Li Hezexê 5 kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 10:21 19 Cotmeh 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Li Hezexê di serdegirtinên malan de 5 kes hatin binçavkirin.
 
Li gundê Delavêqesrê û taxên bi ser navçeya Hezexa Şirnexê ve polîs û leşkeran avêtin ser malan. Di serdegirtinên malan de endamê Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Adnan Bel, welatiyên bi navê Hakim Kaş, Ahmet Boya, Emîn Soyal û Yasîn Acar hatin binçavkirin. Hate zanîn ku 5 kesên hatine binçavkirin di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê daye destpêkirin de hatine binçavkirin. 
 
4 kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê.