Dayikên Aştiyê ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê bang kirin
- rojane
- 09:26 25/10/2023
Dayikên Aştiyê diyar kirin ku bi tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re şer bêhtir kûr dibe û wiha gotin: “Heke tecrîd rabe dê aştî bê Rojhilata Navîn.”
Dayikên Aştiyê diyar kirin ku bi tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re şer bêhtir kûr dibe û wiha gotin: “Heke tecrîd rabe dê aştî bê Rojhilata Navîn.”
Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can ê girtî, anî ziman ku li girtîgehê pergala tecrîdê tê sepandin û got ku bi taybetî jiyana girtiyên nexweş di xetereyê de ye.
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku mal û milkên şaredariyê parsêl parsêl difiroşe, bi krediyan herî kêm 3 milyar deyn xistiye stuyê şaredariyê.
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê tu xeber nayê girtin. Bêdengiya saziyên navneteweyî ya li hemberî vê bêhiqûqîtiyê jî didome. Her wiha li gel vê, li zêdetirî 100 welatan jî bi dirûşmeya "Azadî ji bo Ocalan, çareserî ji bo pirsgirêka kurd" çalakî tên lidarxistin.
Waliyê Şirnexê bi parlamenter, qeyûm û rêveberên AKP’ê re gund bi gund digere û xebatên hilbijartinê dimeşîne. Parlamentera HEDEP’ê Newroz Uysal bertek nîşan da û got: “Walî, weke rêveberê AKP’ê tevdigere. Em vê qebûl nakin û qanûn jî rê nadin vê.”
Li Semsûrê ji ber ku çêkirina xaniyan hê neqediyaye mexdûrên erdhejê wê vê zivistanê jî bê cih û war bimînin û derbas bikin. Mexdûrên erdhejê ku di konteyneran de dimînin xwestin ku pêdiviya wan a xaniyan demildest bê çareserkirin.
Cenazeyê Kasim Kaya yê HPG'î yê di 21'ê Tîrmeha 2021'ê de li navçeya Panos a Agiriyê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 2 salan ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û definkirin.
Rewşenbîr û nivîskaran li dijî gotinên ku di çapemeniyê de li dijî kurdan û daxwazên wan hatin bikaranînn gotin, "Weke her gel û miletekî li rûzemînê, heq û mafê Kurdan jî heye ku rojgara (qeder) xwe dîyar bike" û xwestin ku Levent Gultekîn û kesên wekî wî axivîne lêborînê bixwazin.
Derket holê ku Miftiya Kaniya Xezalan Halîl Bîrlîk ku tacîza zayendî li zarokeke 12 salî kiribû, di çarçoveya ÇEDES’ê de hatiye peywirdarkirin. Vegotinên zarokê derxist holê ku tacîz bi awayekî sîstematîk hatiye kirin.
Rojnameger Selahattîn Kaygusuz ku 4 rojan di bin çavan de bû, bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hate girtin.
HEDEP’ê ji bo bêusûliyên beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî li bajarên cuda tên kirin bên eşkerekirin xwest ku Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê were avakirin.
Siyasetmedar Aynûr Aşan diyar kir ku xwestina azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ne sûc e û got: “Desthilatdariya AKP’ê dixwaze bi Doza Kobanê rikberê xwe yê siyasî ji holê rake.”
Li Rihayê 10 roj in agahî ji Îsam Haciramadan ê ku polîsan gotibû, “me wî şandiye Navenda Paşveşandinê” nayê girtin.
Hevseroka HDP’a Mûşê Bermal Nergîz ku hatibû binçavkirin hate berdan.