Leyla Guven: Jin dê tecrîdê bişkînin û pêşengiyê bikin 2017-12-27 11:10:19 AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven geşedanên sala 2017'an nirxand û anî ziman ku pêkanînên rewşa awarte bandor li tevahiya civakê kir û wiha got: "Sala 2018'an dê bibe çûyîna AKP'ê. Êdî dema kurdan e, bahara kurdan e. Jin dê teşrîdê bişkînin û pêşengiya têkoşînê bikin."   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, geşedanên sala 2017'an nirxand û pêşdîtinên xwe yên sala 2018'an şirove kir. Guven pirsên Ajansa me Mezopotamyayê bersivand û anî ziman ku sala 2018'an dê bibe sala têkçûna AKP'ê.  Guven opersayonên li hemberê KCD'ê, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, xebatên yekitiya netewiya kurd, polîtîkayên hikûmeta AKP'ê ya li hemberî heremê û gelê kurd nirxand.   *Sal ku der barê KCD'ê de lepirsîn zêde bûn û operasyonan zêde bû hûn çawa şirove dikin?    Sala 2017'an ji bo gelên Tirkiye yê bi zor û zehmetî derbas bû. Ji ber ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê kimyaya AKP'ê xira bû. AKP konsepta xwe guherand û konsepta şer da destpê kirin. Konsepta şer roj bi roj giran bû. Sala 2017'an jî berdewam kir. Dema em salê binêrin operasyonên qirkirina siyasî, girtina parlementer û hevşaredaran, qayûm... Li jin û zarokan jî birînên kûr vekir. Ne bes ji bo gelê kurd, di bin navê rewşa awarte de tewahiya civakê bandor bû.    *Hezaran siyasetmedarên kurd girtî ne û îsal ji heman operasyon li hemberî siyasetmedarên kurd hat meşandin. Hûn çawa digirin dest?    Konsepta ku kurd bi riya dadê bêdeng kirin ne nû ye. 40 sal in didome. Ya nû heman konsept li rojavayê Tirkiye yê jî heman konsept hat meşandin. Doza KCK'ê hati bû vekirin û 10 hezar siyasetmedarên kurd hat girtin. Îro hewldana derbeyê û piştre derbeya siyasî parlementer, akademîsyen hat girtin. Makezagona heyî ji holê rakirin û welat bi riya KHK'yan rêvebirin. Ne CHP, ne jî MHP nerazîbûn nîşan da. Welat bi makezagona AKP'ê hat rêvebirin. Hûndirê welat û ji derveyê welat pirsgirîkên cidî hat jiyîn. Tirkiye ber bi kaosê ye. Gotinên Tirkiye li Rojhilatanavîn bê bandor bûye.   *Di nava salê de kongreya KCD'ê pêk hat û di encamnameyê de xala sereke tekoşîna tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bû. Tecrîd bandorek çawa sala 2017'an kir?   Sala 2017'an bi girankirina tecrîda li ser birêz Ocalan derbas bû. Eger dengê Ocalan derketibaya derveyê Girava Îmraliyê, îro li Tirkiyeyê ev rewş pêk ne dihat. Rewşa heyî encama tecrîda li ser Ocalan e. Eger tecrîd hatibaya rakirin, ne li Tirkiyeyê ne jî Rojhilatanavîn ev pirgirîk dernediket. Birêz Ocalan bi fikr û ramanên xwe dikari şer bide sekinandin. Rayedarên dewletê jî vê yekê baş dizane. Pêvajoya niha encama polîtîyên tecrîdê ye. Tecrîd xizmeta gelên Tirkiyeyê nake.  AKP fikr û ramanên birêz Ocalan yên êrenî danî aliyek û tecrîd kûr kir. Bi tecrîdê ne bes birêz Ocalan hedef tê girtin, mîlyonan kesên girêdayî wî ji hedef tê girtin. Taybetî gelê kurd tecrîdê li ser xwe hîs dike. CPT û saziyên mafên mirovan yên navnetewî ji bêdengin. Pêvajoyek bêdengî û teslîm bûna polîtîkayên AKP'ê heye. Bi kurtasî salek li ser hemû gelan bi tecrîdê derbas bû. Ji destpêka salê heya dawiya salê li Ewropa û Tirkiyeyê çalakiyên li hemberî tecrîdê berdewam kir. Gelê kurd tecrîdê qebûl nake. Lê dîsa qada siyaseta navneteweyî bêdengî heye. Ev jî berdewamiya komploya navnetewî ye. Dewletên di komployê de cîh girtî, rola xwe didomînin. Tirkiye jî rola gardiyaniyê dileyîze. Gelê kurd vê yekê qebûl nake. Îsal bi rewşa awarte van polîtîkayan meşand lê sala 2018'an nikare. Sebra gelê kurd qediya.   *8'ê Adarê û 21'ê Newroza bandorek çawa li 2017'an kir?    Ji ber rewşa awarte kes nedikarî derkeve kolanan. Li hemberî polîtîkayên AKP'ê jin di 8'ê Adarê de derketin kolanan û ji Stenbolê heya Wanê polîtîkayên AKP'ê şermezar kir. Bi Newroza 21'ê Adarê re gelê kurd bi tewahî daketin kolanan û peyama rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan da. Lê AKP ev peyam jî baş fêm nekir. Piştre jî muxalefeta civakî pêş ket û li hemberî polîtîkayên zordestiyê serî hat rakirin. Gelê kurd li hemberî hemû polîtîkayên AKP'ê li ser pîyan ma.    *Bi bangavaziya KNK'ê xebat û komxebatên yekitiya netewî ya kurd destpê kir. Sala 2017'an ji bo yekitiya netewî çi hat bi dest xistin?   Kurd ne çar parçe bûn, ji beriya sed salan bi hevre dijîn. Piştî sed salan serdest dixwazin her çar parçeyan ji nû ve saz bikin. Dive li hemberî van polîtîkayan kurd bi hevre tevbigerin. Netew dewlet tengav bûne. Gel nerazî ne. Daxwaza veguhertinê ya gelan heye. Yekparêzî pêk nayê. Li vê derê jî hewcehiya yekitiya netewî derdikeve pêş. Sala 2013'an pêşketinek giring pêk hat. Lê Barzanî ji xebatan xwe paşve kişand. Eger vê demê yekitiya netewî pêk hatibûya îro Kerkuk wisa nedibû û referandumê dê encamek wisa negirtaya. Îro ji her demê bêzir yekitiya neteweyî pêwist e. Eger gotina me li cîhanê hebe, ne parçe parçe dive bi avakirina yekitiya netewî hebe.   *Bandora referandûma Başurê Kurdistanê û pêvajoya piştre bandorek çawa yekitiya netewî kir?   Başurê Kurdistan bi salane statuya xwe bi dest xistiye. Lê pergala ku gel dixwaze ne hat avakirin. Parlamento hat bypas kirin, daxwazên gel li ber çavan nehat girtin. Di pêvajoyê de çûyîna referandûmê hat rexnekirin. Di serî de dive pirsa daxwazên gel bikin û wisa biryara referandumê bistînin. Ev ne mijara eşîrî ye, dive biryara gelan a hevpar be. Encamên referandûmê jî birînek kûr vekir. Kerkuk hat dagirkirin û PDK û KNK jî temaşe kir. Gelê kurd ev qebûl nekir. Vê rewşê pêwîstiya yekitiya neteweyî carek din danî holê. PDK nikare bi tenê tiştekî bike. Dive bi rihê yekitî tevbigere. Di sedsala 21 emîn de şerê cîhanê ya 3 emîn tê meşandin, ji bilî yekitiya netewî tu fersendê gelê kurd tune ye. Projeyên gelê kurd heye û mîmarê wê ji birêz Ocalan e. Her tiştê kurdan heye lê yekitiya van tenê tune ye.   *Li Rojava jî geşedanên giring pêş ketin. Hilbijartin, pêngava Reqa û Dêra Zor. Pêngava Reqa di pêşengiya jinê de pêk hat û Reqa hat rizgarkirin. Hûn wekî KCD çawa dinêrxênin?   Suriye salane ji aliyê îktîdarê despot ve di bin zilmê de heya îro hatiye. Gelên herî balkêş jî kurd bûn. Gelên Suriye li hemberî rejîma Esad serî rakir. Kurd jî ji bo statuya xwe hêzên xweparastinê ava kirin û li hemberî DAÎŞ'ê tekoşînek mezin dan destpê kirin. Destkeftiyên vê tekoşînê ji tewahiya cîhanê re bû mînak. Ji ber ku DAÎŞ hêza derveyê mirovahiyê ye. Hêzên YPJ û YPG'ê li hemberî DAÎŞ'ê serkeftinê nîşanê cîhanê da. Ji ber vê yekê her kes herikî Rojavayê. Pêşengiya vê tekoşînê jî jin dikin.    *Pişti geşedanên Rojavayê civînên Astana, Soçî û Cenewre pêk hatin. Lê nunerên kurdan tev li van civînan nekir. Sedem çiye?    Salane gelên Rojava berdelên giran dan û statu bi dest xistin. Îro statuya gelên Rojava heye. Sereke Tirkiye û hêzên serdest vê statuyê nabînin. Kurd tekoşînek mezin pêş xist. Lê di civînên ji bo pêşeroja Suriye de cîh nagirin. Civînên vîna gelê kurd cîh negire encam nastîne. Heger kurd nebe encam jî tune. Hêzên li ser masê jî baş dizanin. Neçar in kurdan nas bikin. AKP her tim ji bo nasnekirina kurd tevdigere û bi heman armancê bandorê dewletên navnetewî ji dike. Çi dike bila bike kurd dê li ser wê masê rûnên, hêza esasî kurd in.   *Heman polîtîkayên AKP'ê ya li hemberî heremê berdewam kir...   Li Başurê Kurdistanê referandum pêk tê. Rojava statu tê bi dest xistin berteka yekem ji AKP'ê tê. AKP di nava xwe de şer dimeşîne. Li parçeyên din yê Kurdistanê jî dest dirêjî dike. Armanca AKP'ê çîye? Binêrin ji Rojava yek gule ne hatiye Tirkiyeyê. Tirkiye çima dixwaze bikeve Efrînê de. Ev dijminî ji bo çiye? Dema Tirkiye ket Efrînê, Kobanê, Başurê Kurdistanê, Bakûrê Kurdistanê bêdeng namîne. Tirkiye blofê dike. Mafê wî ji şansê wî jî tune ye.    *Sala 2017'an bi dawî bû. Sala nû nexşerêya pêşiya KCD'ê çî ye? Kurd dê siyasetek çawa bimeşîne?   Rewşa awarte li Kurdistanê cûda ye, pêkanînên rêveberiya awarte heye. Ji bo rakirina rewşa awarte emê tekoşînê bilind bikin. AKP nikari êdî van polîtîkayan bidomîne. Dive sala 2018'an bibe sala çûyîna AKP'ê. Îktîdarên faşîst tu caran bi hilbijartinê ne çûne, bi tekoşîna gelan çûye. Gelê me îro tê darizandin, girtîn Ev nayê qebûlkirin. Şoreşger, demokrat, sosyalîst, welatparêz, jin û ciwan dê sala nû li hemberî AKP'ê tekoşînê bilind bikin. Tecrîda li ser birêz Ocalan jî dê encama tekoşîna gelan de bê rakirin. Jin dê pêşengiyê bike. Jin dê tecrîdê bişkîne. Dive Ocalan azad be. Êdî dema kurdan e, bihara kurdan e.   MA / Ozgur Paksoy