‘Tekane rêya aştiyê, hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re ne’
- rojane
- 10:59 10/1/2024
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Wanê diyar kirin ku ji bo şer bi dawî bibe û aştî pêk bê, tekane rê hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ne.
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Wanê diyar kirin ku ji bo şer bi dawî bibe û aştî pêk bê, tekane rê hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ne.
Polîsan li Geverê bi ser mala malbata Kurt de girtin, gule li hewa reşandin û endamên malbatê derb kirin. Welatiyên rastî tundiyê hatin ji ber ku pirsa “destûra lêgerînê” kirin, bi kuştinê gef lê hate xwarin.
Ji rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatiye binçavkirin, 78 roj in tu agahî nayên girtin.
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin di roja 45’an de didome.
Rexnegirê Hunerê-Resam Feyyaz Yaman destnîşan kir ku divê meseleya kurd li ser zemîneke hevpar bê çareserkirin û got ku heya rewşenbîr û hunermend bi vê pirsgirêkê re hevrû nebin, dê nikaribin hebûna xwe bidomînin.
Sabîha Aslan, xwişka Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê 34 meh in xeber jê nayê girtin, diyar kir ku rûyê xizmên xwe ji bîr kirine û ji bo hestiyariyê bang kir.
Li navenda bajarê Şirnexê nêzî hezar û 500 mamoste bi pirsgirêka hewînê re rû bi rû ne. Li gel vê hê jî "Mala Mamosteyan" ku bi milyoan pere lê hat xerckirin û di hat plankirin dê di sala 2022'yan de temam bibe, bi hinceta "nebûna alavan" hê jî neketiye meriyetê.
Li Şirnex û navçeyên wê bi hezaran kesên ne ji bajêr wekî hilbijêr hatine qeydkirin. Hevserokên DEM PArtiyê yên navend û navçeyan bertek nîşanî vê yekê dan û gotin:" Hîle jî wê nikaribin AKP'ê rizgar bikin. Ev gel wê vîna xwe teslîmî wan neke."
Girtiyê siyasî Mehmet Kirik ku di Girtîgeha Tîpa S ya Ewlehiya Bilind a Antalyayê de tê ragirtin, bi rêya malbata xwe peyamek şand û got: “Heya serokê me azad nebe em dest ji vê greva birçîbûnê bernadin. Heke ew azad bibe em ê jî azad bibin, gelê me û gelê tirk jî dê azad bibe.”
Jinên kurd ên şoreşger ku hatin qetilkirin li Parîsê hatin bîrbîranîn. Di bîranînê de hat xwestin ku tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û PKK ji "lîsteya rêxistinên terorê" bê derxistin.
Di bîranîna ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemezê de ku li Parîsê hatin qetilkirin wiha hat gotin: “Qetlîamên siyasî yên li dijî tevgera azadiya kurd, cînayetên taybet in û çi bikin jî nikarin têkoşîna azadiya jinê paşve bixin.”
Hat diyarkirin ku li navçeya Hezro ya Amedê beriya hilbijartinên herêmî li 3 taxan hezar û 150 hilbijêrên xeyalî hatine qeydkirin. Rêxistina Navçeyê ya DEM Partiyê dê der barê nelirêtiyên hatine kirin de îtîraz bike.
Çalakgerên li gelek navendan Nobeta Edaletê domandin, anîn ziman ku daxwaza wan êdî ne hevdîtineke bi temamî azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.
Di aktîvîteyên bîranînê yên ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên beriya 11 salan li Parîsê hatin qetilkirin hatin kirin de peyama “Têkoşîna heqîqetê dê bidome” hate dayîn.