6 sal in her ku dengê balafiran dibihîse vediciniqe 2017-12-26 10:05:42 ŞIRNEX – Li ser Komkujiya Roboskiyê 6 sal derbas bûn. Lê hêj kiryarên bûyerê nehatin dîtin. Servet Encuyê ji komkijiyê rizgar bûye destnîşan kir ku dema behsa vê mijarê tê kirin, perçeyên laşên mirovên ku di komkujiyê de diketin ser wî tê bira wî û wiha axivî: “6 sal in her ku dengê balafiran dibihîsim vediciniqim.”  Li gundê Roboskiyê yê Qilebana Şirnexê di 28’ê Kanûna 2011’an de di bombebarana balafirên şer ên TSK’ê  de 19 jê zarok 34 kes miribûn. Di ser vê komkujiyê re 6 sal derbas bûn, lê belê tevî rayedarên hikûmetê soz dabûn, lê hîn jî kiryarên bûyerê nehatine darizandin. Ji ber vê 6 sal in malbat ji bo dîtin û darizandin kiryaran têdikoşin.    Lêgerîna ji bo dadê ya malbatên her roja pêncşemê dirûşmeya “Ji bo Roboskiyê, ji bo dadê bila kiryar bên darizandin” çalakiyê li dar dixin û heta niha 312 hefteyan ev çalaki li dar xistine. Daxwaza herî mezin a malbatên ku her rojên xwe li ber goristana xizmên xwe derbas dikin jî dîtin û darizandina kesên bûne sedema mirina 34 kesan e.    KIRYAR NEHATIN DÎTIN, DER BARÊ MALBATAN DE DOZ HATIN VEKIRIN   Ligel hemû daxwazên ji bo dadê jî der barê doza komkujiyê de biryara hewcetî bi şopandinê tune hat dayîn û herî dawîn Dadgeha Bilind (AYM) jî bi hinceta “ewraqên kêm” dosyay ret kiribû. Ji ber ku li Tirkiyeyê rêyên darazê temamî hatine girtin, li ser serlêdana 281 kesî dosye ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re hat şandin lê belê hîn bi encam nebûye. Li gel vê yekê jî heya niha bi hinceta pankart, protesto û daxuyaniyan bi dehan doz li malbatan hatiye vekirin.    Pirsgirêkên malbatên Roboskiyê ku wêneyên 34 kesan bi dîwarên xwe ve daliqandine û danînin, 6 sal in bi cilên reş digerin û cejnên xwe bêdeng dikin. Lê belê pirsgirêkên wan tenê ne ev in, bi taybetî par bi girtina sînor malbat bi pirsgirêkên aboriyê re rû bi rû mane. Ji ber ku cihên wan ên çandiniyê û ajalên wan jî hatine qedexekirin û ji ber vê li gund koça demsalî rû daye.     CERDEVANTIYÊ LI CIWANAN FERZ DIKIN   Gelek kes ji ber aboriyê yan diçin metropolan an jî li gel rîska mirinê jî heye di kanên komiran de bi heqdesteke kêm dixebitin. Li gundê ku leşker dixwazin cerdevantiyê li welatiyan ferz bikin nêzîkê 100 ciwan heya niha ji ber ev tişt qebûl nekirine li bajarên cuda dixebitin.     ‘6 SAL IN DI GUND DE ASÊ MAME’   Ji 4 kesên ji komkujiyê bi saxî rizgar bûn Servet Encu destnîşan kir ku wî tu carî komkujî ji bîr nekiriye û her ev mijar vedibe perçeyên laşên mirovên di komkujiyê de hatin qetil kirin diketin kêlaka wî tê bîra wî. Encu wiha hestên xwe anîn ziman: “Tu carî ji bîra min naçe. Ez vediciniqim. Her di ber goristanê re derbas dibim wekî ku me nû ev 34 kesan veşartiye axê. Tenê em dixwazin kiryarên bûyerê bên dîtin. Kê ev 34 kesan kuşt? Ji ber tirsa girtinê ev 6 sal in ez kêm caran ji gund derketime.    Encu da zanîn ku piştî komkujiyê cerdevantî jî lê ferz kirine,lê belê wî qebûl nekiriye. Encu bi lêv kir ku her dengê balafiran tê guhê wî komkujî tê bîra wî û wiha berdewam kir: “Ez vediciniqim. Ew kêliya ronahiya ku di wextê bombebaranê derketibû holê tê ber çavên min. Dibêjim gelo dê ev car kuder bê bombebarankirin?”    BARÊ MALBATÊ LI SER PIŞTA SÎNANÊ 18 SALÎ YE   Sînan Encu yê di komkujiyê de birayê xwe yê mezin ê 16 salî Şivan winda kir jî yek ji kesên li hêviya dadê ye. Encu yê piştî birayê xwe winda kir dev ji dibistanê berda û ji bo li malbatê binêre dest bi kar kir jî wiha axivî: “Piştî birayê min me gelek zehmetî kişand. Pirî caran ez li heywanên me dinêrim. Qasî bi destê min tê jî bi karên din re mijûl dibim. Em debara xwe bi vî awayî dikin.”   MA / Gokhan Altay