Leyla Guven: Jin dê tecrîdê bişkînin û pêşengiyê bikin

  • rojane
  • 11:10 27 Kanûn 2017
  • |
img

AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven geşedanên sala 2017'an nirxand û anî ziman ku pêkanînên rewşa awarte bandor li tevahiya civakê kir û wiha got: "Sala 2018'an dê bibe çûyîna AKP'ê. Êdî dema kurdan e, bahara kurdan e. Jin dê teşrîdê bişkînin û pêşengiya têkoşînê bikin." 

 Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, geşedanên sala 2017'an nirxand û pêşdîtinên xwe yên sala 2018'an şirove kir. Guven pirsên Ajansa me Mezopotamyayê bersivand û anî ziman ku sala 2018'an dê bibe sala têkçûna AKP'ê.  Guven opersayonên li hemberê KCD'ê, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, xebatên yekitiya netewiya kurd, polîtîkayên hikûmeta AKP'ê ya li hemberî heremê û gelê kurd nirxand.
 
*Sal ku der barê KCD'ê de lepirsîn zêde bûn û operasyonan zêde bû hûn çawa şirove dikin? 
 
Sala 2017'an ji bo gelên Tirkiye yê bi zor û zehmetî derbas bû. Ji ber ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê kimyaya AKP'ê xira bû. AKP konsepta xwe guherand û konsepta şer da destpê kirin. Konsepta şer roj bi roj giran bû. Sala 2017'an jî berdewam kir. Dema em salê binêrin operasyonên qirkirina siyasî, girtina parlementer û hevşaredaran, qayûm... Li jin û zarokan jî birînên kûr vekir. Ne bes ji bo gelê kurd, di bin navê rewşa awarte de tewahiya civakê bandor bû.
 
 *Hezaran siyasetmedarên kurd girtî ne û îsal ji heman operasyon li hemberî siyasetmedarên kurd hat meşandin. Hûn çawa digirin dest? 
 
Konsepta ku kurd bi riya dadê bêdeng kirin ne nû ye. 40 sal in didome. Ya nû heman konsept li rojavayê Tirkiye yê jî heman konsept hat meşandin. Doza KCK'ê hati bû vekirin û 10 hezar siyasetmedarên kurd hat girtin. Îro hewldana derbeyê û piştre derbeya siyasî parlementer, akademîsyen hat girtin. Makezagona heyî ji holê rakirin û welat bi riya KHK'yan rêvebirin. Ne CHP, ne jî MHP nerazîbûn nîşan da. Welat bi makezagona AKP'ê hat rêvebirin. Hûndirê welat û ji derveyê welat pirsgirîkên cidî hat jiyîn. Tirkiye ber bi kaosê ye. Gotinên Tirkiye li Rojhilatanavîn bê bandor bûye.
 
*Di nava salê de kongreya KCD'ê pêk hat û di encamnameyê de xala sereke tekoşîna tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bû. Tecrîd bandorek çawa sala 2017'an kir?
 
Sala 2017'an bi girankirina tecrîda li ser birêz Ocalan derbas bû. Eger dengê Ocalan derketibaya derveyê Girava Îmraliyê, îro li Tirkiyeyê ev rewş pêk ne dihat. Rewşa heyî encama tecrîda li ser Ocalan e. Eger tecrîd hatibaya rakirin, ne li Tirkiyeyê ne jî Rojhilatanavîn ev pirgirîk dernediket. Birêz Ocalan bi fikr û ramanên xwe dikari şer bide sekinandin. Rayedarên dewletê jî vê yekê baş dizane. Pêvajoya niha encama polîtîyên tecrîdê ye. Tecrîd xizmeta gelên Tirkiyeyê nake.  AKP fikr û ramanên birêz Ocalan yên êrenî danî aliyek û tecrîd kûr kir. Bi tecrîdê ne bes birêz Ocalan hedef tê girtin, mîlyonan kesên girêdayî wî ji hedef tê girtin. Taybetî gelê kurd tecrîdê li ser xwe hîs dike. CPT û saziyên mafên mirovan yên navnetewî ji bêdengin. Pêvajoyek bêdengî û teslîm bûna polîtîkayên AKP'ê heye. Bi kurtasî salek li ser hemû gelan bi tecrîdê derbas bû. Ji destpêka salê heya dawiya salê li Ewropa û Tirkiyeyê çalakiyên li hemberî tecrîdê berdewam kir. Gelê kurd tecrîdê qebûl nake. Lê dîsa qada siyaseta navneteweyî bêdengî heye. Ev jî berdewamiya komploya navnetewî ye. Dewletên di komployê de cîh girtî, rola xwe didomînin. Tirkiye jî rola gardiyaniyê dileyîze. Gelê kurd vê yekê qebûl nake. Îsal bi rewşa awarte van polîtîkayan meşand lê sala 2018'an nikare. Sebra gelê kurd qediya.
 
*8'ê Adarê û 21'ê Newroza bandorek çawa li 2017'an kir? 
 
Ji ber rewşa awarte kes nedikarî derkeve kolanan. Li hemberî polîtîkayên AKP'ê jin di 8'ê Adarê de derketin kolanan û ji Stenbolê heya Wanê polîtîkayên AKP'ê şermezar kir. Bi Newroza 21'ê Adarê re gelê kurd bi tewahî daketin kolanan û peyama rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan da. Lê AKP ev peyam jî baş fêm nekir. Piştre jî muxalefeta civakî pêş ket û li hemberî polîtîkayên zordestiyê serî hat rakirin. Gelê kurd li hemberî hemû polîtîkayên AKP'ê li ser pîyan ma.
 
 *Bi bangavaziya KNK'ê xebat û komxebatên yekitiya netewî ya kurd destpê kir. Sala 2017'an ji bo yekitiya netewî çi hat bi dest xistin?
 
Kurd ne çar parçe bûn, ji beriya sed salan bi hevre dijîn. Piştî sed salan serdest dixwazin her çar parçeyan ji nû ve saz bikin. Dive li hemberî van polîtîkayan kurd bi hevre tevbigerin. Netew dewlet tengav bûne. Gel nerazî ne. Daxwaza veguhertinê ya gelan heye. Yekparêzî pêk nayê. Li vê derê jî hewcehiya yekitiya netewî derdikeve pêş. Sala 2013'an pêşketinek giring pêk hat. Lê Barzanî ji xebatan xwe paşve kişand. Eger vê demê yekitiya netewî pêk hatibûya îro Kerkuk wisa nedibû û referandumê dê encamek wisa negirtaya. Îro ji her demê bêzir yekitiya neteweyî pêwist e. Eger gotina me li cîhanê hebe, ne parçe parçe dive bi avakirina yekitiya netewî hebe.
 
*Bandora referandûma Başurê Kurdistanê û pêvajoya piştre bandorek çawa yekitiya netewî kir?
 
Başurê Kurdistan bi salane statuya xwe bi dest xistiye. Lê pergala ku gel dixwaze ne hat avakirin. Parlamento hat bypas kirin, daxwazên gel li ber çavan nehat girtin. Di pêvajoyê de çûyîna referandûmê hat rexnekirin. Di serî de dive pirsa daxwazên gel bikin û wisa biryara referandumê bistînin. Ev ne mijara eşîrî ye, dive biryara gelan a hevpar be. Encamên referandûmê jî birînek kûr vekir. Kerkuk hat dagirkirin û PDK û KNK jî temaşe kir. Gelê kurd ev qebûl nekir. Vê rewşê pêwîstiya yekitiya neteweyî carek din danî holê. PDK nikare bi tenê tiştekî bike. Dive bi rihê yekitî tevbigere. Di sedsala 21 emîn de şerê cîhanê ya 3 emîn tê meşandin, ji bilî yekitiya netewî tu fersendê gelê kurd tune ye. Projeyên gelê kurd heye û mîmarê wê ji birêz Ocalan e. Her tiştê kurdan heye lê yekitiya van tenê tune ye.
 
*Li Rojava jî geşedanên giring pêş ketin. Hilbijartin, pêngava Reqa û Dêra Zor. Pêngava Reqa di pêşengiya jinê de pêk hat û Reqa hat rizgarkirin. Hûn wekî KCD çawa dinêrxênin?
 
Suriye salane ji aliyê îktîdarê despot ve di bin zilmê de heya îro hatiye. Gelên herî balkêş jî kurd bûn. Gelên Suriye li hemberî rejîma Esad serî rakir. Kurd jî ji bo statuya xwe hêzên xweparastinê ava kirin û li hemberî DAÎŞ'ê tekoşînek mezin dan destpê kirin. Destkeftiyên vê tekoşînê ji tewahiya cîhanê re bû mînak. Ji ber ku DAÎŞ hêza derveyê mirovahiyê ye. Hêzên YPJ û YPG'ê li hemberî DAÎŞ'ê serkeftinê nîşanê cîhanê da. Ji ber vê yekê her kes herikî Rojavayê. Pêşengiya vê tekoşînê jî jin dikin.
 
 *Pişti geşedanên Rojavayê civînên Astana, Soçî û Cenewre pêk hatin. Lê nunerên kurdan tev li van civînan nekir. Sedem çiye? 
 
Salane gelên Rojava berdelên giran dan û statu bi dest xistin. Îro statuya gelên Rojava heye. Sereke Tirkiye û hêzên serdest vê statuyê nabînin. Kurd tekoşînek mezin pêş xist. Lê di civînên ji bo pêşeroja Suriye de cîh nagirin. Civînên vîna gelê kurd cîh negire encam nastîne. Heger kurd nebe encam jî tune. Hêzên li ser masê jî baş dizanin. Neçar in kurdan nas bikin. AKP her tim ji bo nasnekirina kurd tevdigere û bi heman armancê bandorê dewletên navnetewî ji dike. Çi dike bila bike kurd dê li ser wê masê rûnên, hêza esasî kurd in.
 
*Heman polîtîkayên AKP'ê ya li hemberî heremê berdewam kir...
 
Li Başurê Kurdistanê referandum pêk tê. Rojava statu tê bi dest xistin berteka yekem ji AKP'ê tê. AKP di nava xwe de şer dimeşîne. Li parçeyên din yê Kurdistanê jî dest dirêjî dike. Armanca AKP'ê çîye? Binêrin ji Rojava yek gule ne hatiye Tirkiyeyê. Tirkiye çima dixwaze bikeve Efrînê de. Ev dijminî ji bo çiye? Dema Tirkiye ket Efrînê, Kobanê, Başurê Kurdistanê, Bakûrê Kurdistanê bêdeng namîne. Tirkiye blofê dike. Mafê wî ji şansê wî jî tune ye.
 
 *Sala 2017'an bi dawî bû. Sala nû nexşerêya pêşiya KCD'ê çî ye? Kurd dê siyasetek çawa bimeşîne?
 
Rewşa awarte li Kurdistanê cûda ye, pêkanînên rêveberiya awarte heye. Ji bo rakirina rewşa awarte emê tekoşînê bilind bikin. AKP nikari êdî van polîtîkayan bidomîne. Dive sala 2018'an bibe sala çûyîna AKP'ê. Îktîdarên faşîst tu caran bi hilbijartinê ne çûne, bi tekoşîna gelan çûye. Gelê me îro tê darizandin, girtîn Ev nayê qebûlkirin. Şoreşger, demokrat, sosyalîst, welatparêz, jin û ciwan dê sala nû li hemberî AKP'ê tekoşînê bilind bikin. Tecrîda li ser birêz Ocalan jî dê encama tekoşîna gelan de bê rakirin. Jin dê pêşengiyê bike. Jin dê tecrîdê bişkîne. Dive Ocalan azad be. Êdî dema kurdan e, bihara kurdan e.
 
MA / Ozgur Paksoy 
 

Sernavên din

27/12/2017
14:31 ‘Em ê kefen li xwe bikin, lê kincên yek reng qebûl nakin’
14:16 'Divê her kes komkujiya Roboskê ji dil ve hîs bike'
13:56 ÎHD’ê ji girtiyan re kartên sersalê şand
13:45 Du birayên hev kuştî hatin dîtin
13:32 13 parazvanên Erdogan ên li Şirnexê ji peywirê hatin girtin
13:31 Komkujiya ku dixwazin ji bîr bikin: Roboskî
13:08 Serokê Baroya Edenê: Roboskê eyba dewletê ye
13:01 Kerestecîoglu: Dixwazin tevahiya Tirkiyeyê dîl bigirin
13:01 Çavên xwe winda kir, lê gotin ‘Te zirar daye malê çemawerî!’
12:31 Der barê midurê Girtîgeha Îskenderunê û peywirdarnan de serlêdana sûc kirin
12:18 Dadgeh kartê girtiyên 'teror' li gorî 'qanûnê' dibîne
11:48 ‘Hesabê Roboskê bihata pirsîn, dê li Cizîrê zarok nehatana şewitandin’
11:29 6 sal in dipirse: Çima bavê min hat kuştin?
11:15 Berdevkê YPG'ê Mehmud: Me bi gelên li Tirkiyeyê re şoreş pêk anî
11:10 Leyla Guven: Jin dê tecrîdê bişkînin û pêşengiyê bikin
10:41 Arşîva DAÎŞ'iyên di komkujiya Şengalê de cih girtin ket dest
09:27 Şaredarên AKP'î ji niha de ketin nava lîstikên hilbijartinê
09:27 Di 2023'an de felaketên mezin li pêş me ne
09:26 ‘Dewletê alîkarî nekir, em bûn deyndarê bankeyan’
09:25 Alikariya komirê ji 60 tanî daxistin 10 tonan
09:24 Polîsê Fendîk kuşt hêj li ser kar e
09:23 ‘Rageşiya cilên yek tîpî dê li derve jî belav bibe'
09:22 Faîk Bûlût: Kerkûk bû cihê şikestinê
09:21 Qeyûm avahiya Konseya Bajêr da ‘Gaziyan’
09:20 Ji bo bi muzîkên zimanên cuda kolanan bixemlînin ketin rê
09:20 ‘Bi parastina Gûantanamoyê nêta xwe aşkere kirin’
09:19 Doç. Dr. Çelîk: Ger aborî mezin dibe, çima ked erzan dibe?
09:16 Atolyeya Ozgun Sanatê şanoyê jî li xwe zêde kir
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2017'AN
26/12/2017
17:03 Dîsa kêlên goran xira kirin
16:55 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:24 Yuksekdag: Em ê cilên yek reng biçirînin û bavêjin
16:22 SES û Odeya Tabîban ên Amedê: Nexweş terkî mirinê hatin kirin
15:50 250 karkerên Şaredariya Beşîktaşê dest ji kar berdan
15:47 KESK sibê li tevahiya Tirkiyeyê pêkanînan şermezar dike
15:30 Zilamê li Rezanê îstîsmarî zarokan kir hat girtin
15:12 Kemalbay: Ji bo rakirina OHAL'ê em têkoşînê bilind bikin
14:44 Girtiyên siyasî mehekê dernakevin hevdîtinê
14:43 Ji bo tirsê mertalên xwe li erdê xistin
14:07 Yûsif ji serokatiya parlamamentoyê îstifa kir
13:59 KCD: AKP-MHP bi KHK welat dixe nava şer
13:53 Polîsan mudaxiliyê karkeran kir û nêzî 40 kesan binçav kirin
13:49 Ji bo hevdîtinê çû hat girtin!
13:40 Wekîlê HDP'ê Lezgîn Botan serbest berdan
13:33 Dadgehê daxwaza dosya Ozgur Gundemê bişîne AYM'ê red kir
13:18 Sebahat Tuncel ji dozekê beraet bû
13:14 Hevserokên HDP’ê yên bajaran awarte kom bûn
13:10 ‘Yekîtiya neteweyî bi yekîtiya jinan pêkan e’
13:04 Parêzerên Ocalan cara 716'an serî li dozgeriyê dan
12:50 TJA: rejîma tundiyê û yek tîp dê bi yekîtiya çalakiyan hilweşe
12:37 'Tu hiqûqnas van KHK'an qanûnî nake'
11:39 Rollas: Bê cezayî ji xwe di fîliyatê de hebû û pêk tanîn
11:23 24 sal borîn lê zilm û şerm neguherî
11:23 Doza akademîsyenan taloq kirin
11:16 Çima Kalekol li Şahîntepe avakirin?
11:08 Parêzvanên mafan û oldar: Bi êrîşa li dijî cenazeyan mirovahî têk çuye
11:01 Zarok 12 saetan bi 30 TL dixebitin
10:43 Wekîlê HDP'ê Lezgîn Botan binçav kirin
10:26 Keskîn: Ewlehiya me tu kesî tune ye!
10:06 Serokê SÛDEF’ê: Tecrîd kelemçekirina vîna bi milyonan kesî ye
10:05 6 sal in her ku dengê balafiran dibihîse vediciniqe
10:04 Zilamê ku Rojbîn Baranê kuşt, wekî ku tiştek nebûbe li taxê digere
10:04 Hemû projeyên Şaredariya Artemêtê betal kirin
10:03 Hinceta 10 sal cezayê li Irmakê birîn aşkere kir
09:50 ‘Wê têkoşîna li hemberî Rewşa Awarte bidome’
09:49 'Em ê li kuçeyan li hemberî yektîpiyê li ber xwe bidin’
09:48 Girtiyên li Antalyayê bang kirin: Bila raya giştî dengê me bibihîze
09:48 Foza Yusif: Wê meşa me ya azadiyê bidome
09:46 'Em beramberiya keda xwe wernagirin'
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2017'AN
25/12/2017
17:12 'Heke pirsgirêk dewam bikin em ê çalakiya rûniştinê bidin destpêkirin'
16:18 Bîlgen: Bêcezakirin Tirkiye dixe nava kaosê
15:50 12 baroyan KHK şermezar kirin
15:42 Beko: KHK'a taşeron li dijî makeqanûnê ye
15:41 'Em bedeng namînin'
15:35 Leşkerekî leşkerek birîndar kir
15:28 Rejîm li Dêra Zorê sivîlan topbaran dike
15:26 Kartên sersalê ji girtiyan re şandin
15:16 Cilên yek reng li ber Girtîgeha Bakirkoyê şermezar kirin
14:48 Li Amed û Wanê îxrackirina kedkaran şermezar kirin
14:42 ‘Piştî hevalê me sîxurtiyê qebûl nake, tê derpkirin’
14:15 Li Kolana Yukselê roja 412’an: 3 kes binçav kirin
14:14 Zilamê hevjînê xwe kuşt, gef li nûçegihanê JINNEWS'ê xwar
13:35 Doza Aydogan hat dîtin
13:24 Malbata xaniyê wan şewitî li derve man
13:16 Beko xwest ji bo heqê herî kêm kaxizê têxin destê xwe û dakevin bazarê
13:15 Hatîp Dîcle: Baykal îtîfaqa Erdogan-Ergenekonê pêş xist
13:14 Eşîrên Sûriyê li Reyhanliyê civîyan
13:00 HDP’iyan malbata Umut ê polîsan ew birîndar kir ziyaret kirin
12:59 Doza Cumhuriyetê dest pê kir: Ahmet Şik ji salonê derxistin
12:50 HDP’ê xwest meclîs li dijî KHK’ê civîna awarte pêk bîne
12:43 Beştaş: KHK'a bi hejmara 696'an kuştinê rewa dike
12:28 Li Şemzînanê pevçûn: 3 leşker mirin
11:59 Li ser sînorê Efrînê tevgera leşkerî dewam dike
11:50 KCD: Komkujiya Roboskî ji hişê me dernakeve
11:48 Baydemîr: Kurdên ji tifaqê birevin ji rûxandinê berpirsyarin
11:36 Dengîr Firat: Ne pêkan e mirov ji wekîlên kurd ên nava AKP’ê re bêje kurd
11:27 Şahidê Goristana Xerzanê: Min ji mirovahiya xwe şerm kir
11:06 Kelepçe kirin, li wan dan û bi zorê belge bi wan dan îmzekirin
10:38 2 salan wergervaniya kurdî kir, serlêdana 2018'an red kirin