AMED - Starta meşa TJA’yê ku ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” li dar dixe, hate dayin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” meşê li dar dixe. Jinên ku li Rawestgeha Çeşmeyê ya li semta Gazîlerê ya navçeya Peyasê ya Amedê hatin gel hev, starta meşê dan û bi çepik, tililî û dirûşman dest bi meşê kirin.
Berfirehiya nûçeyê tê...