Hevkariya bêdeng a CPT û Tirkiyeyê ya di mijara tecrîda li Îmraliyê de
- rojane
- 10:13 22/12/2023
Tekane saziya navneteweyî ya ku dikare biçe Îmraliyê CPT ye û bi hinceta ku Tirkiye destûrê nade, raporên xwe bi raya giştî re parve nake. Lê belê xwedî wî mafî ye ku dema welatek li pêşniyarên wê guhdarî neke derheqê wî welatî de daxuyaniyê bide. Tevî ku ji Abdullah Ocalan 33 meh in tu agahî nayên girtin jî CPT’yê tu daxuyanî nedan û hevkariyeke bêdeng bi Tirkiyeyê re dike.