*Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku divê gotina “mafê hêviyê” ya Devlet Bahçelî bên cîbicîkirin û got: “Em êdî gihiştin asta ku gotinê derbas dike û fikarên di serê gel de radikin û gav bên avêtin. Ev qonax dê nîşan bide ka kî çiqas jidil e.”
* KESK dê li 6 bajaran meşa herêmî li dar bixe, ji bo kesên bi KHK'yan hatine îxrackirin vegerin ser karên xwe. Kesên bi KHK'yan hatine îxrackirin anîn ziman ku ew ê beşdarî meşê bibin û gotin: "Meş parçeyeke ji têkoşîna edalet û aştiyê ye."
* Siyasetmedaran bi bîr xistin ku di vê pêvajoyê de muxatab Abdullah Ocalan e û hişyarî dan ku ger komîsyona ku hatiye avakirin guh nede Abdullah Ocalan, dê tu wateya xebata wê nemîne.
* Rêveberên komele û saziyan bal kişandin ser polîtîka û helwestên li dijî kurdî û gotin: "Kurdî xeta sor e. Ji niha û pê ve, ne pêkan e ku em dest ji zimanê xwe berdin. Bersiva herî baş a li dijî qedexe û êrişan, li her derê axaftina bi kurdî ye."
* Derhêner Emîn Aleper diyar kir ku bendewariya wan ji vê pêvajoyê vekirina rêyên siyasetê ye û got: "Wekî ku hûn dizanin, nemaze heke ji tevgera kurd re were gotin 'çekê deynin', bê guman li hember vê bendawariya civakê jî ew e ku soza vekirina rêyên siyasetê bê dayîn."
* Endamê Fîloya Wijdanê ya Sumudê Sînan Akilotû ku ji bo Xezeyê hatiye avakirin got: "Ji bo ku mirov tevbigerin, ma divê çend zarokên din bimirin?"
*Tevî ku Dadgeha Bilind di gelek dozan de biryar daye ku gotina "Birêz Ocalan" ne sûc e jî, lê ji ber heman gotinê înfaza Soncan Gedşk ê 30 sal in girtiye hat şewitandin.
* Danişîna doza wekîla HDP’ê ya berê Semra Guzel dê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (10.00)
* TJA dê îro li Amedê starta meşa xwe ya ber bi Enqereyê ve ku bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” tê lidarxistin bide. (11.00) ZINDÎ
* Rûniştina taybet a 4’emîn Ljneya Giştî ya Sala Qanûndanînê ya Serdema 28’an bê lidarxistin. (15.00)
* MED-DER dê têkildarî êrişên ser zimanê Kurdî daxuyaniyê bide. (17.30)
* Kesên tev li “Meşa Hêvî û Azadiyê” bûn dê li Curnê Reş bên pêşwazîkirin. (18.00)