ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2023'YAN
- rojane
- 09:00 21/12/2023
Hewldana Hunermendan ji bo Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yûsûf Tekîn ê di axaftina xwe ya Meclisê de terîqet parastin, ji peywirê were girtin, bang kirin.
Di doza darizandina rêveberên SES’ê de rêveber bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. Şandeya dadgehê biryar da ku şahid beriya ku rûyê bersûcan bibîne teşhîsê bike. Li dijî vê îtîraz hate kirin.
Dadgehê di doza hunermend Ferhat Tûnç jê tê darizandin de biryar da ku ji bo ketin û derketina welat a Tûnç were lêpirsîn ji miduriyeta polîsan re nivîs were şandin.
Gelek welatî çûn serdana çalakiyên Nobeta Edaletê yên bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re aştî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” a li 5 bajaran hatiye destpêkirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci ku şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, çû serdana çalakiya nobetê û got: “Kengî ku pirsgirêka kurd çareser bû, birêz Ocalan azad bû dê wê çaxê aştî û demokrasi ava bibe.” Çalakiyên Nobeta Edaletê ya bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re aştî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” îro jî berdewam kir.
Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên wê ji aliyê xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, di doza bi îdiaya “heqaret” li Yildiz kiriye dihate darizandin de cezayê pere lê hate birîn.
Koordînasyona Şopandina Girtîgehan a Mêrsînê bang li saziyên rayedar kir ku berî greva birçîbûnê bi mirinê encam bibin, bikeve nav liv û tevgerê.
Li Rihayê di serdegirtinên malan de Fethî û Zeynep Otunç ên xwişk û birayên hev in hatin binçavkirin.
Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê bang li rayedarên dewletê kirin ku têkildarî daxwazên aştiyane û hiqûqî yên girtiyên di greva birçîbûnê de berpirsyartiyên xwe bi cih bînin.
Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Bunyana Kayseriyê bi strana “Çavê Cûdî” piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” hatiye destpêkirin.
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Amedê ji bo piştevaniya bi Amedsporê re hatin gel hev û diyar kkirin ku tîm hêza xwe ji nasname û çanda xwe digire. Rêxistinan gotin ku dê her tim piştgiriyên bidin Amdedsporê û bang kirin ku qedexeya ji bo alîgiran a maçên deplasmanan bê rakirin.
Xizmên girtiyan ji bo balê bişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, kampanyaya şandina name û qartan a ji Îmraliyê re dan destpêkirin. Kampanya dê heta 30’ê kanûnê bidome.
Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê kesên di Komkujiya Mereşê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û wiha got: “Tirkiye bêyî ku hevrûbûna bi şerma xwe ya paşerojê re û komkujiyên li dijî elewî, kurdan û hemû kêmnetewên ku dewlemendiya vê axê ne hatine kirin dernexîne holê nikare demokratîk bibe.”
Rojnameger Mervan Ozdemîr ku hilbijartinên encmûnaniya parêzgehan dişopand têkildarî encama hilbijartina Kerkûkê wiha got: “Polîtîkaya AKP-MHP’ê li ser Eniya Tirkmen a li Kerkûkê dimeşand, îflas kir.”
Enver Babat ê yek ji cerdevanên ku rêveberê DEM Partiyê Ahmet Gun qetil kiribû, hat girtin.