SES û Odeya Tabîban ên Amedê: Nexweş terkî mirinê hatin kirin 2017-12-26 16:22:05 AMED – Odeya Tabîban û Şaxa SES’ê yên Amedê diyar kirin ku piştî îxracan xizmeta tenduristiyê nayê dayîn û gotin: “Ji ber îxrackirina hindekaran, di vê serdemê de emeliyata gelek nexweşan nehatiye kirin. Rewşa tenduristiya hin nexweşan gihîştiye asta mirinê. Êdî xizmetek bê qalîte tê dayîn."  Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) û Odeya Tabîban ên Amedê têkildarî weşandina KHK, îxrackirina kedkarên tenduristiyê û li qada tenduristiyê binpêkirina mafan ku diqewime rapora amade kirin aşkere kir. Civîn li avahiya SES’ê hat lidarxistin. Di civînê de Hevserokê Odeya Tabîban a Amedê Şerîf Demîr axivî û diyar kir ku piştî rejîma OHAL’ê hat îlankirin bi KHK’iyan nêzî 140 hezar kedkarên cemaweriyê hatin îxrackirin û bi KHK’iyên dê bên weşandin çend kesên din îxrac bibin nayê zanîn.    ‘ÎXRAC RÊ LI BER XETERIYÊ VEDIKIN’    Demîr destnîşan kir ku ji ber van polîtîkayan di serî de tenduristî û perwerdehî û bêîstîsna hemû xizmeta cemaweriyê bandor kiriye û wiha got: “Îxrackirina nêzî 6 hezar hekîm dema ji warê hekîmiyê de bê nirxandin rê li ber encamek çawa xeternak vekiriye mirov dibîne. Dê ev xeterî hêj rê li ber riyên cuda vebike. Dê ev di nava demê de bê fêmkirin. Îxrac li herêmê û li bajarê me gelek çêbûne. Di encama vê yekê de xizmet dayîna tenduristiyek bêqalîte derketiye holê. Ev xizmeta bêqalîte bandorê di serî de li ser Amedê û li tevahiya gelê herêmê kiriye. Xwe gihandina xizmetek tenduristiyê ya baş gelek zehmet bûye.”    'DARBE LI TENDURISTIYA GEL DAN’    Demîr da zanîn ku di serî de nexweşxaneyên Zanîngeha Dîcleyê û li tevahiya saziyên tenduristiyê yên li bajêr di dayîna xizmetê de astengiyên heta gihîştiye mirinê diqewimin û got: “Ji nexweşên penceşêrê bigire heta nexweşên neqla gurcikê ji bo wan tekirin, ji nexweşên zarok bigire heta nexweşên dil li ser hemû civakê bandorek neyînî hatiye kirin. Piştî îxracan dema ji bo dermankirina nexweşan hatibû veqetandin hatiye kinkirin. Piştî îxracan neyîniyên dayîna xizmeta tenduristiyê dewam dikin. Bi rejîma OHAL û KHK’iyan darbeyek giran li tenduristiya gel hatiye xistin.”    ‘NEXWEŞ TERKÎ MIRINÊ HATIN KIRIN’    Piştî daxuyaniya Demîr, rapor ji raya giştî re hat aşkerekirin. Di raporê de hat gotin ku ji ber îxracên li navenda Amed û navçeyên wê xizmeta tenduristiyê nehatiye dayîn û nexweşên divê dermankirina xwe dewam bikin û nayên dermankirin li Xarpêt û Meletiyê serî li nexweşxaneyan dane. Di raporê de hat diyarkirin ku li gorî daneyên 2014’an li Tirkiyeyê emeliyata dil a vekirî herî zêde li Zanîngeha Dîcleyê hatiye kirin û ji ber peywîrdarên hindekarên ji beşa cerahiya dil û damar peywîrdar in hatine îxrackirin demek dirêj vê serwîsê emeliyatan pêk neaniye. Di raporê de wiha hat gotin: “Bi peywîrdarkirina wezîfedarek hîndkariyê di hefteyê de tenê 2 nexweş hatine emeliyatkirin. Di vê pêvajoyê de nexweşên serî li nexweşxaneyê dane, neçar mane ku biçin nexweşxaneyên taybet û biçin bajarên derdorê. Nexweşên nikarin biçin serî li cihekî din bidin terkî mirinê hatine kirin. Rewşa tenduristiya hin nexweşan gihîştiye asta mirinê. Xizmeta tenduristiyê tê dayîn gihîştiye asta bêqalîte.”