Parêzvanên mafan û oldar: Bi êrîşa li dijî cenazeyan mirovahî têk çuye

  • rojane
  • 11:08 26 Kanûn 2017
  • |
img

AMED – Parêzvanên mafên mirovan û oldaran bertek nîşanî derxistina 267 cenazeyên li Goristana Xerzanê dan. Parêzvanên mafan û oldaran diyarin kir ku bi vê bûyera dawî ya derxistina cenazeyan re êdî mirovahî têk çûye û wek “Elameta qiyametê” nirxandin û bêrêziya li dijî cenazeyan wîjdanên malbat û mirovahiyê diêşîne. 

Li gundê Oleka Jor a girêdayî navenda Bedlîsê, leşkeran bi ser Goristana Xerzanê ve girt û hemû gor rûxandin. Piştî rûxandinê goran kolandin û 267 cenazeyên endamên PKK’ê ji goran derxistin. Bêyî ku agahî bidin malbatên wan hat zanîn ku cenazeyan şandine Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Parêzvanê mafê mirovan û oldaran li dijî derxistina cenazeyan bertek nîşan da. 
 
Serokê Înîsiyatîfa Maf Ahmet Faruk Unsal diyar kir ku derxistina cenazeyan a ji goran li dijî rûmeta miorvahiyê ye û nêzîkatiyek bêhurmiyet a hovîtiyê ye. Unsal da zanîn ku mijar ji binpêkirina mafan wêdetir wek nêzîkatiyek polîtîk xwe dide nîşandan û got: “Helwesta hov a dewleta Tirkiyeyê ji Şêx Seîd, Seîdî Nursî û Seyît Rizayan ve li dijî cenaze û gorên kurdan neguheriye.” 
 
‘SERÎ LI RÊBAZÊN ÎMHARKIRINÊ DIDIN’ 
 
Unsal anî ziman ku dema dewlet xwe naguherîne serî li polîtîkayên îmhayê dide û wiha dewam kir: “Dema em bala xwe didinê, di dîroka derbasbûy de li ermeniyan jî wisa kirin. Li dijî gorên ermeniyan ku bi sedan sal e li ser vê axê dijîn gorên wan hatin tunekirin û li serê înşatan avakirin. Dewleta tirk dema xwe naguherîne polîtîkaya tunekirin û paqijkirinê li dijî goran dide nîşandan. Kirinên bêehlaq dide nîşandan.” 
 
‘DIXWAZIN HEMÛ ŞOPA KURDAN PAQIJ BIKIN’ 
 
Unsal diyar kir ku destkeftiyên kurdan ji nedîtî ve tê dîtin û wiha axivî: “Rêxistina netew-dewlet kurdan her tim li ser axa Rojhilata Navîn wek gefekî dibînin. Dixwazin hemû rêç û şopa kurdan paqij bikin. Di nav du salên dawî de li ber çavê hemû cîhanê, Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Şirnex, Gever û gelek deverên dem û duz kirin. Dê ji niha şûn ve der barê tiştên bên kirin de em hemû dikarin texmîn bikin.” 
 
‘EM MATMAYÎ NE Û NIKARIN BÛYERÊ JI MALBATAN RE PÊNASE BIKIN’ 
 
Alîkarê Hevserokê Giştî û Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Racî Bîlîcî jî destnîşan kir ku li dijî derxistina bi sedan cenaze hêj ew matmayî ne û got: “Cara ewil wisa bi komî em dibin şahidê êrîşek wiha hovane. Em şerm û ecêbmayî lê dinêrin. Cara yekemîn ez bi bûyerek wisa re rû bi rû dimînim. Ravekirin û pênasekirina vê yekê tune ye. Gelek malbatan serî li komeleya me da. Em nikarin vê rewşê ji malbatan re pênase bikin. Cihê bêrêziyek wisa di tu qanûnên navxweyî, qanûnên peymanên navnetewî, çand, bawerî û gelî de tune ye.” 
 
‘EM Ê SERÎ LI SAZIYÊN NAVNETEWÎ BIDIN’ 
 
Bîlîcî got ku ew ê serî li saziyên navnetewî yên eleqedar bidin û wiha lê zêde kir: “Ev nêzîkatiyek cuda ye û bi awayek din nêzî goran bûne. Ewil êrîş dikin rûdixînin û pişt re bi vê yekê re namînin paşê jî cenazeyan derdixin direvînin.” 
 
‘EV ÊRÎŞ ELAMETÊ QIYAMETÊ YE’ 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Nîmettullah Erdogmuş jî bi gotinên “Ev yekê elametê qiyametê ye. Cihê ku mirovahî lê xelas bûye” dest bi axaftina xwe kir û wiha bertek nîşan da: “Em ol, bawerî û mezheben neaxivin. Li ser axekî û welatekî heke li hember miriyan rêz tune be, hurmeta miriyan hatibe jibîrkirin, êdî cihê ku em nikarin behsa mirovahiyê bikin. Dibe ku li cihekî li hember we şer kiribe û dijminê we be. Lê dîroka mirovahiyê bi dijminahî û mirinan re tije ye. Di tu dîrokê de piştî şer, tune ye ku mirî nehatibin definkirin û goristana wan tune be. Lê vir rewş cuda ye.” 
 
‘MALBAT, MIROVAHÎ Û WÎJDAN DIÊŞE’
 
Endamê Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD) Mele Abdulbarî Tiryakî jî nerazîbûn li dijî rûxandin û derxistina cenazeyan nîşan da û wiha axivî: “Di hemû baweriyan de li dijî cenazeyan û miriyan rêz girtin heye. Ya ku ol li ser me ferz dike û ferman dide, em mirîye xwe bi başî oxir bikin û xwedî li wan derbikevin. Êrîşên li dijî goran hovîtiya herî mezin e. Ne di mirovahiyê de û ne jî di olê de jî cihê vê êrîşê tune ye. Ew miriyên rastî êrîşê hatine canê wan na êşe, yê canê wan diêşe malbatê wan, mirovahî û wîjdan e. Armanca êrîşkaran ew e ku naxwazin cenaze û mirî bi rehetî di gorên xwe de rakevin.” 
 
MA / Bîlal Guldem – Lezgîn Akdenîz
 

Sernavên din

27/12/2017
14:31 ‘Em ê kefen li xwe bikin, lê kincên yek reng qebûl nakin’
14:16 'Divê her kes komkujiya Roboskê ji dil ve hîs bike'
13:56 ÎHD’ê ji girtiyan re kartên sersalê şand
13:45 Du birayên hev kuştî hatin dîtin
13:32 13 parazvanên Erdogan ên li Şirnexê ji peywirê hatin girtin
13:31 Komkujiya ku dixwazin ji bîr bikin: Roboskî
13:08 Serokê Baroya Edenê: Roboskê eyba dewletê ye
13:01 Kerestecîoglu: Dixwazin tevahiya Tirkiyeyê dîl bigirin
13:01 Çavên xwe winda kir, lê gotin ‘Te zirar daye malê çemawerî!’
12:31 Der barê midurê Girtîgeha Îskenderunê û peywirdarnan de serlêdana sûc kirin
12:18 Dadgeh kartê girtiyên 'teror' li gorî 'qanûnê' dibîne
11:48 ‘Hesabê Roboskê bihata pirsîn, dê li Cizîrê zarok nehatana şewitandin’
11:29 6 sal in dipirse: Çima bavê min hat kuştin?
11:15 Berdevkê YPG'ê Mehmud: Me bi gelên li Tirkiyeyê re şoreş pêk anî
11:10 Leyla Guven: Jin dê tecrîdê bişkînin û pêşengiyê bikin
10:41 Arşîva DAÎŞ'iyên di komkujiya Şengalê de cih girtin ket dest
09:27 Şaredarên AKP'î ji niha de ketin nava lîstikên hilbijartinê
09:27 Di 2023'an de felaketên mezin li pêş me ne
09:26 ‘Dewletê alîkarî nekir, em bûn deyndarê bankeyan’
09:25 Alikariya komirê ji 60 tanî daxistin 10 tonan
09:24 Polîsê Fendîk kuşt hêj li ser kar e
09:23 ‘Rageşiya cilên yek tîpî dê li derve jî belav bibe'
09:22 Faîk Bûlût: Kerkûk bû cihê şikestinê
09:21 Qeyûm avahiya Konseya Bajêr da ‘Gaziyan’
09:20 Ji bo bi muzîkên zimanên cuda kolanan bixemlînin ketin rê
09:20 ‘Bi parastina Gûantanamoyê nêta xwe aşkere kirin’
09:19 Doç. Dr. Çelîk: Ger aborî mezin dibe, çima ked erzan dibe?
09:16 Atolyeya Ozgun Sanatê şanoyê jî li xwe zêde kir
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2017'AN
26/12/2017
17:03 Dîsa kêlên goran xira kirin
16:55 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:24 Yuksekdag: Em ê cilên yek reng biçirînin û bavêjin
16:22 SES û Odeya Tabîban ên Amedê: Nexweş terkî mirinê hatin kirin
15:50 250 karkerên Şaredariya Beşîktaşê dest ji kar berdan
15:47 KESK sibê li tevahiya Tirkiyeyê pêkanînan şermezar dike
15:30 Zilamê li Rezanê îstîsmarî zarokan kir hat girtin
15:12 Kemalbay: Ji bo rakirina OHAL'ê em têkoşînê bilind bikin
14:44 Girtiyên siyasî mehekê dernakevin hevdîtinê
14:43 Ji bo tirsê mertalên xwe li erdê xistin
14:07 Yûsif ji serokatiya parlamamentoyê îstifa kir
13:59 KCD: AKP-MHP bi KHK welat dixe nava şer
13:53 Polîsan mudaxiliyê karkeran kir û nêzî 40 kesan binçav kirin
13:49 Ji bo hevdîtinê çû hat girtin!
13:40 Wekîlê HDP'ê Lezgîn Botan serbest berdan
13:33 Dadgehê daxwaza dosya Ozgur Gundemê bişîne AYM'ê red kir
13:18 Sebahat Tuncel ji dozekê beraet bû
13:14 Hevserokên HDP’ê yên bajaran awarte kom bûn
13:10 ‘Yekîtiya neteweyî bi yekîtiya jinan pêkan e’
13:04 Parêzerên Ocalan cara 716'an serî li dozgeriyê dan
12:50 TJA: rejîma tundiyê û yek tîp dê bi yekîtiya çalakiyan hilweşe
12:37 'Tu hiqûqnas van KHK'an qanûnî nake'
11:39 Rollas: Bê cezayî ji xwe di fîliyatê de hebû û pêk tanîn
11:23 24 sal borîn lê zilm û şerm neguherî
11:23 Doza akademîsyenan taloq kirin
11:16 Çima Kalekol li Şahîntepe avakirin?
11:08 Parêzvanên mafan û oldar: Bi êrîşa li dijî cenazeyan mirovahî têk çuye
11:01 Zarok 12 saetan bi 30 TL dixebitin
10:43 Wekîlê HDP'ê Lezgîn Botan binçav kirin
10:26 Keskîn: Ewlehiya me tu kesî tune ye!
10:06 Serokê SÛDEF’ê: Tecrîd kelemçekirina vîna bi milyonan kesî ye
10:05 6 sal in her ku dengê balafiran dibihîse vediciniqe
10:04 Zilamê ku Rojbîn Baranê kuşt, wekî ku tiştek nebûbe li taxê digere
10:04 Hemû projeyên Şaredariya Artemêtê betal kirin
10:03 Hinceta 10 sal cezayê li Irmakê birîn aşkere kir
09:50 ‘Wê têkoşîna li hemberî Rewşa Awarte bidome’
09:49 'Em ê li kuçeyan li hemberî yektîpiyê li ber xwe bidin’
09:48 Girtiyên li Antalyayê bang kirin: Bila raya giştî dengê me bibihîze
09:48 Foza Yusif: Wê meşa me ya azadiyê bidome
09:46 'Em beramberiya keda xwe wernagirin'
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2017'AN
25/12/2017
17:12 'Heke pirsgirêk dewam bikin em ê çalakiya rûniştinê bidin destpêkirin'
16:18 Bîlgen: Bêcezakirin Tirkiye dixe nava kaosê
15:50 12 baroyan KHK şermezar kirin
15:42 Beko: KHK'a taşeron li dijî makeqanûnê ye
15:41 'Em bedeng namînin'
15:35 Leşkerekî leşkerek birîndar kir
15:28 Rejîm li Dêra Zorê sivîlan topbaran dike
15:26 Kartên sersalê ji girtiyan re şandin
15:16 Cilên yek reng li ber Girtîgeha Bakirkoyê şermezar kirin
14:48 Li Amed û Wanê îxrackirina kedkaran şermezar kirin
14:42 ‘Piştî hevalê me sîxurtiyê qebûl nake, tê derpkirin’
14:15 Li Kolana Yukselê roja 412’an: 3 kes binçav kirin
14:14 Zilamê hevjînê xwe kuşt, gef li nûçegihanê JINNEWS'ê xwar
13:35 Doza Aydogan hat dîtin
13:24 Malbata xaniyê wan şewitî li derve man
13:16 Beko xwest ji bo heqê herî kêm kaxizê têxin destê xwe û dakevin bazarê
13:15 Hatîp Dîcle: Baykal îtîfaqa Erdogan-Ergenekonê pêş xist
13:14 Eşîrên Sûriyê li Reyhanliyê civîyan
13:00 HDP’iyan malbata Umut ê polîsan ew birîndar kir ziyaret kirin
12:59 Doza Cumhuriyetê dest pê kir: Ahmet Şik ji salonê derxistin
12:50 HDP’ê xwest meclîs li dijî KHK’ê civîna awarte pêk bîne
12:43 Beştaş: KHK'a bi hejmara 696'an kuştinê rewa dike
12:28 Li Şemzînanê pevçûn: 3 leşker mirin
11:59 Li ser sînorê Efrînê tevgera leşkerî dewam dike
11:50 KCD: Komkujiya Roboskî ji hişê me dernakeve
11:48 Baydemîr: Kurdên ji tifaqê birevin ji rûxandinê berpirsyarin
11:36 Dengîr Firat: Ne pêkan e mirov ji wekîlên kurd ên nava AKP’ê re bêje kurd
11:27 Şahidê Goristana Xerzanê: Min ji mirovahiya xwe şerm kir
11:06 Kelepçe kirin, li wan dan û bi zorê belge bi wan dan îmzekirin
10:38 2 salan wergervaniya kurdî kir, serlêdana 2018'an red kirin