Komeleya Wêjekarên Kurd: Divê Menaf Osman demildest bê berdan
- rojane
- 15:53 05/9/2023
Nivîskar Abdulmenaf Osman ku piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan, ji bo li Sûriyeyê were vegerandin birin GGM’a Edîrneyê. Komeleya Wêjekarên Kurd bi daxuyaniyekê xwest ku Osman demildest bê berdan û bang li raya giştî, PENa Navneteweyî, sazî û rêxistinên hiqûqî û sivîl kir ku di vî warî de hesas bin.