6 sal in her ku dengê balafiran dibihîse vediciniqe

  • rojane
  • 10:05 26 Kanûn 2017
  • |
img

ŞIRNEX – Li ser Komkujiya Roboskiyê 6 sal derbas bûn. Lê hêj kiryarên bûyerê nehatin dîtin. Servet Encuyê ji komkijiyê rizgar bûye destnîşan kir ku dema behsa vê mijarê tê kirin, perçeyên laşên mirovên ku di komkujiyê de diketin ser wî tê bira wî û wiha axivî: “6 sal in her ku dengê balafiran dibihîsim vediciniqim.” 

Li gundê Roboskiyê yê Qilebana Şirnexê di 28’ê Kanûna 2011’an de di bombebarana balafirên şer ên TSK’ê  de 19 jê zarok 34 kes miribûn. Di ser vê komkujiyê re 6 sal derbas bûn, lê belê tevî rayedarên hikûmetê soz dabûn, lê hîn jî kiryarên bûyerê nehatine darizandin. Ji ber vê 6 sal in malbat ji bo dîtin û darizandin kiryaran têdikoşin. 
 
Lêgerîna ji bo dadê ya malbatên her roja pêncşemê dirûşmeya “Ji bo Roboskiyê, ji bo dadê bila kiryar bên darizandin” çalakiyê li dar dixin û heta niha 312 hefteyan ev çalaki li dar xistine. Daxwaza herî mezin a malbatên ku her rojên xwe li ber goristana xizmên xwe derbas dikin jî dîtin û darizandina kesên bûne sedema mirina 34 kesan e. 
 
KIRYAR NEHATIN DÎTIN, DER BARÊ MALBATAN DE DOZ HATIN VEKIRIN
 
Ligel hemû daxwazên ji bo dadê jî der barê doza komkujiyê de biryara hewcetî bi şopandinê tune hat dayîn û herî dawîn Dadgeha Bilind (AYM) jî bi hinceta “ewraqên kêm” dosyay ret kiribû. Ji ber ku li Tirkiyeyê rêyên darazê temamî hatine girtin, li ser serlêdana 281 kesî dosye ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re hat şandin lê belê hîn bi encam nebûye. Li gel vê yekê jî heya niha bi hinceta pankart, protesto û daxuyaniyan bi dehan doz li malbatan hatiye vekirin. 
 
Pirsgirêkên malbatên Roboskiyê ku wêneyên 34 kesan bi dîwarên xwe ve daliqandine û danînin, 6 sal in bi cilên reş digerin û cejnên xwe bêdeng dikin. Lê belê pirsgirêkên wan tenê ne ev in, bi taybetî par bi girtina sînor malbat bi pirsgirêkên aboriyê re rû bi rû mane. Ji ber ku cihên wan ên çandiniyê û ajalên wan jî hatine qedexekirin û ji ber vê li gund koça demsalî rû daye. 
 
 CERDEVANTIYÊ LI CIWANAN FERZ DIKIN
 
Gelek kes ji ber aboriyê yan diçin metropolan an jî li gel rîska mirinê jî heye di kanên komiran de bi heqdesteke kêm dixebitin. Li gundê ku leşker dixwazin cerdevantiyê li welatiyan ferz bikin nêzîkê 100 ciwan heya niha ji ber ev tişt qebûl nekirine li bajarên cuda dixebitin. 
 
 ‘6 SAL IN DI GUND DE ASÊ MAME’
 
Ji 4 kesên ji komkujiyê bi saxî rizgar bûn Servet Encu destnîşan kir ku wî tu carî komkujî ji bîr nekiriye û her ev mijar vedibe perçeyên laşên mirovên di komkujiyê de hatin qetil kirin diketin kêlaka wî tê bîra wî. Encu wiha hestên xwe anîn ziman: “Tu carî ji bîra min naçe. Ez vediciniqim. Her di ber goristanê re derbas dibim wekî ku me nû ev 34 kesan veşartiye axê. Tenê em dixwazin kiryarên bûyerê bên dîtin. Kê ev 34 kesan kuşt? Ji ber tirsa girtinê ev 6 sal in ez kêm caran ji gund derketime. 
 
Encu da zanîn ku piştî komkujiyê cerdevantî jî lê ferz kirine,lê belê wî qebûl nekiriye. Encu bi lêv kir ku her dengê balafiran tê guhê wî komkujî tê bîra wî û wiha berdewam kir: “Ez vediciniqim. Ew kêliya ronahiya ku di wextê bombebaranê derketibû holê tê ber çavên min. Dibêjim gelo dê ev car kuder bê bombebarankirin?”
 
 BARÊ MALBATÊ LI SER PIŞTA SÎNANÊ 18 SALÎ YE
 
Sînan Encu yê di komkujiyê de birayê xwe yê mezin ê 16 salî Şivan winda kir jî yek ji kesên li hêviya dadê ye. Encu yê piştî birayê xwe winda kir dev ji dibistanê berda û ji bo li malbatê binêre dest bi kar kir jî wiha axivî: “Piştî birayê min me gelek zehmetî kişand. Pirî caran ez li heywanên me dinêrim. Qasî bi destê min tê jî bi karên din re mijûl dibim. Em debara xwe bi vî awayî dikin.”
 
MA / Gokhan Altay
 

Sernavên din

27/12/2017
14:31 ‘Em ê kefen li xwe bikin, lê kincên yek reng qebûl nakin’
14:16 'Divê her kes komkujiya Roboskê ji dil ve hîs bike'
13:56 ÎHD’ê ji girtiyan re kartên sersalê şand
13:45 Du birayên hev kuştî hatin dîtin
13:32 13 parazvanên Erdogan ên li Şirnexê ji peywirê hatin girtin
13:31 Komkujiya ku dixwazin ji bîr bikin: Roboskî
13:08 Serokê Baroya Edenê: Roboskê eyba dewletê ye
13:01 Kerestecîoglu: Dixwazin tevahiya Tirkiyeyê dîl bigirin
13:01 Çavên xwe winda kir, lê gotin ‘Te zirar daye malê çemawerî!’
12:31 Der barê midurê Girtîgeha Îskenderunê û peywirdarnan de serlêdana sûc kirin
12:18 Dadgeh kartê girtiyên 'teror' li gorî 'qanûnê' dibîne
11:48 ‘Hesabê Roboskê bihata pirsîn, dê li Cizîrê zarok nehatana şewitandin’
11:29 6 sal in dipirse: Çima bavê min hat kuştin?
11:15 Berdevkê YPG'ê Mehmud: Me bi gelên li Tirkiyeyê re şoreş pêk anî
11:10 Leyla Guven: Jin dê tecrîdê bişkînin û pêşengiyê bikin
10:41 Arşîva DAÎŞ'iyên di komkujiya Şengalê de cih girtin ket dest
09:27 Şaredarên AKP'î ji niha de ketin nava lîstikên hilbijartinê
09:27 Di 2023'an de felaketên mezin li pêş me ne
09:26 ‘Dewletê alîkarî nekir, em bûn deyndarê bankeyan’
09:25 Alikariya komirê ji 60 tanî daxistin 10 tonan
09:24 Polîsê Fendîk kuşt hêj li ser kar e
09:23 ‘Rageşiya cilên yek tîpî dê li derve jî belav bibe'
09:22 Faîk Bûlût: Kerkûk bû cihê şikestinê
09:21 Qeyûm avahiya Konseya Bajêr da ‘Gaziyan’
09:20 Ji bo bi muzîkên zimanên cuda kolanan bixemlînin ketin rê
09:20 ‘Bi parastina Gûantanamoyê nêta xwe aşkere kirin’
09:19 Doç. Dr. Çelîk: Ger aborî mezin dibe, çima ked erzan dibe?
09:16 Atolyeya Ozgun Sanatê şanoyê jî li xwe zêde kir
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2017'AN
26/12/2017
17:03 Dîsa kêlên goran xira kirin
16:55 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:24 Yuksekdag: Em ê cilên yek reng biçirînin û bavêjin
16:22 SES û Odeya Tabîban ên Amedê: Nexweş terkî mirinê hatin kirin
15:50 250 karkerên Şaredariya Beşîktaşê dest ji kar berdan
15:47 KESK sibê li tevahiya Tirkiyeyê pêkanînan şermezar dike
15:30 Zilamê li Rezanê îstîsmarî zarokan kir hat girtin
15:12 Kemalbay: Ji bo rakirina OHAL'ê em têkoşînê bilind bikin
14:44 Girtiyên siyasî mehekê dernakevin hevdîtinê
14:43 Ji bo tirsê mertalên xwe li erdê xistin
14:07 Yûsif ji serokatiya parlamamentoyê îstifa kir
13:59 KCD: AKP-MHP bi KHK welat dixe nava şer
13:53 Polîsan mudaxiliyê karkeran kir û nêzî 40 kesan binçav kirin
13:49 Ji bo hevdîtinê çû hat girtin!
13:40 Wekîlê HDP'ê Lezgîn Botan serbest berdan
13:33 Dadgehê daxwaza dosya Ozgur Gundemê bişîne AYM'ê red kir
13:18 Sebahat Tuncel ji dozekê beraet bû
13:14 Hevserokên HDP’ê yên bajaran awarte kom bûn
13:10 ‘Yekîtiya neteweyî bi yekîtiya jinan pêkan e’
13:04 Parêzerên Ocalan cara 716'an serî li dozgeriyê dan
12:50 TJA: rejîma tundiyê û yek tîp dê bi yekîtiya çalakiyan hilweşe
12:37 'Tu hiqûqnas van KHK'an qanûnî nake'
11:39 Rollas: Bê cezayî ji xwe di fîliyatê de hebû û pêk tanîn
11:23 24 sal borîn lê zilm û şerm neguherî
11:23 Doza akademîsyenan taloq kirin
11:16 Çima Kalekol li Şahîntepe avakirin?
11:08 Parêzvanên mafan û oldar: Bi êrîşa li dijî cenazeyan mirovahî têk çuye
11:01 Zarok 12 saetan bi 30 TL dixebitin
10:43 Wekîlê HDP'ê Lezgîn Botan binçav kirin
10:26 Keskîn: Ewlehiya me tu kesî tune ye!
10:06 Serokê SÛDEF’ê: Tecrîd kelemçekirina vîna bi milyonan kesî ye
10:05 6 sal in her ku dengê balafiran dibihîse vediciniqe
10:04 Zilamê ku Rojbîn Baranê kuşt, wekî ku tiştek nebûbe li taxê digere
10:04 Hemû projeyên Şaredariya Artemêtê betal kirin
10:03 Hinceta 10 sal cezayê li Irmakê birîn aşkere kir
09:50 ‘Wê têkoşîna li hemberî Rewşa Awarte bidome’
09:49 'Em ê li kuçeyan li hemberî yektîpiyê li ber xwe bidin’
09:48 Girtiyên li Antalyayê bang kirin: Bila raya giştî dengê me bibihîze
09:48 Foza Yusif: Wê meşa me ya azadiyê bidome
09:46 'Em beramberiya keda xwe wernagirin'
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2017'AN
25/12/2017
17:12 'Heke pirsgirêk dewam bikin em ê çalakiya rûniştinê bidin destpêkirin'
16:18 Bîlgen: Bêcezakirin Tirkiye dixe nava kaosê
15:50 12 baroyan KHK şermezar kirin
15:42 Beko: KHK'a taşeron li dijî makeqanûnê ye
15:41 'Em bedeng namînin'
15:35 Leşkerekî leşkerek birîndar kir
15:28 Rejîm li Dêra Zorê sivîlan topbaran dike
15:26 Kartên sersalê ji girtiyan re şandin
15:16 Cilên yek reng li ber Girtîgeha Bakirkoyê şermezar kirin
14:48 Li Amed û Wanê îxrackirina kedkaran şermezar kirin
14:42 ‘Piştî hevalê me sîxurtiyê qebûl nake, tê derpkirin’
14:15 Li Kolana Yukselê roja 412’an: 3 kes binçav kirin
14:14 Zilamê hevjînê xwe kuşt, gef li nûçegihanê JINNEWS'ê xwar
13:35 Doza Aydogan hat dîtin
13:24 Malbata xaniyê wan şewitî li derve man
13:16 Beko xwest ji bo heqê herî kêm kaxizê têxin destê xwe û dakevin bazarê
13:15 Hatîp Dîcle: Baykal îtîfaqa Erdogan-Ergenekonê pêş xist
13:14 Eşîrên Sûriyê li Reyhanliyê civîyan
13:00 HDP’iyan malbata Umut ê polîsan ew birîndar kir ziyaret kirin
12:59 Doza Cumhuriyetê dest pê kir: Ahmet Şik ji salonê derxistin
12:50 HDP’ê xwest meclîs li dijî KHK’ê civîna awarte pêk bîne
12:43 Beştaş: KHK'a bi hejmara 696'an kuştinê rewa dike
12:28 Li Şemzînanê pevçûn: 3 leşker mirin
11:59 Li ser sînorê Efrînê tevgera leşkerî dewam dike
11:50 KCD: Komkujiya Roboskî ji hişê me dernakeve
11:48 Baydemîr: Kurdên ji tifaqê birevin ji rûxandinê berpirsyarin
11:36 Dengîr Firat: Ne pêkan e mirov ji wekîlên kurd ên nava AKP’ê re bêje kurd
11:27 Şahidê Goristana Xerzanê: Min ji mirovahiya xwe şerm kir
11:06 Kelepçe kirin, li wan dan û bi zorê belge bi wan dan îmzekirin
10:38 2 salan wergervaniya kurdî kir, serlêdana 2018'an red kirin