SES û Odeya Tabîban ên Amedê: Nexweş terkî mirinê hatin kirin

  • rojane
  • 16:22 26 Kanûn 2017
  • |
img

AMED – Odeya Tabîban û Şaxa SES’ê yên Amedê diyar kirin ku piştî îxracan xizmeta tenduristiyê nayê dayîn û gotin: “Ji ber îxrackirina hindekaran, di vê serdemê de emeliyata gelek nexweşan nehatiye kirin. Rewşa tenduristiya hin nexweşan gihîştiye asta mirinê. Êdî xizmetek bê qalîte tê dayîn." 

Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) û Odeya Tabîban ên Amedê têkildarî weşandina KHK, îxrackirina kedkarên tenduristiyê û li qada tenduristiyê binpêkirina mafan ku diqewime rapora amade kirin aşkere kir. Civîn li avahiya SES’ê hat lidarxistin. Di civînê de Hevserokê Odeya Tabîban a Amedê Şerîf Demîr axivî û diyar kir ku piştî rejîma OHAL’ê hat îlankirin bi KHK’iyan nêzî 140 hezar kedkarên cemaweriyê hatin îxrackirin û bi KHK’iyên dê bên weşandin çend kesên din îxrac bibin nayê zanîn. 
 
‘ÎXRAC RÊ LI BER XETERIYÊ VEDIKIN’ 
 
Demîr destnîşan kir ku ji ber van polîtîkayan di serî de tenduristî û perwerdehî û bêîstîsna hemû xizmeta cemaweriyê bandor kiriye û wiha got: “Îxrackirina nêzî 6 hezar hekîm dema ji warê hekîmiyê de bê nirxandin rê li ber encamek çawa xeternak vekiriye mirov dibîne. Dê ev xeterî hêj rê li ber riyên cuda vebike. Dê ev di nava demê de bê fêmkirin. Îxrac li herêmê û li bajarê me gelek çêbûne. Di encama vê yekê de xizmet dayîna tenduristiyek bêqalîte derketiye holê. Ev xizmeta bêqalîte bandorê di serî de li ser Amedê û li tevahiya gelê herêmê kiriye. Xwe gihandina xizmetek tenduristiyê ya baş gelek zehmet bûye.” 
 
'DARBE LI TENDURISTIYA GEL DAN’ 
 
Demîr da zanîn ku di serî de nexweşxaneyên Zanîngeha Dîcleyê û li tevahiya saziyên tenduristiyê yên li bajêr di dayîna xizmetê de astengiyên heta gihîştiye mirinê diqewimin û got: “Ji nexweşên penceşêrê bigire heta nexweşên neqla gurcikê ji bo wan tekirin, ji nexweşên zarok bigire heta nexweşên dil li ser hemû civakê bandorek neyînî hatiye kirin. Piştî îxracan dema ji bo dermankirina nexweşan hatibû veqetandin hatiye kinkirin. Piştî îxracan neyîniyên dayîna xizmeta tenduristiyê dewam dikin. Bi rejîma OHAL û KHK’iyan darbeyek giran li tenduristiya gel hatiye xistin.” 
 
‘NEXWEŞ TERKÎ MIRINÊ HATIN KIRIN’ 
 
Piştî daxuyaniya Demîr, rapor ji raya giştî re hat aşkerekirin. Di raporê de hat gotin ku ji ber îxracên li navenda Amed û navçeyên wê xizmeta tenduristiyê nehatiye dayîn û nexweşên divê dermankirina xwe dewam bikin û nayên dermankirin li Xarpêt û Meletiyê serî li nexweşxaneyan dane. Di raporê de hat diyarkirin ku li gorî daneyên 2014’an li Tirkiyeyê emeliyata dil a vekirî herî zêde li Zanîngeha Dîcleyê hatiye kirin û ji ber peywîrdarên hindekarên ji beşa cerahiya dil û damar peywîrdar in hatine îxrackirin demek dirêj vê serwîsê emeliyatan pêk neaniye. Di raporê de wiha hat gotin: “Bi peywîrdarkirina wezîfedarek hîndkariyê di hefteyê de tenê 2 nexweş hatine emeliyatkirin. Di vê pêvajoyê de nexweşên serî li nexweşxaneyê dane, neçar mane ku biçin nexweşxaneyên taybet û biçin bajarên derdorê. Nexweşên nikarin biçin serî li cihekî din bidin terkî mirinê hatine kirin. Rewşa tenduristiya hin nexweşan gihîştiye asta mirinê. Xizmeta tenduristiyê tê dayîn gihîştiye asta bêqalîte.”
 
 

Sernavên din

27/12/2017
14:31 ‘Em ê kefen li xwe bikin, lê kincên yek reng qebûl nakin’
14:16 'Divê her kes komkujiya Roboskê ji dil ve hîs bike'
13:56 ÎHD’ê ji girtiyan re kartên sersalê şand
13:45 Du birayên hev kuştî hatin dîtin
13:32 13 parazvanên Erdogan ên li Şirnexê ji peywirê hatin girtin
13:31 Komkujiya ku dixwazin ji bîr bikin: Roboskî
13:08 Serokê Baroya Edenê: Roboskê eyba dewletê ye
13:01 Kerestecîoglu: Dixwazin tevahiya Tirkiyeyê dîl bigirin
13:01 Çavên xwe winda kir, lê gotin ‘Te zirar daye malê çemawerî!’
12:31 Der barê midurê Girtîgeha Îskenderunê û peywirdarnan de serlêdana sûc kirin
12:18 Dadgeh kartê girtiyên 'teror' li gorî 'qanûnê' dibîne
11:48 ‘Hesabê Roboskê bihata pirsîn, dê li Cizîrê zarok nehatana şewitandin’
11:29 6 sal in dipirse: Çima bavê min hat kuştin?
11:15 Berdevkê YPG'ê Mehmud: Me bi gelên li Tirkiyeyê re şoreş pêk anî
11:10 Leyla Guven: Jin dê tecrîdê bişkînin û pêşengiyê bikin
10:41 Arşîva DAÎŞ'iyên di komkujiya Şengalê de cih girtin ket dest
09:27 Şaredarên AKP'î ji niha de ketin nava lîstikên hilbijartinê
09:27 Di 2023'an de felaketên mezin li pêş me ne
09:26 ‘Dewletê alîkarî nekir, em bûn deyndarê bankeyan’
09:25 Alikariya komirê ji 60 tanî daxistin 10 tonan
09:24 Polîsê Fendîk kuşt hêj li ser kar e
09:23 ‘Rageşiya cilên yek tîpî dê li derve jî belav bibe'
09:22 Faîk Bûlût: Kerkûk bû cihê şikestinê
09:21 Qeyûm avahiya Konseya Bajêr da ‘Gaziyan’
09:20 Ji bo bi muzîkên zimanên cuda kolanan bixemlînin ketin rê
09:20 ‘Bi parastina Gûantanamoyê nêta xwe aşkere kirin’
09:19 Doç. Dr. Çelîk: Ger aborî mezin dibe, çima ked erzan dibe?
09:16 Atolyeya Ozgun Sanatê şanoyê jî li xwe zêde kir
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2017'AN
26/12/2017
17:03 Dîsa kêlên goran xira kirin
16:55 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:24 Yuksekdag: Em ê cilên yek reng biçirînin û bavêjin
16:22 SES û Odeya Tabîban ên Amedê: Nexweş terkî mirinê hatin kirin
15:50 250 karkerên Şaredariya Beşîktaşê dest ji kar berdan
15:47 KESK sibê li tevahiya Tirkiyeyê pêkanînan şermezar dike
15:30 Zilamê li Rezanê îstîsmarî zarokan kir hat girtin
15:12 Kemalbay: Ji bo rakirina OHAL'ê em têkoşînê bilind bikin
14:44 Girtiyên siyasî mehekê dernakevin hevdîtinê
14:43 Ji bo tirsê mertalên xwe li erdê xistin
14:07 Yûsif ji serokatiya parlamamentoyê îstifa kir
13:59 KCD: AKP-MHP bi KHK welat dixe nava şer
13:53 Polîsan mudaxiliyê karkeran kir û nêzî 40 kesan binçav kirin
13:49 Ji bo hevdîtinê çû hat girtin!
13:40 Wekîlê HDP'ê Lezgîn Botan serbest berdan
13:33 Dadgehê daxwaza dosya Ozgur Gundemê bişîne AYM'ê red kir
13:18 Sebahat Tuncel ji dozekê beraet bû
13:14 Hevserokên HDP’ê yên bajaran awarte kom bûn
13:10 ‘Yekîtiya neteweyî bi yekîtiya jinan pêkan e’
13:04 Parêzerên Ocalan cara 716'an serî li dozgeriyê dan
12:50 TJA: rejîma tundiyê û yek tîp dê bi yekîtiya çalakiyan hilweşe
12:37 'Tu hiqûqnas van KHK'an qanûnî nake'
11:39 Rollas: Bê cezayî ji xwe di fîliyatê de hebû û pêk tanîn
11:23 24 sal borîn lê zilm û şerm neguherî
11:23 Doza akademîsyenan taloq kirin
11:16 Çima Kalekol li Şahîntepe avakirin?
11:08 Parêzvanên mafan û oldar: Bi êrîşa li dijî cenazeyan mirovahî têk çuye
11:01 Zarok 12 saetan bi 30 TL dixebitin
10:43 Wekîlê HDP'ê Lezgîn Botan binçav kirin
10:26 Keskîn: Ewlehiya me tu kesî tune ye!
10:06 Serokê SÛDEF’ê: Tecrîd kelemçekirina vîna bi milyonan kesî ye
10:05 6 sal in her ku dengê balafiran dibihîse vediciniqe
10:04 Zilamê ku Rojbîn Baranê kuşt, wekî ku tiştek nebûbe li taxê digere
10:04 Hemû projeyên Şaredariya Artemêtê betal kirin
10:03 Hinceta 10 sal cezayê li Irmakê birîn aşkere kir
09:50 ‘Wê têkoşîna li hemberî Rewşa Awarte bidome’
09:49 'Em ê li kuçeyan li hemberî yektîpiyê li ber xwe bidin’
09:48 Girtiyên li Antalyayê bang kirin: Bila raya giştî dengê me bibihîze
09:48 Foza Yusif: Wê meşa me ya azadiyê bidome
09:46 'Em beramberiya keda xwe wernagirin'
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2017'AN
25/12/2017
17:12 'Heke pirsgirêk dewam bikin em ê çalakiya rûniştinê bidin destpêkirin'
16:18 Bîlgen: Bêcezakirin Tirkiye dixe nava kaosê
15:50 12 baroyan KHK şermezar kirin
15:42 Beko: KHK'a taşeron li dijî makeqanûnê ye
15:41 'Em bedeng namînin'
15:35 Leşkerekî leşkerek birîndar kir
15:28 Rejîm li Dêra Zorê sivîlan topbaran dike
15:26 Kartên sersalê ji girtiyan re şandin
15:16 Cilên yek reng li ber Girtîgeha Bakirkoyê şermezar kirin
14:48 Li Amed û Wanê îxrackirina kedkaran şermezar kirin
14:42 ‘Piştî hevalê me sîxurtiyê qebûl nake, tê derpkirin’
14:15 Li Kolana Yukselê roja 412’an: 3 kes binçav kirin
14:14 Zilamê hevjînê xwe kuşt, gef li nûçegihanê JINNEWS'ê xwar
13:35 Doza Aydogan hat dîtin
13:24 Malbata xaniyê wan şewitî li derve man
13:16 Beko xwest ji bo heqê herî kêm kaxizê têxin destê xwe û dakevin bazarê
13:15 Hatîp Dîcle: Baykal îtîfaqa Erdogan-Ergenekonê pêş xist
13:14 Eşîrên Sûriyê li Reyhanliyê civîyan
13:00 HDP’iyan malbata Umut ê polîsan ew birîndar kir ziyaret kirin
12:59 Doza Cumhuriyetê dest pê kir: Ahmet Şik ji salonê derxistin
12:50 HDP’ê xwest meclîs li dijî KHK’ê civîna awarte pêk bîne
12:43 Beştaş: KHK'a bi hejmara 696'an kuştinê rewa dike
12:28 Li Şemzînanê pevçûn: 3 leşker mirin
11:59 Li ser sînorê Efrînê tevgera leşkerî dewam dike
11:50 KCD: Komkujiya Roboskî ji hişê me dernakeve
11:48 Baydemîr: Kurdên ji tifaqê birevin ji rûxandinê berpirsyarin
11:36 Dengîr Firat: Ne pêkan e mirov ji wekîlên kurd ên nava AKP’ê re bêje kurd
11:27 Şahidê Goristana Xerzanê: Min ji mirovahiya xwe şerm kir
11:06 Kelepçe kirin, li wan dan û bi zorê belge bi wan dan îmzekirin
10:38 2 salan wergervaniya kurdî kir, serlêdana 2018'an red kirin