STENBOL - Platforma DGD’ê diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga dîrokî ya Abdullah Ocalan û wiha got: “Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd em ê berpirsyartiyê li xwe bigirin.”
Platforma Komeleyên Rojhilat-Başûrrojhilat (DGD) têkildarî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û komkujiyên li dijî Elewiyên Sûriyeyê daxuyanî da. Daxuyanî, li avahiya platformê ya li semta Şîrînevler a navçeya Bahçelîevler a Stenbolê hate dayin. Gelek nûnerên komeleyên herêmî beşdarî daxuyaniyê bûn. Kurdiya metna daxuyaniyê ji hêla Serokê Platforma DGD’ê Abdulhakîm Daş û ya bi Tirkî jî Seroka Federasyona Komeleyên Demokratîk a Wanê (VAN-FED) Dîlan Keleşoglû ve hate xwendin.
Daş, diyar kir ku platforma wan her tim li gel çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka Kurd e û ji bo pirsgirêk bi rêyên diyalog, muzakere, aştî û demokratîk were çareserkirin jî hemû derfetên xwe bi kar aniye. Daş, destnîşan kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dawî li şerê 41 salan bê anîn û rê li ber siyaseta demokratîk, hiqûq û edaletê bê vekirin, pêvajo ber bi qonaxeke din vekir. Daş, wiha domand: “Bi vê bangê re vekirina rêya diyalog û muzakereyê û berdewamkirina xurtkirina wê, dê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tevkariyeke cidî bike”
‘DIVÊ HEMÛ ALIYÊN SIYASÎ PIŞTGIRIYÊ BIDIN’
Di berdewamê de Daş destnîşan kir ku ew di wê baweriyê de ne ku sedemên ku pirsgirêka Kurd afirandine, wê di çarçoveya pîvanên hiqûqî yên gerdûnî de bi diyalog, muzakere, aştî û rêbazên demokratîk ji holê bên rakirin û çareserkirin. Daş, wiha pê de çû: “Beriya her tiştî girîng e hemû aliyên siyasî, saziyên siyasî û sivîl çi li hundir û çi li derveyê parlamentoyê destwerdana vê proseyê bikin û ji bo çareserkirina vê pirsgirêka ku ev zêdetirî sed sal in berdewam dike, beşdar bibin.”
‘EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN VE PÊNGAVÊ’
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Weke Platforma DGD’ê em radigihînin ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane, weke berê em piştgiriyê didin hemû pêngav û xebatên ku hatine avêtin û tên avêtin. Em ê ji niha û pê ve jî bibin parçeyeke ji vê hewldanê û em ê bi hemû hêza xwe ya rêxistinbûyîna civaka sivîl bi têgihiştinê berpirsyariya xwe pêk bînin.”