Faîk Bûlût: Kerkûk bû cihê şikestinê 2017-12-27 09:22:59 STENBOL – Nivîskar Faîk Bûlût, destnîşan kir ku serhildana gel a li Kurdistana Federe encama “dewleta rantiyeyî” ye û windakirina Kerkûkê bûye cihê şikestinekê. Bûlût destnîşan kir ku tu planeke Barzanî tune ye û riya çareseriyê Kongreya Neteweyî ye.  Nivîskar Faîk Bûlût çalakiyên gel ên li Herêma Federe ya Kurdistanê ku li dijî partiyên îktîdarê û polîtîkayên siyasî û aborî dest pê kirin nirxandin. Bûlût got ku ji sala 1993’an ve hilbijêr û rêveberên li Kurdistana Federe serwer in û wiha got: “Bi taybetî jî herdu partiyên serdestî herêmê, mixabin êdî tu bernameyeke wan ku gel biparêzin, di warê aborî û civakî de li gor berjewendiyên gel tev bigerin nemaye.”    'WEK DEWLETA RANTIYEYÎ BÛ’    Bûlût bi bîr xist ku li herêmê bi navê hilberînê tu tişt tune ye û wiha domand: “Çend sal berê Serokê Herêma Kurdistana Federe yê berê Mesûd Barzanî di axaftineke xwe de, ji ber li herêmê hilberîn tune ye giliyên xwe anî bûn ziman, lê belê ji bo çareserkirina vê yekê tu gav neavêtin. Dewlet wek dewleteke rantiyeyî bû. Yanî cihekî ku pere lê hebû, lê hilberîn lê tune bû. Ev pere jî pereyekî derî tomarkirinê bû. Di terhê Welatên Kendavê, Emîriyên Ereb ên Yekbûyî û Dubaiyê xwestin Kurdistanekê biafirînin, lê belê îro li wir bicihbûna Kurdistanê ne dişibe Dubaiyê ne Emîriyên Ereb ên Yekbûyî û ne jî Welatên Kendavê. Yanî bi mantiqa vê dewleta rantiyeyî hem pereyekî derî tomarkirinê hem jî bêyî hilberînê bidestxistina pereyan hebû. Her wiha rewşeke ku hemû dahat li ser petrolê, li ser firotin û bazarkirina petrolê hebû.”    'BARZANÎ LI HEMBERÎ BÊRÊTIYAN XWE LI NEDÎTINÊ DATANÎ’    Bûlût destnîşan kir ku li herêmê bi navê edaleta civakî tu tiştek tune ye, dahata tê jî dikeve destê derdora ku PDK’ê bi rê ve dibe yan jî hezar û 200 kesên di rêveberiya Kurdistanê de. Bûlût bi lêv kir ku li aliyekî birçûbûn, sefalet û nehilberîniya derdoreke zêde; li aliyê din jî zêdebûna dewlemendan, derdorên ku ji rantiyeyên heyî bêtir sûdê werdigirin heye. Bûlût ev tişt gotin: “Bi taybetî jî bêrêtî piştî 2013’an zêde bûn. Heta wê demê Barzanî ji mirovên binamûs ên îtirazî bêrêtî û bertîlan kiribûn gotibû ‘Belê, ev bertîlxwar in lê em vana bavêjin û hin kesên nû bînin, em ê nikaribin wan kontrol bikin.’ Û di nav burokrasiyê te tu paqijî filan û bêvan nehat kirin.”    'KERKÛK CIHÊ ŞIKESTINÊ BÛ’    Bûlût diyar kir ku newekhevî, tengasiya aborî ya di nav gelan de, bertîl an jî gendelî û sînordarkirina azadiyan piştî referandûmê heta qirikê hatiye û ji ber vê peqiyaye. Bûlût bi lêv kir ku Barzanî berê vê serhildana gel guman kiriye û ji ber vê refrandûm û serxwebûnê bi kar aniye. Bûlût ku got “Barzanî ji gel re digot ‘Bisekinin em serxwebûna xwe îlan bikin, bila dewlet têkeve destê me ji xwe em ê di her warî de rihet bibin’ û ji ber vê mirov heta demekê bêdeng man. Yanî referandum ji bo nixumandina ser bêrêtiyê û hemû xerabî û nebaşiyên rêveberiyê hat bikaranîn” destnîşan kir ku bi ser vê binketinê dema Kerkûk jî ji dest çû, êdî gel hatiye asta peqîneke mezin. Bûlût got ku Kerkûk bû cihê şikestinekê.    Bûlût diyar kir ku piştî referandûmê Hikûmeta Iraqê Îranê jî kişandiye cem xwe û her diçe Kurdistanê dorpêç dikin û demarên aborî yên Kurdistanê birîne. Bûlût ev tişt gotin: “Hikûmet, ji sedî 17’ê budçeya ku diviya ji budçeya netewî bide Kurdistana Federe, rêjeya vê daxsit ji sedî 12.5’an. Lê belê êdî hikûmet vê jî nade. Tişta girîng jî ew e ku Îbadî dibêje ‘em ê gelê ku serî rakiriye biparêzin.’ Ev yek di heman demê de tê wateya ku Hikûmeta Bexdayê hewl dide ku dê çawa ji vê rewşê îstifade bike û Kurdistanê dorpêç bike. Armanca wan ne parastina gel e, bi awayekî nixumandî hewl didin ku dîsa çawa Kurdistanê dagir bikin û bi leşker, asayîşên Bexdayê çawa careke din li wir xwe bi cih bikin.” Bûlût destnîşan kir ku tişta ku niha Hikûmeta Bexdayê dike berdewamiya polîtîkayên Seddam in û wiha domand: “Û Barzanî li hemberî van geşedanan nikare tu tiştî jî bike. Çima? Çimkî planên wan tune ne. Li hemberî van bûyerên rû didin tu çareseriyên wan tune ne. Wek li her welatî, li Kurdistanê jî hewldanên ku bi zext û zoriyan gel bitepisînin hene.”    Bûlût, got ku ev bûyer jî nîşan didin ku dê di rêveberiya Kurdistanê de krîz rû bide û muhtemel e ku dê hin kadro û wezaret bên guherandin.    Herî dawî Bûlût nelidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd jî rexne kir û wiha got: “Heke îro Kongreya Netewî bihatana lidarxistin wê ev tiştên rê li ber binketinê vekirin rû nedanan. Divê ders ji nelidarxistina konferansê bê derxistin.”    MA / Bîlal Seçkîn