ENQERE - Meclisa Jinan a DEM Partiyê di çarçoveya banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi baskê jinan ên partiyên siyasî re hevdîtinên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de bi şandeya jinan a EMEP’ê re civiya.
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hate parvekirin, bi avadaniyên jinan ên partiyên siyasî re dest bi hevdîtinan kir. Meclisa Jinan a DEM Partiyê di çarçoveya hevdîtinan de çû serdana Navenda Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) û bi şandeya jinan re civiya.
Şandeya DEM Partiyê ji Berdevka Meclisa Jinan Halîde Turkoglû, Parlamentera Stenbolê Ozgul Sakî û endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) Canan Çalagan pêk dihat. Şande, ji hêla Parlamentera EMEP’ê ya Dîlokê Sevda Karaca, endama Lijneya Venihêrînê ya Navendî ya EMEP’ê Şukran Dogan, Rêvebera EMEP’ê ya Enqereyê Hîlal Kiliç û endama EMEP’ê Sînejan Kut ve hate pêşwazîkirin.
'DIVÊ JI BO AŞTIYÊ XEBAT BÊN KIRIN’
Hevdîtin nêzî saetekê domiya. Halîde Turkoglû piştî hevdîtinê got ku divê xebatên ji bo aştiyê ne tenê li Meclisê lê divê li herêman jî bên meşandin. Halîde Turkoglû, anî ziman ku şandeya EMEP’ê ji wan re gotine ku ne tenê ji bo piştevaniyê, dê ji bo têkoşîna hevpar jî berpirsyartiya xwe bicih bînin.