berdan. Satici, diyar kir hevalên wê ji girtîgehê ew bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” oxir kirine û wiha got: “Azadî, tiştekî tenê fîzîkî nîne.”
Rejîma Îranê salek û 3 meh cezayê hefsê li aktîvîsta jin a girtî Sepîdeh Qalîan birî.
Yek ji rûspiyên eşîra El Elî ya Reqayê Remedan El Rehal diyar kir ku ew piştgiriyê didin “Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê” ya HSD’ê û ev tişt anî ziman: “Ji bo paqijkirina hucreyên DAIŞ’ê û tiryakfiroşan li herêmê, pêdivî bi vê operasyonê hebû.”
Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li dijî gundên Eyn Îsayê hatin têkbirin. Di pevçûnan de endamê komeke paramîlîter hate kuştin û yek jî birîndar bû.
Parlamentera YNK’ê Dîlan Xefûr da zanîn ku dê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Liya Sûdanî têkildarî aloziya li Kerkûkê bi nûnerên bajar re hevdîtinê bike.
Duh ji êvarê heta niha li Herêma Behra Reş baraneke zêde dibare. Ji ber barana zêde, li Gîresûn û Samsûnê lehî rabûn, rê xera bûn û gelek mal di bin avê de man.
Encûmena Tevgera Azadî ya Herêma Kerkûkê bi daxuyaniyekê diyar kir ku heke pêşî li ber bûyerên li Kerkûkê neyê girtin û bi rêyên aştiyane neyê çareserkirin, dê bibe sedema fitne û şerê mezhebî û neteweyî.
Artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê êrişî gundên Til Temirê dikin. Li herêmê pevçûnên dijwar hene.
Girtiyê nexweş Hulkî Guneş ku 32 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Şakranê de ye, çendî ji ber cezayên berê beraet kiriye jî nayê berdan.
Xetereya li ser jiyana Tajdîn Adal ê 11 salî ku wesayîta zirxî lê dabû didome. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Omer Faruk Gergerlîoglû çû serdana Adal û wiha got: “Xwîna diçe ser mejiyê wî zêde dibe. Çima ev bûyerên wesayîtên zirxî tenê li bajarên kurdan çêdibin? Ev bûyer, bûyerên siyasî ne.”
STENBOL - Rojnameger Cahît Mervan diyar kir ku Tirkiye li Garê sendromê dijî û wiha got: “Tirkiye hewl dide hemû derfetên xwe bi kar bîne û li dijî Garê dîsa dest bi êrişa dagirkeriyê bike.”