ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 22 Cotmeh 2023
  • |
img
* Rojnameger Aysel Avesta, diyar kir ku dewleta tirk ji bo pêkanîna planên xwe yên li ser Kurdistanê PDK'e xistiye xizmeta xwe û got: “Îro ti ferq û cudahiya AKP-MHP û PDK'ê tune ye. Destê PDK’ê heta qirikê ketiye xiyanetê, xilasiya wê nîne dawiya xwe aniye." 
 
* Di çarçoveya kampanyaya "Tirkiye yekdil e" de ji bo mexdûrên erdhejê 115 milyar û 146 milyon û 528 hezar lîre alîkarî hatin berhevkirin. Mexdûrên erdhejê jî diyar kirin ku ji wan re tu alîkarî nehatiye kirin û anîn ziman ku haya wan ji pereyên ji bo wan hatine komkirin tune ye.
 
* Delîl Bozkûrt ê 21 salî ku nexweşîna pençeşêrê pê re heye û ji sedî 80 astengdar e, piştî Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ew hedef nîşan da hat girtin. Dêya wî diyar kir ku nexweşîn li tevahiya laşê wî belav bûye û xwest kurê wê bê berdan. 
 
* Fînce Akman, dêya Yakûp Akmanê ku ji ber şewta daristanê ya ku ragihandibû îtfaiyeyê hat girtin, anî ziman ku kurê wê ji be rkurdbûna xwe hatiye cezakirin û got: "Ger ji Behra Reş, Tokatê bûya dê bigota 'ji ber ku te telefon kir, spas.'" 
 
* Malbata Mehmet Selîm Ongûlû ku di 7'ê cotmehê de li girtîgehê jiyana xwe ji dest da û di rapora otopsiyê de sedema mirina wî wekî "krîza dil" hat nîşandan, xwestin bûyera mirinê ya "gumanbar" bê zelalkirin. 
 
* Aktivîsta mafên jinan Sevîm Çîçek diyar kir ku leşker û polîs bi bikaranîna unîformayên xwe li erdnîgariya Kurdistanê bûne aktorê polîtîkayên şerê taybet û bal kişand ser têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan a li dijî van polîtîkayan.
 
*  Hunermendê raprê Şerîf Omerî diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê berpirsyartiyên mezin dikevin ser milê her kesî û wiha got: "Divê em bi hunera xwe hemû cîhanê ji vê tecrîdê haydar bikin."  
 
* Parêzerê rojnameger Hamdûllah Bayram, Resûl Temûr diyar kir ku miwekîlê wî ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatiye girtin û wiha got: "Girtina rojnamegeran a ji ber nûçeyên çêdikin, zexta sansûrê ya herî giran e."  
 
* Rêxistina DBP'ê ya Amedê dê bi tevlibûna Hevseroka Giştî Saliha Aydenîz li Eywana Dawetan a Geterlerê 7'emîn Kongreya Asayî li dar bixe. (10.00) ZINDΠ
 
* Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan a li Êlihê tê lidarxistin dê di roja duyemîn de bidome. (10.00-17.00)
 
* Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Stenbolê dê bi daxwaza “Bila hemû têkiliyên bi Îsraîlê re bên qutkirin” li pêşiya AVM’a Cevahîrê daxuyaniyê bidin. (15.00)
 
* Amedspor dê di hefteya 10’emîn a lîgê de li sehaya xwe bi Isparta 32 Sporê re bilîze. (19.00)
 
* Lîstika şanoyê ya “Reqisa Dramayê ya Bisih” ku ji hêla Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ve hatiye amadekirin dê li bajarokê Gundikêmelê ya Şirnexê bê lîstin. (19.00-21.00)