Li dijî baregeha DYA’yê êriş hate kirin
- rojane
- 11:17 22/10/2023
Li dijî baregeha leşkerî ya hêzên DYA’yê ya Eyn Esadê ya li Enbarê bi 3 moşekan êriş hate kirin.
Li dijî baregeha leşkerî ya hêzên DYA’yê ya Eyn Esadê ya li Enbarê bi 3 moşekan êriş hate kirin.
Di encama êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de zêdetirî yek milyar dolar ziyan gihişt binesaziya herêmê.
Parêzerê rojnameger Hamdûllah Bayram, Resûl Temûr diyar kir ku miwekîlê wî ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatiye girtin û wiha got: "Girtina rojnamegeran a ji ber nûçeyên çêdikin, zexta sansûrê ya herî giran e."
Malbata Mehmet Selîm Ongûlû ku di 7'ê cotmehê de li girtîgehê jiyana xwe ji dest da û di rapora otopsiyê de sedema mirina wî wekî "krîza dil" hat nîşandan, xwestin bûyera mirinê ya "gumanbar" bê zelalkirin.
Fînce Akman, dayika Yakûp Akman ê ku ji ber şewata daristanê ya ku ragihandibû îtfaiyeyê hat girtin, anî ziman ku kurê wê ji ber kurdbûna xwe hatiye cezakirin û got: "Ger ji Behra Reş, Tokatê bûya dê bigota 'ji ber ku te telefon kir, spas.'"
Delîl Bozkûrt ê 21 salî ku nexweşîna pençeşêrê pê re heye û ji sedî 80 astengdar e, piştî Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ew hedef nîşan da hate girtin. Dayika wî diyar kir ku nexweşî li tevahiya laşê wî belav bûye û xwest kurê wê bê berdan.
Di çarçoveya kampanyaya "Tirkiye yek dil e" de ji bo mexdûrên erdhejê 115 milyar û 146 milyon û 528 hezar lîre alîkarî hatin berhevkirin. Mexdûrên erdhejê jî diyar kirin ku ji wan re tu alîkarî nehatiye kirin û anîn ziman ku haya wan ji pereyên ji bo wan hatine komkirin tune ye.
Rojnameger Aysel Avesta, diyar kir ku dewleta tirk ji bo pêkanîna planên xwe yên li ser Kurdistanê PDK'e xistiye xizmeta xwe û got: “Îro ti ferq û cudahiya AKP-MHP û PDK'ê tune ye. Destê PDK’ê heta qirikê ketiye xiyanetê, xilasiya wê nîne dawiya xwe aniye."
Di çalakiya vê hefteyê ya Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê de, 26 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin hatin berdan.
Pêkhateyên Şengalê jî bi daxuyaniyek hevpar ragihandin ku beşdarî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” dibin.
Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, vê hefteyê bal kişandin ser tenduristiya girtiyê nexweş Mehmet Salih Fîlîz û diyar kir ku Fîlîz ji mafê dermankirinê nikare sûdê bigire. Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê jî xwest înfaza Cemal Tahnan ê 70 salî bê rawestandin.
Malbatên Windakiriyan ên li Amed û Êlihê aqûbeta zarokên xwe pirsîn, diyar kirin ku dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernadin.
ÎHD’a Îzmîrê diyar kir ku Yilmaz Ozalp ê li girtîgehê ji ber krîza dil ku derbas kiribû jiyana xwe ji dest da di encama binpêkirinan de miriye.
ÎHD’ê di çalakiyên xwe yên piştevaniya bi Dayikên/Mirovên Şemiyê re aqûbeta Fehmî Tosûn ê di sala 1995’an di bin çavan de hate windakirin pirsî.