Ji bo rojnamevan Salaz mewlûd hat dayîn

  • rojane
  • 15:27 20 Cotmeh 2023
  • |
img
WAN - Ji bo rojnamevan Necmedîn Salaz ê ku jiyana xwe ji dest dabû, mewlûd hat dayîn. 
 
Ji bo rojnamevan Necmedîn Salaz ê ku di 14’ê cotmehê de li nexweşxaneyek Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dabû, li Mala Şînê ya Mizgefta Hayretiye ya li Rêya Armûşa Wanê mewlûd hat dayîn. Hevserokên HEDEP’ê, HDP’ê, DBP’ê û rêveberên van partiyan, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî mewlûdê bûn. 
 
Hevserokê HDP’a Wanê Fîkret Dogan di mewlûdê de axivî û destnîşan kir ku hevrêyê wan Necmedîn heta nefesa xwe ya dawî li cem têkoşîna gelê xwe ya mafdar cih girt û ew ê her tim bi têkoşîn û rewşenbîriya Necmedîn Salaz serbilind bin û têkoşîn û daxwazên wî bicih bînin. 
 
Şîna ji bo Salaz hatibû dayîn îro bi dayîna mewlûdê re bi dawî bû.