Li Dîlokê qeza: 5 mirî û 17 birîndar

  • rojane
  • 18:43 20 Cotmeh 2023
  • |
img
 
DÎLOK - Li ser rêya Dîlok-Rihayê qeza çêbû. Di qezayê de 5 kes mirin û 17 kes jî birîndar bûn. 
 
Li ser rêya di navbera navçeya Bêlqis a Dîlokê û navçeya Bêrecûk a Rihayê de, mînîbusa rêwiyan û qamyona Midûriyeta Rêbejahiyê li hev qelibîn. Di qezayê de 5 kes mirin û 17 kes jî birîndar bûn.
 
Birîndar bi ambulansan sewqî nexweşxaneyên Bêlqis û Bêrecûkê hatin kirin. Piştî qezayê rêya Riha-Dilokê ji çûnhatinê re hatin girtin.