Faîk Bûlût: Kerkûk bû cihê şikestinê

  • rojane
  • 09:22 27 Kanûn 2017
  • |
img

STENBOL – Nivîskar Faîk Bûlût, destnîşan kir ku serhildana gel a li Kurdistana Federe encama “dewleta rantiyeyî” ye û windakirina Kerkûkê bûye cihê şikestinekê. Bûlût destnîşan kir ku tu planeke Barzanî tune ye û riya çareseriyê Kongreya Neteweyî ye. 

Nivîskar Faîk Bûlût çalakiyên gel ên li Herêma Federe ya Kurdistanê ku li dijî partiyên îktîdarê û polîtîkayên siyasî û aborî dest pê kirin nirxandin. Bûlût got ku ji sala 1993’an ve hilbijêr û rêveberên li Kurdistana Federe serwer in û wiha got: “Bi taybetî jî herdu partiyên serdestî herêmê, mixabin êdî tu bernameyeke wan ku gel biparêzin, di warê aborî û civakî de li gor berjewendiyên gel tev bigerin nemaye.” 
 
'WEK DEWLETA RANTIYEYÎ BÛ’ 
 
Bûlût bi bîr xist ku li herêmê bi navê hilberînê tu tişt tune ye û wiha domand: “Çend sal berê Serokê Herêma Kurdistana Federe yê berê Mesûd Barzanî di axaftineke xwe de, ji ber li herêmê hilberîn tune ye giliyên xwe anî bûn ziman, lê belê ji bo çareserkirina vê yekê tu gav neavêtin. Dewlet wek dewleteke rantiyeyî bû. Yanî cihekî ku pere lê hebû, lê hilberîn lê tune bû. Ev pere jî pereyekî derî tomarkirinê bû. Di terhê Welatên Kendavê, Emîriyên Ereb ên Yekbûyî û Dubaiyê xwestin Kurdistanekê biafirînin, lê belê îro li wir bicihbûna Kurdistanê ne dişibe Dubaiyê ne Emîriyên Ereb ên Yekbûyî û ne jî Welatên Kendavê. Yanî bi mantiqa vê dewleta rantiyeyî hem pereyekî derî tomarkirinê hem jî bêyî hilberînê bidestxistina pereyan hebû. Her wiha rewşeke ku hemû dahat li ser petrolê, li ser firotin û bazarkirina petrolê hebû.” 
 
'BARZANÎ LI HEMBERÎ BÊRÊTIYAN XWE LI NEDÎTINÊ DATANÎ’ 
 
Bûlût destnîşan kir ku li herêmê bi navê edaleta civakî tu tiştek tune ye, dahata tê jî dikeve destê derdora ku PDK’ê bi rê ve dibe yan jî hezar û 200 kesên di rêveberiya Kurdistanê de. Bûlût bi lêv kir ku li aliyekî birçûbûn, sefalet û nehilberîniya derdoreke zêde; li aliyê din jî zêdebûna dewlemendan, derdorên ku ji rantiyeyên heyî bêtir sûdê werdigirin heye. Bûlût ev tişt gotin: “Bi taybetî jî bêrêtî piştî 2013’an zêde bûn. Heta wê demê Barzanî ji mirovên binamûs ên îtirazî bêrêtî û bertîlan kiribûn gotibû ‘Belê, ev bertîlxwar in lê em vana bavêjin û hin kesên nû bînin, em ê nikaribin wan kontrol bikin.’ Û di nav burokrasiyê te tu paqijî filan û bêvan nehat kirin.” 
 
'KERKÛK CIHÊ ŞIKESTINÊ BÛ’ 
 
Bûlût diyar kir ku newekhevî, tengasiya aborî ya di nav gelan de, bertîl an jî gendelî û sînordarkirina azadiyan piştî referandûmê heta qirikê hatiye û ji ber vê peqiyaye. Bûlût bi lêv kir ku Barzanî berê vê serhildana gel guman kiriye û ji ber vê refrandûm û serxwebûnê bi kar aniye. Bûlût ku got “Barzanî ji gel re digot ‘Bisekinin em serxwebûna xwe îlan bikin, bila dewlet têkeve destê me ji xwe em ê di her warî de rihet bibin’ û ji ber vê mirov heta demekê bêdeng man. Yanî referandum ji bo nixumandina ser bêrêtiyê û hemû xerabî û nebaşiyên rêveberiyê hat bikaranîn” destnîşan kir ku bi ser vê binketinê dema Kerkûk jî ji dest çû, êdî gel hatiye asta peqîneke mezin. Bûlût got ku Kerkûk bû cihê şikestinekê. 
 
Bûlût diyar kir ku piştî referandûmê Hikûmeta Iraqê Îranê jî kişandiye cem xwe û her diçe Kurdistanê dorpêç dikin û demarên aborî yên Kurdistanê birîne. Bûlût ev tişt gotin: “Hikûmet, ji sedî 17’ê budçeya ku diviya ji budçeya netewî bide Kurdistana Federe, rêjeya vê daxsit ji sedî 12.5’an. Lê belê êdî hikûmet vê jî nade. Tişta girîng jî ew e ku Îbadî dibêje ‘em ê gelê ku serî rakiriye biparêzin.’ Ev yek di heman demê de tê wateya ku Hikûmeta Bexdayê hewl dide ku dê çawa ji vê rewşê îstifade bike û Kurdistanê dorpêç bike. Armanca wan ne parastina gel e, bi awayekî nixumandî hewl didin ku dîsa çawa Kurdistanê dagir bikin û bi leşker, asayîşên Bexdayê çawa careke din li wir xwe bi cih bikin.” Bûlût destnîşan kir ku tişta ku niha Hikûmeta Bexdayê dike berdewamiya polîtîkayên Seddam in û wiha domand: “Û Barzanî li hemberî van geşedanan nikare tu tiştî jî bike. Çima? Çimkî planên wan tune ne. Li hemberî van bûyerên rû didin tu çareseriyên wan tune ne. Wek li her welatî, li Kurdistanê jî hewldanên ku bi zext û zoriyan gel bitepisînin hene.” 
 
Bûlût, got ku ev bûyer jî nîşan didin ku dê di rêveberiya Kurdistanê de krîz rû bide û muhtemel e ku dê hin kadro û wezaret bên guherandin. 
 
Herî dawî Bûlût nelidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd jî rexne kir û wiha got: “Heke îro Kongreya Netewî bihatana lidarxistin wê ev tiştên rê li ber binketinê vekirin rû nedanan. Divê ders ji nelidarxistina konferansê bê derxistin.” 
 
MA / Bîlal Seçkîn
 

Sernavên din

27/12/2017
14:31 ‘Em ê kefen li xwe bikin, lê kincên yek reng qebûl nakin’
14:16 'Divê her kes komkujiya Roboskê ji dil ve hîs bike'
13:56 ÎHD’ê ji girtiyan re kartên sersalê şand
13:45 Du birayên hev kuştî hatin dîtin
13:32 13 parazvanên Erdogan ên li Şirnexê ji peywirê hatin girtin
13:31 Komkujiya ku dixwazin ji bîr bikin: Roboskî
13:08 Serokê Baroya Edenê: Roboskê eyba dewletê ye
13:01 Kerestecîoglu: Dixwazin tevahiya Tirkiyeyê dîl bigirin
13:01 Çavên xwe winda kir, lê gotin ‘Te zirar daye malê çemawerî!’
12:31 Der barê midurê Girtîgeha Îskenderunê û peywirdarnan de serlêdana sûc kirin
12:18 Dadgeh kartê girtiyên 'teror' li gorî 'qanûnê' dibîne
11:48 ‘Hesabê Roboskê bihata pirsîn, dê li Cizîrê zarok nehatana şewitandin’
11:29 6 sal in dipirse: Çima bavê min hat kuştin?
11:15 Berdevkê YPG'ê Mehmud: Me bi gelên li Tirkiyeyê re şoreş pêk anî
11:10 Leyla Guven: Jin dê tecrîdê bişkînin û pêşengiyê bikin
10:41 Arşîva DAÎŞ'iyên di komkujiya Şengalê de cih girtin ket dest
09:27 Şaredarên AKP'î ji niha de ketin nava lîstikên hilbijartinê
09:27 Di 2023'an de felaketên mezin li pêş me ne
09:26 ‘Dewletê alîkarî nekir, em bûn deyndarê bankeyan’
09:25 Alikariya komirê ji 60 tanî daxistin 10 tonan
09:24 Polîsê Fendîk kuşt hêj li ser kar e
09:23 ‘Rageşiya cilên yek tîpî dê li derve jî belav bibe'
09:22 Faîk Bûlût: Kerkûk bû cihê şikestinê
09:21 Qeyûm avahiya Konseya Bajêr da ‘Gaziyan’
09:20 Ji bo bi muzîkên zimanên cuda kolanan bixemlînin ketin rê
09:20 ‘Bi parastina Gûantanamoyê nêta xwe aşkere kirin’
09:19 Doç. Dr. Çelîk: Ger aborî mezin dibe, çima ked erzan dibe?
09:16 Atolyeya Ozgun Sanatê şanoyê jî li xwe zêde kir
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2017'AN
26/12/2017
17:03 Dîsa kêlên goran xira kirin
16:55 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:24 Yuksekdag: Em ê cilên yek reng biçirînin û bavêjin
16:22 SES û Odeya Tabîban ên Amedê: Nexweş terkî mirinê hatin kirin
15:50 250 karkerên Şaredariya Beşîktaşê dest ji kar berdan
15:47 KESK sibê li tevahiya Tirkiyeyê pêkanînan şermezar dike
15:30 Zilamê li Rezanê îstîsmarî zarokan kir hat girtin
15:12 Kemalbay: Ji bo rakirina OHAL'ê em têkoşînê bilind bikin
14:44 Girtiyên siyasî mehekê dernakevin hevdîtinê
14:43 Ji bo tirsê mertalên xwe li erdê xistin
14:07 Yûsif ji serokatiya parlamamentoyê îstifa kir
13:59 KCD: AKP-MHP bi KHK welat dixe nava şer
13:53 Polîsan mudaxiliyê karkeran kir û nêzî 40 kesan binçav kirin
13:49 Ji bo hevdîtinê çû hat girtin!
13:40 Wekîlê HDP'ê Lezgîn Botan serbest berdan
13:33 Dadgehê daxwaza dosya Ozgur Gundemê bişîne AYM'ê red kir
13:18 Sebahat Tuncel ji dozekê beraet bû
13:14 Hevserokên HDP’ê yên bajaran awarte kom bûn
13:10 ‘Yekîtiya neteweyî bi yekîtiya jinan pêkan e’
13:04 Parêzerên Ocalan cara 716'an serî li dozgeriyê dan
12:50 TJA: rejîma tundiyê û yek tîp dê bi yekîtiya çalakiyan hilweşe
12:37 'Tu hiqûqnas van KHK'an qanûnî nake'
11:39 Rollas: Bê cezayî ji xwe di fîliyatê de hebû û pêk tanîn
11:23 24 sal borîn lê zilm û şerm neguherî
11:23 Doza akademîsyenan taloq kirin
11:16 Çima Kalekol li Şahîntepe avakirin?
11:08 Parêzvanên mafan û oldar: Bi êrîşa li dijî cenazeyan mirovahî têk çuye
11:01 Zarok 12 saetan bi 30 TL dixebitin
10:43 Wekîlê HDP'ê Lezgîn Botan binçav kirin
10:26 Keskîn: Ewlehiya me tu kesî tune ye!
10:06 Serokê SÛDEF’ê: Tecrîd kelemçekirina vîna bi milyonan kesî ye
10:05 6 sal in her ku dengê balafiran dibihîse vediciniqe
10:04 Zilamê ku Rojbîn Baranê kuşt, wekî ku tiştek nebûbe li taxê digere
10:04 Hemû projeyên Şaredariya Artemêtê betal kirin
10:03 Hinceta 10 sal cezayê li Irmakê birîn aşkere kir
09:50 ‘Wê têkoşîna li hemberî Rewşa Awarte bidome’
09:49 'Em ê li kuçeyan li hemberî yektîpiyê li ber xwe bidin’
09:48 Girtiyên li Antalyayê bang kirin: Bila raya giştî dengê me bibihîze
09:48 Foza Yusif: Wê meşa me ya azadiyê bidome
09:46 'Em beramberiya keda xwe wernagirin'
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2017'AN
25/12/2017
17:12 'Heke pirsgirêk dewam bikin em ê çalakiya rûniştinê bidin destpêkirin'
16:18 Bîlgen: Bêcezakirin Tirkiye dixe nava kaosê
15:50 12 baroyan KHK şermezar kirin
15:42 Beko: KHK'a taşeron li dijî makeqanûnê ye
15:41 'Em bedeng namînin'
15:35 Leşkerekî leşkerek birîndar kir
15:28 Rejîm li Dêra Zorê sivîlan topbaran dike
15:26 Kartên sersalê ji girtiyan re şandin
15:16 Cilên yek reng li ber Girtîgeha Bakirkoyê şermezar kirin
14:48 Li Amed û Wanê îxrackirina kedkaran şermezar kirin
14:42 ‘Piştî hevalê me sîxurtiyê qebûl nake, tê derpkirin’
14:15 Li Kolana Yukselê roja 412’an: 3 kes binçav kirin
14:14 Zilamê hevjînê xwe kuşt, gef li nûçegihanê JINNEWS'ê xwar
13:35 Doza Aydogan hat dîtin
13:24 Malbata xaniyê wan şewitî li derve man
13:16 Beko xwest ji bo heqê herî kêm kaxizê têxin destê xwe û dakevin bazarê
13:15 Hatîp Dîcle: Baykal îtîfaqa Erdogan-Ergenekonê pêş xist
13:14 Eşîrên Sûriyê li Reyhanliyê civîyan
13:00 HDP’iyan malbata Umut ê polîsan ew birîndar kir ziyaret kirin
12:59 Doza Cumhuriyetê dest pê kir: Ahmet Şik ji salonê derxistin
12:50 HDP’ê xwest meclîs li dijî KHK’ê civîna awarte pêk bîne
12:43 Beştaş: KHK'a bi hejmara 696'an kuştinê rewa dike
12:28 Li Şemzînanê pevçûn: 3 leşker mirin
11:59 Li ser sînorê Efrînê tevgera leşkerî dewam dike
11:50 KCD: Komkujiya Roboskî ji hişê me dernakeve
11:48 Baydemîr: Kurdên ji tifaqê birevin ji rûxandinê berpirsyarin
11:36 Dengîr Firat: Ne pêkan e mirov ji wekîlên kurd ên nava AKP’ê re bêje kurd
11:27 Şahidê Goristana Xerzanê: Min ji mirovahiya xwe şerm kir
11:06 Kelepçe kirin, li wan dan û bi zorê belge bi wan dan îmzekirin
10:38 2 salan wergervaniya kurdî kir, serlêdana 2018'an red kirin