DAD’ê piştgirî da deklarasyona ‘Em ji Aştiyê re bibin deng’
- rojane
- 13:43 12/1/2024
Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk ji bo deklarasyona “Em ji aştiyê re bibin deng” daxuyaniya piştgiriyê da û ji bo aştiyê çerax pêxist.
Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk ji bo deklarasyona “Em ji aştiyê re bibin deng” daxuyaniya piştgiriyê da û ji bo aştiyê çerax pêxist.
8 kesên li navçeya Bismilê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Li Sêrtê Şaxa Miduriyeta Polîsan a Tîmên Taybet a Sêrtê jî di nav de li 4 navnîşanan 6 hezar û 643 hilbijêr hatin qeydkirin.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan da zanîn ku di 13-14’ê çileyê de li 90 herêmên hilbijartinê dê sindoq bên danîn û nêzî 100 hezar delege dê deng bikarbînin. Dogan 7 bajarên Tirkiyeyê ku dê namzetan lê nîşan bidin jî aşker kirin.
Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ji bo hevdîtina li Girava Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Li Girtîgeha Jinan a Şakranê piştî greva birçîbûnê zext zêde bûn. Hat zanîn ku serdegirtinên qawîşan zêde bûn û tiştên şexsî yên girtiyan jî tên desteserkirin.
Girtiyê nexweş Mehmet Çoban li ser îfadeyên şahidekê ku digot di bin îşkenceyê de îfade daye hate girtin û cezayê muebbeta giran lê hate birîn. Li gel ku hukmê derheqê wî de teqez nebûye jî Çoban di hucreya yekkesî de tê ragirtin.
Li 8 navçeyên Rihayê 18 hezar û 865 hilbijêrên xeyalî hatin tespîtkirin. Li Xelfetiyê ku di hilbijartinên giştî yên 14'ê Gulanê de 26 hezar û 768 hilbijêrê wê hebûn, di 5 mehan de hejmara hilbijêran 4 hezar û 239 kes zêde bûye. Li ser 50 navnîşanan 1479 hilbijêr hatin tespîtkirin.
Girtî di girtîgehan de û dayikên wan jî li derve ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyan li dar dixin. Dayikan di çalakiyê de gotin: "Heke tecrîd rabe wê pirsgirêk bi dawî bibin. Em azadiyê dixwazin."
Ji rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatiye revandin, 80 roj in tu agahî nayên girtin.
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin di roja 47’an de didome.
Taner Ergun ê di Girtîgeha Tîpa L a Rîzeyê de, ragihand ku hemû girtiyên nexweş bi şewbê ketine û got ku rêveberiya girtîgehê derman nedane girtiyên ku nehatine muayenekirin.
Eylem Aykaçê anî ziman ku bavê wê Mehtî Aykaç ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Panosê tê ragirtin nayê dermankirin û got ku bavê wê yê ku rojê 5 wextan nimêj dike ji bo destnimêjê avê ji kantînê dikire.
Hat îdîakirin ku li bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê li hin cerdevanan gef hatiye xwarin û wiha hatiye gotin: "Ger Dem Partî bi ser bikeve em ê çekên we ji we bistînin."
Li Herêma Federe ya Kurdistanê kuştin û tundiya li dijî jinan roj bi roj zêde dibe. Ji RJAK'ê Evîn Gulîzarê da zanîn ku piraniya kujerên jinan endamên partiya desthilatdar a siyasî ne û got: "Endamtiya van kujeran a di partiyeke deshilatdarê de dibe sedem ku kujer neyên cezakirin. Nahêlin ku daraz û dadgeh xweser tevbigerin. Ji ber wê jî hikûmet hejmara rast a jinên qetilkirî vedişêre."