Li Îranê cezayê hefsê li aktîvîsta jin hate birîn

img
 
WAN - Rejîma Îranê salek û 3 meh cezayê hefsê li aktîvîsta jin a girtî Sepîdeh Qalîan birî. 
 
Aktîvîsta jin Sepîdeh Qalîan li Îranê hatibû girtin û salek û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Qalîan birin Girtîgeha Evînê. Ji ber ku di danişîna 19’ê tîrmehê de dersok nekiribû serê xwe û neanîbûn danişînê. Di danişîna 31’ê tebaxê de jî bi îdiayên “Girêdana dersokê qebûl nekir û ji bo fihûşê alîkarî kiriye” û “Di danişînan de di sûcê kiriye de israr kir” salek û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn. 
 
Di danişîna biryarê de jî Qalîan neanîn dadgehê. 
 
Par di meha gulanê de jî bi îdiaya “Li ser medyaya dijîtal agahiyên derew parve dike û li dijî Komara Îslamî ya Îranê propagandayê dike” 2 sal cezayê hefsê li Qalîan hatibû birîn.