Çalakiya greva birçîbûnê di roja 22’yan de didome
- rojane
- 09:16 18/12/2023
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin di roja 22’yan de didome.
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin di roja 22’yan de didome.
Bi ser serdegirtinên di bin navê “Operasyona Vegera li Jiyanê” hatin kirin de ku 30 girtî hatin qetilkirin 23 sal derbas bûn. Berpirsyarek jî nehate cezakirin. Parêzer dixwazin ku rayedarên hikumetê yên wê demê bên darizandin.
Xwişka girtiyê nexweş Siddik Kivanç, Sûltan Azboy destnîşan kir ku zilma tê kirin dê bi xwedîderketina greva birçîbûnê bi dawî bibe û got: “Ev gel rewşa birêz Ocalan mereq dike. Çend caran erdhej çêbû. Li wir çi qewimî, gel dixwaze hîn bibe.”
Serokê Komeleya Piştevanî û Çandê ya Erenlerê Muslum Îbîlî ku yek ji şahidên Komkujiya Mereşê ye, diyar kir ku komkujî ji hêla dewleta kûr ve ve hate amadekirin û wiha got: “Bi ser komkujiyê re 45 sal derbas bûne lê hêj jî gel bi tirsê dijî. Civaka Elewî hat qetilkirin. Êşa me, hêj mîna roja ewil e.”
Di operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê de gelek xebatkarên şaredariyê hatin binçavkirin.
Hejmara 209’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Cîhan Ocalan dixwîne” derket.
Li navçeya Çinarcik a Yalovayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû.
Ciwanên Welatparêz wêneyên pêşengên kurdan ku Sakîne Cansiz û Mazlûm Dogan di nav de bi Keleha Wanê ve daliqandin.
Abdurrahîm Gun ku di êrişa cerdevanan de bavê wî Ahmet Gun jiyana xwe ji dest da û ew bi xwe birîndar bû û li nexweşxaneyê tê dermankirin, ji lingê xwe yê çepê ku gule lê ket cara duyemîn emeliyat bû.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya li Kocaeliyê axivî, destnîşan kir ku partiya wan hêj partiya girîng e û wiha got: “Em ê stratejiya Lihevkirina Bajêr bi awayekî herî xurt li Tirkiyeyê jî bi cih bînin.”
Endamên Ciwanên Xwendekarên Welatparêz jî tev li Nobetên Edaletê yên li Wan, Amed, Edene, Mêrsîn û Stenbolê didomin bûn û piştgirî dan.
ÎHD û TÎHV ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, di roja dawî ya Hefteya Mafên Mirovan de li Stenbolê “Nobeta Mafên Mirovan” li dar xistin.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bertek nîşanî hedefgirtina Şêx Seîd da û wiha got: “Em bang li her kesî dikin ku hedê xwe bizanin û rêzê ji bo hesasiyên dîrokî yên gel bigirin.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku divê statûya gelê kurd bê naskirin. Bakirhan, têkildarî hilbijartinên rêveberên herêmî jî wiha got: “Deriyê me ji bo derdorên civakî yên li gel nêrîna azadîxwaziya jinê, yên hawirdorê ji rantê re venakin û ji mafên mirovan ên gerdûnî bibawer re vekirî ye.”