Parêzvanên mafan û oldar: Bi êrîşa li dijî cenazeyan mirovahî têk çuye 2017-12-26 11:08:38 AMED – Parêzvanên mafên mirovan û oldaran bertek nîşanî derxistina 267 cenazeyên li Goristana Xerzanê dan. Parêzvanên mafan û oldaran diyarin kir ku bi vê bûyera dawî ya derxistina cenazeyan re êdî mirovahî têk çûye û wek “Elameta qiyametê” nirxandin û bêrêziya li dijî cenazeyan wîjdanên malbat û mirovahiyê diêşîne.  Li gundê Oleka Jor a girêdayî navenda Bedlîsê, leşkeran bi ser Goristana Xerzanê ve girt û hemû gor rûxandin. Piştî rûxandinê goran kolandin û 267 cenazeyên endamên PKK’ê ji goran derxistin. Bêyî ku agahî bidin malbatên wan hat zanîn ku cenazeyan şandine Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Parêzvanê mafê mirovan û oldaran li dijî derxistina cenazeyan bertek nîşan da.    Serokê Înîsiyatîfa Maf Ahmet Faruk Unsal diyar kir ku derxistina cenazeyan a ji goran li dijî rûmeta miorvahiyê ye û nêzîkatiyek bêhurmiyet a hovîtiyê ye. Unsal da zanîn ku mijar ji binpêkirina mafan wêdetir wek nêzîkatiyek polîtîk xwe dide nîşandan û got: “Helwesta hov a dewleta Tirkiyeyê ji Şêx Seîd, Seîdî Nursî û Seyît Rizayan ve li dijî cenaze û gorên kurdan neguheriye.”    ‘SERÎ LI RÊBAZÊN ÎMHARKIRINÊ DIDIN’    Unsal anî ziman ku dema dewlet xwe naguherîne serî li polîtîkayên îmhayê dide û wiha dewam kir: “Dema em bala xwe didinê, di dîroka derbasbûy de li ermeniyan jî wisa kirin. Li dijî gorên ermeniyan ku bi sedan sal e li ser vê axê dijîn gorên wan hatin tunekirin û li serê înşatan avakirin. Dewleta tirk dema xwe naguherîne polîtîkaya tunekirin û paqijkirinê li dijî goran dide nîşandan. Kirinên bêehlaq dide nîşandan.”    ‘DIXWAZIN HEMÛ ŞOPA KURDAN PAQIJ BIKIN’    Unsal diyar kir ku destkeftiyên kurdan ji nedîtî ve tê dîtin û wiha axivî: “Rêxistina netew-dewlet kurdan her tim li ser axa Rojhilata Navîn wek gefekî dibînin. Dixwazin hemû rêç û şopa kurdan paqij bikin. Di nav du salên dawî de li ber çavê hemû cîhanê, Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Şirnex, Gever û gelek deverên dem û duz kirin. Dê ji niha şûn ve der barê tiştên bên kirin de em hemû dikarin texmîn bikin.”    ‘EM MATMAYÎ NE Û NIKARIN BÛYERÊ JI MALBATAN RE PÊNASE BIKIN’    Alîkarê Hevserokê Giştî û Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Racî Bîlîcî jî destnîşan kir ku li dijî derxistina bi sedan cenaze hêj ew matmayî ne û got: “Cara ewil wisa bi komî em dibin şahidê êrîşek wiha hovane. Em şerm û ecêbmayî lê dinêrin. Cara yekemîn ez bi bûyerek wisa re rû bi rû dimînim. Ravekirin û pênasekirina vê yekê tune ye. Gelek malbatan serî li komeleya me da. Em nikarin vê rewşê ji malbatan re pênase bikin. Cihê bêrêziyek wisa di tu qanûnên navxweyî, qanûnên peymanên navnetewî, çand, bawerî û gelî de tune ye.”    ‘EM Ê SERÎ LI SAZIYÊN NAVNETEWÎ BIDIN’    Bîlîcî got ku ew ê serî li saziyên navnetewî yên eleqedar bidin û wiha lê zêde kir: “Ev nêzîkatiyek cuda ye û bi awayek din nêzî goran bûne. Ewil êrîş dikin rûdixînin û pişt re bi vê yekê re namînin paşê jî cenazeyan derdixin direvînin.”    ‘EV ÊRÎŞ ELAMETÊ QIYAMETÊ YE’    Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Nîmettullah Erdogmuş jî bi gotinên “Ev yekê elametê qiyametê ye. Cihê ku mirovahî lê xelas bûye” dest bi axaftina xwe kir û wiha bertek nîşan da: “Em ol, bawerî û mezheben neaxivin. Li ser axekî û welatekî heke li hember miriyan rêz tune be, hurmeta miriyan hatibe jibîrkirin, êdî cihê ku em nikarin behsa mirovahiyê bikin. Dibe ku li cihekî li hember we şer kiribe û dijminê we be. Lê dîroka mirovahiyê bi dijminahî û mirinan re tije ye. Di tu dîrokê de piştî şer, tune ye ku mirî nehatibin definkirin û goristana wan tune be. Lê vir rewş cuda ye.”    ‘MALBAT, MIROVAHÎ Û WÎJDAN DIÊŞE’   Endamê Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD) Mele Abdulbarî Tiryakî jî nerazîbûn li dijî rûxandin û derxistina cenazeyan nîşan da û wiha axivî: “Di hemû baweriyan de li dijî cenazeyan û miriyan rêz girtin heye. Ya ku ol li ser me ferz dike û ferman dide, em mirîye xwe bi başî oxir bikin û xwedî li wan derbikevin. Êrîşên li dijî goran hovîtiya herî mezin e. Ne di mirovahiyê de û ne jî di olê de jî cihê vê êrîşê tune ye. Ew miriyên rastî êrîşê hatine canê wan na êşe, yê canê wan diêşe malbatê wan, mirovahî û wîjdan e. Armanca êrîşkaran ew e ku naxwazin cenaze û mirî bi rehetî di gorên xwe de rakevin.”    MA / Bîlal Guldem – Lezgîn Akdenîz