DÊRSIM - Cîgira Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Narîn Gezgorê bang li jinên li Tirkiye û Kurdistanê kir ku beşdarî meşa ku ji hêla TJA ve dê ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê lidarxistin bibin û daxwaza xwe ya ji bo jiyaneke azad û hevpar nû bikin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) ragihand ku ew ê di 1'ê Cotmehê de bi dirûşmeya "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" ji Amedê heta Enqereyê meşekê li dar bixin. Meşa ku dê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin, dê di 7'ê Cotmehê de li Enqereyê bi dawî bibe. Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Narîn Gezgorê bang li her kesî kir ku beşdarî meşê bibin û got ku ew ê banga xwe li Enqereyê bi dengekî bilind dubare bikin.
Narîn Gezgorê diyar kir ku Abdullah Ocalan di pozîsyoneke wiha de ye ku dikare înîsiyatîfê bigire, bang bike û berpirsiyariya çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka kurd bigire ser xwe û got: "Bi banga xwe ya 27'ê Sibatê re, wî di rastiyê de perspektîfek pêşkêş kir û înîsiyatîf girt da ku jiyaneke hevpar ji bo hemû neteweyan û hemû gelan li dijî tarîtiya ku hêzên hegemonîk dixwazin gelên Rojhilata Navînê û Tirkiyeyê bikişînin nav wê, bihone."
Narîn Gezgorê anî ziman ku wekî tevgera jinên kurd ew kirdeyeke vê pêvajoyê ne. Narîn Gezgorê destnîşan kir ku ji bo pêvajo bimeşe divê şert û mercên xebatê yên sermuzakerevan û muxatabê pêvajoyê Abdullah Ocalan baş bin û got: "Em dizanin ku ev jî bi azadiya birêz Ocalan pêkan e. Ji ber vê em jin ku pêşengiya vê pêvajoyê dikin, em ê ji 1'ê Îlonê heta 7'ê Îlonê bi daxwaza azadiya birêz Ocalan meşekê li dar bixin."
BANGAWAZÎ
Narîn Gezgorê destnîşan kir ku Abdullah Ocalan pir li ser biratiya tirk û kurdan disekine û got: "Amed, dilê Kurdistanê ye. Lewma em ê ji Amedê ber bi Enqereyê ve biçin. Ji bo desthilata siyasî û meclisê berpirsiyariyê hilgire em ê ber bi Enqereyê ve bimeşin. Em ê vê banga xwe û daxwaza xwe li Enqereyê bi dengekî bilind bînin ziman."
Narîn Gezgorê da zanîn ku ew ê meşê piştî rawestgehên Amed, Riha, Dîlok, Edene û Mêrsînê li Enqereyê bi dawî bikin û bang li jinên li Tirkiye û Kurdistanê kir ku beşdarî meşa ku ji hêla TJA ve dê ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê lidarxistin bibin û daxwaza xwe ya ji bo jiyaneke azad û hevpar nû bikin.
MA / Şîrvan Şîlan Çîl