Komkujiya ku dixwazin ji bîr bikin: Roboskî 2017-12-27 13:31:52 AMED - Di ser komkujiya Roboskî ya 19 jê zarok bi giştî 34 kes bi bombekirina balafirên şer hatin kuştin re 6 sal derbas bûn. Lê hêj bersûc nehatin dîtin û nehatin darizandin. Tevî ku her tişt zelal e jî yên ferman dan nehatin darizandin û bi vê yekê tê xwestin komkujiyê bidin ji bîr kirin.  6 sal berê di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên şer ên F-16 yên girêdayî TSK'ê gundê Roboskê yê Qlebana Şirnexê bombe kiribû û 19 jê zarok 34 welati kuştibûn. 6 sal di ser komkujiyê re derbas bûn, lê hêj kujer û berpirsiyarên kuştina 34 kesan nehatine ronîkirin û nehatin darizandin. Hej hesap ji kesên ferman dan û bombe li ser gelê Roboskê barandin nehatiye pirsîn. Dijberî vê yekê tê xwestin ku ser komkujiyê û berpirsiyaran bigirin û veşêrin. Li şûna hesap ji berpirsiyaran bê pirsîn, kesên dixwazin bûyerê ronî bikin û dengê xwe bilind bikin rastî astengiyan tên. Kesên bi şopa dozê dikevin tên binçavkirin û rastî lêpirsînê tên.    MEDYA HAWIZ WEKÎ QEZA NÎŞAN DA   Dema balafirên şer ên TSK'ê li Roboskî 34 welatî kuştin, heta 12 saetan medya hawiz cih neda bêyerê. Rayedarên hikûmetê nekir rojeva xwe. Medya hawiz û girêdayî hikûmetê ji bilî daxuyaniyên hikûmetê li ser bûyerê lêkolîn nekir û cih neda daxwaz û dengê malbatan. Medya hawiz di destpêkê de wekî “qeza" nîşan da û hewl da ser bûyerê veşêre. Lê ji ber ku medya kurd di kêliya ewil de ev rastî bi cîhanê re parve kir û her dem kir rojev, ket rojeva Tirkiye û cîhanê. Wê demê hin medyayên girêdayî hikûmetê û dewletê sernavên bi vî rengê avêtin rojnameyên xwe:    Milliyet: “35 kes mirin. Em pir xemgîn in"    Sozcu: “Çek bar kiribûn"    Bugun: “Facîaya îstîxbaratê"    Haberturk: “Li ser sînor şaşiya qeter"    Takvim: “Balafira bê mirov a bê însaf"    Vakit: “Terorîst e an qaçakvan e?"     Yenişafak: “Şaşiya ku kuşt"    Radikal: “35 welatî bi bombeya ÎHA hatin kuştin"    Aydinlik: “Di operasyona hewayî ya TSK’ê de 35 welatî hatin kuştin" û “Operasyon bi îstixbarata DYA'yê pêk hat"    Star: “Balafirên F- 16 li sînorê Bakurê Iraqê li hedefa şaş xistin: 35 kes mirin. "Şaşiya qehr dike"    Zaman: “Li Sînorê Bakurê Iraqê 35 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan" û “Îstixbarata ku kuşt"    Vatan: “Gotin PKK'î ne 35 welatî kuştin" û “Şaşiya qehr dike"    Guneş: “Ji Uludereyê re 123 hezar TL ji şehid re 50 TL tazmînat" û “Leşker bila çi bike"    Sabah: “Li Qilebanê ji bilî PKK'ê hêzek heye" û “Sendroma Gediktepe li qaçakvanan xist"    Çapemeniya hawiz û îktidarê di destpêkê de xwest ser mijarê bigire û rastiyê şoli bike. Rayedarên hikûmetê jî hewl dan ser bûyerê bigirin .   SEROKÊ AKP'ê LEŞKER PÎROZ KIRIN   Serokwezîrê wê demê û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan, têkildarî bûyerê bal kişand ser erîşên li ser Gediktepe û Hantepe wekî hinceta komkujiyê nişan da. Cîgire Serokê AKP'ê Huseyin Çelik wekî Weza nîşan da. Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç jî got "zanebûn tune ye" Dîsa Erdogan di daxuyaniyek din de ji Serfermandarê Artêşê û leşkerên din re ji ber vê bûyerê spasiyên xwe kir û leşker pîroz kirin.    Piştî medya û hikûmetê xwestin ser bûyerê bigirin darazê jî piştgirî da hikûmet û medyayê û xwest ser bûyerê veşêre.    Serdozgerê Komarê yê Qilebanê der barê dosyaya komkujiyê de biryara "nepenî" da. Piştî 5'ê Tebaxa 2012'an Serdozgerê Komarê yê Amedê dest bi lêpirsînê kir. Serdozgerê Komarê yê Amedê di 11'ê hezirana 2013’an de jî bi sedema "Bi zanebûn bûye sedema kuştinê" biryara bêerkdayînê da û dosya şand Dozgeriya Leşkeri ya Serfermandariyê. 6 meh şûnde Dosgeriya Leşkerî jî di 7'ê Çileya 2014’an de biryara biryara bê şopandinê da û pêdivî bi lêpirsînê nedît. Li ter îtîrazê malbatên Roboskî di 18'ê Tîrmeha 2014’an de serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dan. AYM ji Wezareta Dadê parastin xwest. AYM'ê bi sedema ku kêmasi di dema xwe de nehatine temamkirin serlêdana malbatan di 16'ê Sibata 2016’an de red kir. Malbatê piştî biryara AYM’ê vê carê Serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (TMME) dan.    Ji bo bûyer bê lekolînkirin li Meclisê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê ya Qilebanê hat avakirin. Komîsyonê piştî lêkolin kir, diyar kirin ku li gorî dimenên Heronê dîmen pir zelal in û li ber çavan hatine kuştin. Lê hêza vê komîsyonê ya rastiyê ranî bike darizîne pêş neket. Dîsa kujer nehatin ronîkirin.    Piştî van hewldanên darazê Fermandariya Qereqola Gulyazi bang li birîndarên Roboskê Davut, Servet û Hacî Encu kirin û xwestin der barê mijarên "sînor îhlal kirine" û "li dijî zagonan malên kaçaq qistine" nava Tirkiye xwest îfade bidin. BDP'ê di 26ê çile de mijar bir Dadgeha Ceza ya Navneteweyî. Lê dîsa tu encam derneket. Navenda Şopandina Mafên Sewalan (HAGÎD) der barê kuştina 50 katiran de li Serdozgeriya Qiyabane doz vekir. Lê Waliyê Şirnexê destûr neda vê yekê.      Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez  pirsname da û pirsnameya wê ji ber peyva “katliam” wekî qibe û birîn dike hat nişandan.    KOMELEYA ROBOSKÎ HAT GIRTIN   Malbatên Roboskê ji bo li edaletê bigerin Komeleya Roboskê avakirin. Lê Komele di 6'e Çileya 2017'an de bi KHK'yê hat girtin û çalakî li malatan hatin qedexekirin.    Dîsa Qeyûmê tayînî Şaredariya Peyasê hat kirin peykerê li Parka Roboskê ya Peyasê rakir. Parlanenterê HDP'ê yê Şirnexê û xizmê 34 kesên di komkujya Roboskê de hatin kuştin Ferhat Encu hat girtin. Parazvanê mafê mirovan Yannis Vasilis Yaylali û Meral Geylanî yên ji bo komkujiya Roboskê ronî bibe lêkolîn dikir hat girtin.    MA /Sonya Bayik