Yek ji cerdevanên ku Ahmet Gun qetilkiribû hate girtin
- rojane
- 11:24 20/12/2023
Enver Babat ê yek ji cerdevanên ku rêveberê DEM Partiyê Ahmet Gun qetil kiribû, hat girtin.
Enver Babat ê yek ji cerdevanên ku rêveberê DEM Partiyê Ahmet Gun qetil kiribû, hat girtin.
Berdana girtiyê nexweşê giran Îsmaîl Hakki Tûrsûn ê 31 sal in di girtîgehê de tê ragirtin bi îdiaya “ne di rewşeke baş de ye” cara 3’yemîn hate taloqkirin.
Derket holê ku di Plansaziya Îmarê ya bi îmzeya qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Alî Îhsan Sû de nelirêtî heye. Di plansaziya 21’ê mijdarê de hatibû ragihandin de du rêyên ku qadên avahî û bazirganiyê ji hev cuda dikin hebûn lê qeyûm bi awayeke veşarî ev plansaziye guherand û ji bo ku rant jê were xwarin amade kir.
NAVENDA NÛÇEYAN - YSK'ê ji bo hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê, saetên bikaranîna dengan ên 32 bajaran weke 07.00-16.00 guherand.
Ji rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatiye binçavkirin, 57 roj in tu agahî nayên girtin.
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin di roja 24’an de didome.
Li malbatên HPG'yiyan û Mûrat Kaya yên di sala 2019'an de li gundê Mûşîyan ê navçeya Dutaxê di operasyonekê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi hinceta "Zerar dane mal û milkên cemaweriyê û personelan" cezayê pereyî li wan hatibû birîn. Ji ber vê malbat ketin ber îcrayê.
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê kongreya xwe di 24'ê kanûnê de li dar bixe. Endamên Meclisa Ciwanên a DEM Partiyê diyar kirin ku ji bo azadiya gelê kurd rêxistinbûn pêwîst e û hemû ciwan vexwendin kongreyê.
Li Pasûrê agir bi kursa Quranê ketibû û di şewatê de 6 zarok jiyana xwe ji dest dabûn û 6 jî jê birîndar bûbûn. Têkildarî bûyerê li Miftiyê Navçeyê Selahattîn Ozçelîk ceza hatibû birîn. Dadgehê sedema cezabirînê eşkere kir. Ozçelîk ji ber 11 sal û 8 meh cezayê lê hatibû birîn serî li îstinafê da.
Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê ku wê heta 24'ê Kanûnê li Amedê vekirî be, di 3 rojên destpêkê de 150 hezar kes beşdarî wê bûn. Di fûarê de ji bo pirtûkên kurdî eleqeyeke zêde heye.
Mehmet Mengucek, di dema Komkujiya Mereşê de ji bo pêşîlêgirtina komkujiya li taxa Namik Kemal tevli koma ku taxê diparast dibe û piştre jî ji aliyê lêşkerekî ve tê qetilkirin. Çendî 45 sal di ser bûyerê re derbas bûne jî, xwişka wî Gul Onatçayê bi lêv kir ku êşa wan wekî roja ewil e.
Li navçeya Altieylul a Balikesîrê, bi pileya 3.6 erdhejek çêbû.
DEM Partiyê bi daxuyaniyek nivîskî serkeftina YNK’ê ya di hilbijartinên Kerkûkê de pîroz kir û got: “Em hêvî dikin ku hilbijartinên Kerkûkê yên ku ji bo Rojhilata Navîn xwedî giringiyeke mezin in ji bo gelên herêmê demokrasî, edalet û azadiyê bînin.“
Li gorî encamên destpêkê yên Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê hejmara kursiyên Kurdan li Kerkûkê heft in.