Derbarê rojnamevan Yildiz de biryara beraetê hate dayîn

  • rojane
  • 15:44 7 Kanûn 2023
  • |
img
ÎZMÎR - Rojnamevan Nazlican Nûjîn Yildiz a ji ber dema xwendekar bû tev li çalakî û daxuyaniyan bû dihate darizandin, di doza jê dihate darizandin de beraet kir. 
 
Bi hinceta dema xwendekar bû tev li daxuyanî û çalakiyan bûye bi îddiaya “endamtiya rêxistinê” li nûçegîhana JINNEWS’ê Nazlican Nûjîn Yildiz doz hatibû vekirin. 5’emîn danişîna dozê li 21'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hat lidarxistin. Di danişînê de Yildiz û parêzerên wê amade bûn. 
 
Di danişîna bi tespîta nasnameyê dest pê kir de parêzerên Yildizê li dijî mutalayê parastin kirin. Parêzeran diyarkirin ku beyanên şahidan razber û bêkontrol in û daxwaza beraeta muwekîla xwe kirin. Parêzeran her wiha diyar kirin ku Yildiz li Zanîngeha Egeyê beşa rojnamevaniyê dixwîne û belgeya ku têkildarî stajê li JINNEWS’ê dike pêşkeşî dadgehê kir. 
 
Şandeya dadgehê ya piştî navberê biryara xwe aşkere kir, derbarê Yildizê de bi hinceta “delîl kêm in” biryara beraetê da.