Komkujiya ku dixwazin ji bîr bikin: Roboskî

  • rojane
  • 13:31 27 Kanûn 2017
  • |
img

AMED - Di ser komkujiya Roboskî ya 19 jê zarok bi giştî 34 kes bi bombekirina balafirên şer hatin kuştin re 6 sal derbas bûn. Lê hêj bersûc nehatin dîtin û nehatin darizandin. Tevî ku her tişt zelal e jî yên ferman dan nehatin darizandin û bi vê yekê tê xwestin komkujiyê bidin ji bîr kirin. 

6 sal berê di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên şer ên F-16 yên girêdayî TSK'ê gundê Roboskê yê Qlebana Şirnexê bombe kiribû û 19 jê zarok 34 welati kuştibûn. 6 sal di ser komkujiyê re derbas bûn, lê hêj kujer û berpirsiyarên kuştina 34 kesan nehatine ronîkirin û nehatin darizandin. Hej hesap ji kesên ferman dan û bombe li ser gelê Roboskê barandin nehatiye pirsîn. Dijberî vê yekê tê xwestin ku ser komkujiyê û berpirsiyaran bigirin û veşêrin. Li şûna hesap ji berpirsiyaran bê pirsîn, kesên dixwazin bûyerê ronî bikin û dengê xwe bilind bikin rastî astengiyan tên. Kesên bi şopa dozê dikevin tên binçavkirin û rastî lêpirsînê tên. 
 
MEDYA HAWIZ WEKÎ QEZA NÎŞAN DA
 
Dema balafirên şer ên TSK'ê li Roboskî 34 welatî kuştin, heta 12 saetan medya hawiz cih neda bêyerê. Rayedarên hikûmetê nekir rojeva xwe. Medya hawiz û girêdayî hikûmetê ji bilî daxuyaniyên hikûmetê li ser bûyerê lêkolîn nekir û cih neda daxwaz û dengê malbatan. Medya hawiz di destpêkê de wekî “qeza" nîşan da û hewl da ser bûyerê veşêre. Lê ji ber ku medya kurd di kêliya ewil de ev rastî bi cîhanê re parve kir û her dem kir rojev, ket rojeva Tirkiye û cîhanê. Wê demê hin medyayên girêdayî hikûmetê û dewletê sernavên bi vî rengê avêtin rojnameyên xwe: 
 
Milliyet: “35 kes mirin. Em pir xemgîn in" 
 
Sozcu: “Çek bar kiribûn" 
 
Bugun: “Facîaya îstîxbaratê" 
 
Haberturk: “Li ser sînor şaşiya qeter" 
 
Takvim: “Balafira bê mirov a bê însaf" 
 
Vakit: “Terorîst e an qaçakvan e?"  
 
Yenişafak: “Şaşiya ku kuşt" 
 
Radikal: “35 welatî bi bombeya ÎHA hatin kuştin" 
 
Aydinlik: “Di operasyona hewayî ya TSK’ê de 35 welatî hatin kuştin" û “Operasyon bi îstixbarata DYA'yê pêk hat" 
 
Star: “Balafirên F- 16 li sînorê Bakurê Iraqê li hedefa şaş xistin: 35 kes mirin. "Şaşiya qehr dike" 
 
Zaman: “Li Sînorê Bakurê Iraqê 35 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan" û “Îstixbarata ku kuşt" 
 
Vatan: “Gotin PKK'î ne 35 welatî kuştin" û “Şaşiya qehr dike" 
 
Guneş: “Ji Uludereyê re 123 hezar TL ji şehid re 50 TL tazmînat" û “Leşker bila çi bike" 
 
Sabah: “Li Qilebanê ji bilî PKK'ê hêzek heye" û “Sendroma Gediktepe li qaçakvanan xist" 
 
Çapemeniya hawiz û îktidarê di destpêkê de xwest ser mijarê bigire û rastiyê şoli bike. Rayedarên hikûmetê jî hewl dan ser bûyerê bigirin .
 
SEROKÊ AKP'ê LEŞKER PÎROZ KIRIN
 
Serokwezîrê wê demê û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan, têkildarî bûyerê bal kişand ser erîşên li ser Gediktepe û Hantepe wekî hinceta komkujiyê nişan da. Cîgire Serokê AKP'ê Huseyin Çelik wekî Weza nîşan da. Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç jî got "zanebûn tune ye" Dîsa Erdogan di daxuyaniyek din de ji Serfermandarê Artêşê û leşkerên din re ji ber vê bûyerê spasiyên xwe kir û leşker pîroz kirin. 
 
Piştî medya û hikûmetê xwestin ser bûyerê bigirin darazê jî piştgirî da hikûmet û medyayê û xwest ser bûyerê veşêre. 
 
Serdozgerê Komarê yê Qilebanê der barê dosyaya komkujiyê de biryara "nepenî" da. Piştî 5'ê Tebaxa 2012'an Serdozgerê Komarê yê Amedê dest bi lêpirsînê kir. Serdozgerê Komarê yê Amedê di 11'ê hezirana 2013’an de jî bi sedema "Bi zanebûn bûye sedema kuştinê" biryara bêerkdayînê da û dosya şand Dozgeriya Leşkeri ya Serfermandariyê. 6 meh şûnde Dosgeriya Leşkerî jî di 7'ê Çileya 2014’an de biryara biryara bê şopandinê da û pêdivî bi lêpirsînê nedît. Li ter îtîrazê malbatên Roboskî di 18'ê Tîrmeha 2014’an de serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dan. AYM ji Wezareta Dadê parastin xwest. AYM'ê bi sedema ku kêmasi di dema xwe de nehatine temamkirin serlêdana malbatan di 16'ê Sibata 2016’an de red kir. Malbatê piştî biryara AYM’ê vê carê Serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (TMME) dan. 
 
Ji bo bûyer bê lekolînkirin li Meclisê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê ya Qilebanê hat avakirin. Komîsyonê piştî lêkolin kir, diyar kirin ku li gorî dimenên Heronê dîmen pir zelal in û li ber çavan hatine kuştin. Lê hêza vê komîsyonê ya rastiyê ranî bike darizîne pêş neket. Dîsa kujer nehatin ronîkirin. 
 
Piştî van hewldanên darazê Fermandariya Qereqola Gulyazi bang li birîndarên Roboskê Davut, Servet û Hacî Encu kirin û xwestin der barê mijarên "sînor îhlal kirine" û "li dijî zagonan malên kaçaq qistine" nava Tirkiye xwest îfade bidin. BDP'ê di 26ê çile de mijar bir Dadgeha Ceza ya Navneteweyî. Lê dîsa tu encam derneket. Navenda Şopandina Mafên Sewalan (HAGÎD) der barê kuştina 50 katiran de li Serdozgeriya Qiyabane doz vekir. Lê Waliyê Şirnexê destûr neda vê yekê. 
 
 
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez  pirsname da û pirsnameya wê ji ber peyva “katliam” wekî qibe û birîn dike hat nişandan. 
 
KOMELEYA ROBOSKÎ HAT GIRTIN
 
Malbatên Roboskê ji bo li edaletê bigerin Komeleya Roboskê avakirin. Lê Komele di 6'e Çileya 2017'an de bi KHK'yê hat girtin û çalakî li malatan hatin qedexekirin. 
 
Dîsa Qeyûmê tayînî Şaredariya Peyasê hat kirin peykerê li Parka Roboskê ya Peyasê rakir. Parlanenterê HDP'ê yê Şirnexê û xizmê 34 kesên di komkujya Roboskê de hatin kuştin Ferhat Encu hat girtin. Parazvanê mafê mirovan Yannis Vasilis Yaylali û Meral Geylanî yên ji bo komkujiya Roboskê ronî bibe lêkolîn dikir hat girtin. 
 
MA /Sonya Bayik 
 

Sernavên din

27/12/2017
14:31 ‘Em ê kefen li xwe bikin, lê kincên yek reng qebûl nakin’
14:16 'Divê her kes komkujiya Roboskê ji dil ve hîs bike'
13:56 ÎHD’ê ji girtiyan re kartên sersalê şand
13:45 Du birayên hev kuştî hatin dîtin
13:32 13 parazvanên Erdogan ên li Şirnexê ji peywirê hatin girtin
13:31 Komkujiya ku dixwazin ji bîr bikin: Roboskî
13:08 Serokê Baroya Edenê: Roboskê eyba dewletê ye
13:01 Kerestecîoglu: Dixwazin tevahiya Tirkiyeyê dîl bigirin
13:01 Çavên xwe winda kir, lê gotin ‘Te zirar daye malê çemawerî!’
12:31 Der barê midurê Girtîgeha Îskenderunê û peywirdarnan de serlêdana sûc kirin
12:18 Dadgeh kartê girtiyên 'teror' li gorî 'qanûnê' dibîne
11:48 ‘Hesabê Roboskê bihata pirsîn, dê li Cizîrê zarok nehatana şewitandin’
11:29 6 sal in dipirse: Çima bavê min hat kuştin?
11:15 Berdevkê YPG'ê Mehmud: Me bi gelên li Tirkiyeyê re şoreş pêk anî
11:10 Leyla Guven: Jin dê tecrîdê bişkînin û pêşengiyê bikin
10:41 Arşîva DAÎŞ'iyên di komkujiya Şengalê de cih girtin ket dest
09:27 Şaredarên AKP'î ji niha de ketin nava lîstikên hilbijartinê
09:27 Di 2023'an de felaketên mezin li pêş me ne
09:26 ‘Dewletê alîkarî nekir, em bûn deyndarê bankeyan’
09:25 Alikariya komirê ji 60 tanî daxistin 10 tonan
09:24 Polîsê Fendîk kuşt hêj li ser kar e
09:23 ‘Rageşiya cilên yek tîpî dê li derve jî belav bibe'
09:22 Faîk Bûlût: Kerkûk bû cihê şikestinê
09:21 Qeyûm avahiya Konseya Bajêr da ‘Gaziyan’
09:20 Ji bo bi muzîkên zimanên cuda kolanan bixemlînin ketin rê
09:20 ‘Bi parastina Gûantanamoyê nêta xwe aşkere kirin’
09:19 Doç. Dr. Çelîk: Ger aborî mezin dibe, çima ked erzan dibe?
09:16 Atolyeya Ozgun Sanatê şanoyê jî li xwe zêde kir
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2017'AN
26/12/2017
17:03 Dîsa kêlên goran xira kirin
16:55 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:24 Yuksekdag: Em ê cilên yek reng biçirînin û bavêjin
16:22 SES û Odeya Tabîban ên Amedê: Nexweş terkî mirinê hatin kirin
15:50 250 karkerên Şaredariya Beşîktaşê dest ji kar berdan
15:47 KESK sibê li tevahiya Tirkiyeyê pêkanînan şermezar dike
15:30 Zilamê li Rezanê îstîsmarî zarokan kir hat girtin
15:12 Kemalbay: Ji bo rakirina OHAL'ê em têkoşînê bilind bikin
14:44 Girtiyên siyasî mehekê dernakevin hevdîtinê
14:43 Ji bo tirsê mertalên xwe li erdê xistin
14:07 Yûsif ji serokatiya parlamamentoyê îstifa kir
13:59 KCD: AKP-MHP bi KHK welat dixe nava şer
13:53 Polîsan mudaxiliyê karkeran kir û nêzî 40 kesan binçav kirin
13:49 Ji bo hevdîtinê çû hat girtin!
13:40 Wekîlê HDP'ê Lezgîn Botan serbest berdan
13:33 Dadgehê daxwaza dosya Ozgur Gundemê bişîne AYM'ê red kir
13:18 Sebahat Tuncel ji dozekê beraet bû
13:14 Hevserokên HDP’ê yên bajaran awarte kom bûn
13:10 ‘Yekîtiya neteweyî bi yekîtiya jinan pêkan e’
13:04 Parêzerên Ocalan cara 716'an serî li dozgeriyê dan
12:50 TJA: rejîma tundiyê û yek tîp dê bi yekîtiya çalakiyan hilweşe
12:37 'Tu hiqûqnas van KHK'an qanûnî nake'
11:39 Rollas: Bê cezayî ji xwe di fîliyatê de hebû û pêk tanîn
11:23 24 sal borîn lê zilm û şerm neguherî
11:23 Doza akademîsyenan taloq kirin
11:16 Çima Kalekol li Şahîntepe avakirin?
11:08 Parêzvanên mafan û oldar: Bi êrîşa li dijî cenazeyan mirovahî têk çuye
11:01 Zarok 12 saetan bi 30 TL dixebitin
10:43 Wekîlê HDP'ê Lezgîn Botan binçav kirin
10:26 Keskîn: Ewlehiya me tu kesî tune ye!
10:06 Serokê SÛDEF’ê: Tecrîd kelemçekirina vîna bi milyonan kesî ye
10:05 6 sal in her ku dengê balafiran dibihîse vediciniqe
10:04 Zilamê ku Rojbîn Baranê kuşt, wekî ku tiştek nebûbe li taxê digere
10:04 Hemû projeyên Şaredariya Artemêtê betal kirin
10:03 Hinceta 10 sal cezayê li Irmakê birîn aşkere kir
09:50 ‘Wê têkoşîna li hemberî Rewşa Awarte bidome’
09:49 'Em ê li kuçeyan li hemberî yektîpiyê li ber xwe bidin’
09:48 Girtiyên li Antalyayê bang kirin: Bila raya giştî dengê me bibihîze
09:48 Foza Yusif: Wê meşa me ya azadiyê bidome
09:46 'Em beramberiya keda xwe wernagirin'
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2017'AN
25/12/2017
17:12 'Heke pirsgirêk dewam bikin em ê çalakiya rûniştinê bidin destpêkirin'
16:18 Bîlgen: Bêcezakirin Tirkiye dixe nava kaosê
15:50 12 baroyan KHK şermezar kirin
15:42 Beko: KHK'a taşeron li dijî makeqanûnê ye
15:41 'Em bedeng namînin'
15:35 Leşkerekî leşkerek birîndar kir
15:28 Rejîm li Dêra Zorê sivîlan topbaran dike
15:26 Kartên sersalê ji girtiyan re şandin
15:16 Cilên yek reng li ber Girtîgeha Bakirkoyê şermezar kirin
14:48 Li Amed û Wanê îxrackirina kedkaran şermezar kirin
14:42 ‘Piştî hevalê me sîxurtiyê qebûl nake, tê derpkirin’
14:15 Li Kolana Yukselê roja 412’an: 3 kes binçav kirin
14:14 Zilamê hevjînê xwe kuşt, gef li nûçegihanê JINNEWS'ê xwar
13:35 Doza Aydogan hat dîtin
13:24 Malbata xaniyê wan şewitî li derve man
13:16 Beko xwest ji bo heqê herî kêm kaxizê têxin destê xwe û dakevin bazarê
13:15 Hatîp Dîcle: Baykal îtîfaqa Erdogan-Ergenekonê pêş xist
13:14 Eşîrên Sûriyê li Reyhanliyê civîyan
13:00 HDP’iyan malbata Umut ê polîsan ew birîndar kir ziyaret kirin
12:59 Doza Cumhuriyetê dest pê kir: Ahmet Şik ji salonê derxistin
12:50 HDP’ê xwest meclîs li dijî KHK’ê civîna awarte pêk bîne
12:43 Beştaş: KHK'a bi hejmara 696'an kuştinê rewa dike
12:28 Li Şemzînanê pevçûn: 3 leşker mirin
11:59 Li ser sînorê Efrînê tevgera leşkerî dewam dike
11:50 KCD: Komkujiya Roboskî ji hişê me dernakeve
11:48 Baydemîr: Kurdên ji tifaqê birevin ji rûxandinê berpirsyarin
11:36 Dengîr Firat: Ne pêkan e mirov ji wekîlên kurd ên nava AKP’ê re bêje kurd
11:27 Şahidê Goristana Xerzanê: Min ji mirovahiya xwe şerm kir
11:06 Kelepçe kirin, li wan dan û bi zorê belge bi wan dan îmzekirin
10:38 2 salan wergervaniya kurdî kir, serlêdana 2018'an red kirin