Şahidê Goristana Xerzanê: Min ji mirovahiya xwe şerm kir

  • rojane
  • 11:27 25 Kanûn 2017
  • |
img

WAN – Cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin ji aliyê bavê Dîlan Bîngol a gora wê li goristanê bû Lezgîn Bîngol ve ji raya giştî re hat ragihandin. Bîngol got: “Demek mirov bi kiryarên ne diyar dihatin windakirin. Lê niha cenazeyên me bi kiryarên ne diyar çûn. Gorek me hebû ew jî rakirin. Min ji mirovahiya xwe şerm kir.” 

Li Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a bi ser naçveya Tetwana Bedlîsê ve di “qedexeya derketina derve” de hat hilweşandin û 267 cenazeyên li goristanê hatin derxistin. Hatibû îdiakirin ku cenazeyan birine Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Tişta li goristanê qewimî ewil bavê Dîlan Bîngol a ku gora wê jî li goristanê bû Lezgîn Bîngol wêneyan li ser hesabê xwe yê medya civakî ji raya giştî re parve kir. Bîngol behsa kiryarên li dijî goristanê kir û got ku bi rojane têkoşîna cenazeye keça xwe paş de bigire dide. 
 
'EV DESTHILATDARIYEK ÇAWA YE’ 
 
Bîngol da zanîn ku dîmenên gorên hatine parçe parçe kirin ji bîra wî naçe û got: “Tiştek ku bêtir canê me biêşîne nîne.” Bîngol got ku piştî hilweşandina goristanê dît bi Dozgeriya Komarê ya Bedlîsê re hevdîtin kiriye û pişt re li ser medya civakî bi çend wêneyan nivîsa “Ev desthilatdariyek çawa ye. Li dijî mirovên xwe operasyonê dike. Wîjdanan birîndar dike û di kokên hestên bi hev re jiyankirinê dînamîtan bicih dike. Wisa têm fêmkirin ku em bi dozek dirêj û mafdar re rû bi rû ne. Piştgiriya xwe texsîr nekin” ji raya giştî re ragihand. 
 
Bîngol da zanîn ku bi sedan malbat ji vê rewşê ne agahdar in. Bîngol bi bîr xist ku cenazeye keça xwe bi belgeyên destûra defne li wir defin kiriye û di serlêdana dawî de bersiva dawî ku dane kaxizê “nepenî” kêliyekî ji destê xwe danaxe. 
 
'ME CENAZEYÊ XWE BI DESTÛRA FERMÎ DEFIN KIR LÊ…’ 
 
Bîngol anî ziman ku li dijî cenazeyan bêrêzî pêk hatiye û wiha dewam kir: “Herî kêm dem bi dem em diçûn ser gora keça xwe û gora wê me rehet dikir. Berê me dizanibû gora wê li ku ye. Lê niha ew gor tune ye. Keça min di 2014’an de li Kobanê jiyana xwe ji dest da. Wê dema me cenaze ji Saziya Tiba Edlî ya Rihayê girt me destûra definkirinê jî sitend û anî li goristana Oleka Jor defin kir. Pişt re der barê vê definkirinê de lêpirsîn li me hat destpêkirin. Ez û hevjîna xwe bi hev re hatin darizandin. Li gel cenaze me bi kar û barên fermî defin kir jî lê cenaze ji şûna wê hat derxistin. Dem bi dem goristan dihat rûxandin. Herî dawî di 2015’an de kêlikên gorê hatin şikandin. Lê vê carê bi hovîtî hat rûxandin û cenaze hatin dizîkirin.” 
 
'EW HEST BI HEVOKAN NAYÊ ZIMAN’ 
 
Bîngol behsa serdana xwe ya goristanê kir û wiha dewam kir: “Roja 20’ê kanûnê ji bo ez gora keça xwe ziyaret bikim çûm goristanê. Dema ez çûm bi rastî jî tişta jê re dibêjin gor li holê nemaye. Hemû gor hatin kolandin û hestiyên me hatine revandin. Goristanê veguherandine cihek kavilkirî. Ya rast min ji mirovahiya xwe şerm û fedî kir. Belkî di jiyana min de kêliya ku herî zêde min ji mirovahiya xwe şerm kir ew kêlî bû. Tu peyv û hevok nikarin wê zilma wir pênase bikin. Ez nikarim hestên xwe yên di wê kêliyê de bînim ziman û ez bi trajediyek re rû bi rû mam.” 
 
'DIVÊ DEWLETEK WIHA TEVNEGERE’ 
 
Bîngol destnîşan kir ku 267 gorên li goristanê hemû agahiyên nasnameyên wan ne tespîtkirîne û wiha lê zêde kir: “Li gel DNA hin cenazeyan tê zanîn jî hemû cenazeyan ji cih derxistine û xistine ber heman karî. Bêyî agahî bidin malbatan pêkanîna vê yekê hewldanek li dewletê nayê. Divê dewletek wisa tevnegere. Ji ber vî awayî me di 21’ê kanûnê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê da. Me bi dozger re hevdîtin pêk anî. Dozger bi kurtasî got ku ew bi mijarê re ne eleqedar e. Ji me re got ku cenazeyan ji bo tespîta nasnameyan şandine Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û piştî vî kar û barî dê cenazeyan bidin malbatan.” 
 
'HEMAN ROJÊ BIRYARA NEPENÎ’ 
 
Bîngol da zanîn ku piştî serî li dozgeriyê da di 22’ê kanûnê de biryara “nepen” ji aliyê dozgerî û dadgehê ve danîn dosyeya serlêdana wî û xwest ku malbat hemû bi hev re li dijî vê pêkanîna ser cenazeyên zarokên xwe bêdeng nemînin. 
 
'CENAZEYÊN ME KIRYAR NE DIYAR IN’ 
 
Bîngol diyar kir ku ew ê dev ji têkoşîna hiqûqî bernedin û di dawiyê de ev t işt got: “Divê malbat serî li saziyên mafê mirovan û saziya tiba edlî bidin. Em ê li pey mafê xwe yê hiqûqî biçin. Niha kiryarên cenazeyên me ne diyar in. Demek mirov bi kiryarên ne diyar diçûn, lê niha cenazeyên me bi kiryarên ne diyar diçin. Ez daxwaz dikim ku di demek kin de cenazeyên me bên teslîmkirin.” 
 
MA / Nîmet Olmez
 

Sernavên din

27/12/2017
14:31 ‘Em ê kefen li xwe bikin, lê kincên yek reng qebûl nakin’
14:16 'Divê her kes komkujiya Roboskê ji dil ve hîs bike'
13:56 ÎHD’ê ji girtiyan re kartên sersalê şand
13:45 Du birayên hev kuştî hatin dîtin
13:32 13 parazvanên Erdogan ên li Şirnexê ji peywirê hatin girtin
13:31 Komkujiya ku dixwazin ji bîr bikin: Roboskî
13:08 Serokê Baroya Edenê: Roboskê eyba dewletê ye
13:01 Kerestecîoglu: Dixwazin tevahiya Tirkiyeyê dîl bigirin
13:01 Çavên xwe winda kir, lê gotin ‘Te zirar daye malê çemawerî!’
12:31 Der barê midurê Girtîgeha Îskenderunê û peywirdarnan de serlêdana sûc kirin
12:18 Dadgeh kartê girtiyên 'teror' li gorî 'qanûnê' dibîne
11:48 ‘Hesabê Roboskê bihata pirsîn, dê li Cizîrê zarok nehatana şewitandin’
11:29 6 sal in dipirse: Çima bavê min hat kuştin?
11:15 Berdevkê YPG'ê Mehmud: Me bi gelên li Tirkiyeyê re şoreş pêk anî
11:10 Leyla Guven: Jin dê tecrîdê bişkînin û pêşengiyê bikin
10:41 Arşîva DAÎŞ'iyên di komkujiya Şengalê de cih girtin ket dest
09:27 Şaredarên AKP'î ji niha de ketin nava lîstikên hilbijartinê
09:27 Di 2023'an de felaketên mezin li pêş me ne
09:26 ‘Dewletê alîkarî nekir, em bûn deyndarê bankeyan’
09:25 Alikariya komirê ji 60 tanî daxistin 10 tonan
09:24 Polîsê Fendîk kuşt hêj li ser kar e
09:23 ‘Rageşiya cilên yek tîpî dê li derve jî belav bibe'
09:22 Faîk Bûlût: Kerkûk bû cihê şikestinê
09:21 Qeyûm avahiya Konseya Bajêr da ‘Gaziyan’
09:20 Ji bo bi muzîkên zimanên cuda kolanan bixemlînin ketin rê
09:20 ‘Bi parastina Gûantanamoyê nêta xwe aşkere kirin’
09:19 Doç. Dr. Çelîk: Ger aborî mezin dibe, çima ked erzan dibe?
09:16 Atolyeya Ozgun Sanatê şanoyê jî li xwe zêde kir
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2017'AN
26/12/2017
17:03 Dîsa kêlên goran xira kirin
16:55 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:24 Yuksekdag: Em ê cilên yek reng biçirînin û bavêjin
16:22 SES û Odeya Tabîban ên Amedê: Nexweş terkî mirinê hatin kirin
15:50 250 karkerên Şaredariya Beşîktaşê dest ji kar berdan
15:47 KESK sibê li tevahiya Tirkiyeyê pêkanînan şermezar dike
15:30 Zilamê li Rezanê îstîsmarî zarokan kir hat girtin
15:12 Kemalbay: Ji bo rakirina OHAL'ê em têkoşînê bilind bikin
14:44 Girtiyên siyasî mehekê dernakevin hevdîtinê
14:43 Ji bo tirsê mertalên xwe li erdê xistin
14:07 Yûsif ji serokatiya parlamamentoyê îstifa kir
13:59 KCD: AKP-MHP bi KHK welat dixe nava şer
13:53 Polîsan mudaxiliyê karkeran kir û nêzî 40 kesan binçav kirin
13:49 Ji bo hevdîtinê çû hat girtin!
13:40 Wekîlê HDP'ê Lezgîn Botan serbest berdan
13:33 Dadgehê daxwaza dosya Ozgur Gundemê bişîne AYM'ê red kir
13:18 Sebahat Tuncel ji dozekê beraet bû
13:14 Hevserokên HDP’ê yên bajaran awarte kom bûn
13:10 ‘Yekîtiya neteweyî bi yekîtiya jinan pêkan e’
13:04 Parêzerên Ocalan cara 716'an serî li dozgeriyê dan
12:50 TJA: rejîma tundiyê û yek tîp dê bi yekîtiya çalakiyan hilweşe
12:37 'Tu hiqûqnas van KHK'an qanûnî nake'
11:39 Rollas: Bê cezayî ji xwe di fîliyatê de hebû û pêk tanîn
11:23 24 sal borîn lê zilm û şerm neguherî
11:23 Doza akademîsyenan taloq kirin
11:16 Çima Kalekol li Şahîntepe avakirin?
11:08 Parêzvanên mafan û oldar: Bi êrîşa li dijî cenazeyan mirovahî têk çuye
11:01 Zarok 12 saetan bi 30 TL dixebitin
10:43 Wekîlê HDP'ê Lezgîn Botan binçav kirin
10:26 Keskîn: Ewlehiya me tu kesî tune ye!
10:06 Serokê SÛDEF’ê: Tecrîd kelemçekirina vîna bi milyonan kesî ye
10:05 6 sal in her ku dengê balafiran dibihîse vediciniqe
10:04 Zilamê ku Rojbîn Baranê kuşt, wekî ku tiştek nebûbe li taxê digere
10:04 Hemû projeyên Şaredariya Artemêtê betal kirin
10:03 Hinceta 10 sal cezayê li Irmakê birîn aşkere kir
09:50 ‘Wê têkoşîna li hemberî Rewşa Awarte bidome’
09:49 'Em ê li kuçeyan li hemberî yektîpiyê li ber xwe bidin’
09:48 Girtiyên li Antalyayê bang kirin: Bila raya giştî dengê me bibihîze
09:48 Foza Yusif: Wê meşa me ya azadiyê bidome
09:46 'Em beramberiya keda xwe wernagirin'
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2017'AN
25/12/2017
17:12 'Heke pirsgirêk dewam bikin em ê çalakiya rûniştinê bidin destpêkirin'
16:18 Bîlgen: Bêcezakirin Tirkiye dixe nava kaosê
15:50 12 baroyan KHK şermezar kirin
15:42 Beko: KHK'a taşeron li dijî makeqanûnê ye
15:41 'Em bedeng namînin'
15:35 Leşkerekî leşkerek birîndar kir
15:28 Rejîm li Dêra Zorê sivîlan topbaran dike
15:26 Kartên sersalê ji girtiyan re şandin
15:16 Cilên yek reng li ber Girtîgeha Bakirkoyê şermezar kirin
14:48 Li Amed û Wanê îxrackirina kedkaran şermezar kirin
14:42 ‘Piştî hevalê me sîxurtiyê qebûl nake, tê derpkirin’
14:15 Li Kolana Yukselê roja 412’an: 3 kes binçav kirin
14:14 Zilamê hevjînê xwe kuşt, gef li nûçegihanê JINNEWS'ê xwar
13:35 Doza Aydogan hat dîtin
13:24 Malbata xaniyê wan şewitî li derve man
13:16 Beko xwest ji bo heqê herî kêm kaxizê têxin destê xwe û dakevin bazarê
13:15 Hatîp Dîcle: Baykal îtîfaqa Erdogan-Ergenekonê pêş xist
13:14 Eşîrên Sûriyê li Reyhanliyê civîyan
13:00 HDP’iyan malbata Umut ê polîsan ew birîndar kir ziyaret kirin
12:59 Doza Cumhuriyetê dest pê kir: Ahmet Şik ji salonê derxistin
12:50 HDP’ê xwest meclîs li dijî KHK’ê civîna awarte pêk bîne
12:43 Beştaş: KHK'a bi hejmara 696'an kuştinê rewa dike
12:28 Li Şemzînanê pevçûn: 3 leşker mirin
11:59 Li ser sînorê Efrînê tevgera leşkerî dewam dike
11:50 KCD: Komkujiya Roboskî ji hişê me dernakeve
11:48 Baydemîr: Kurdên ji tifaqê birevin ji rûxandinê berpirsyarin
11:36 Dengîr Firat: Ne pêkan e mirov ji wekîlên kurd ên nava AKP’ê re bêje kurd
11:27 Şahidê Goristana Xerzanê: Min ji mirovahiya xwe şerm kir
11:06 Kelepçe kirin, li wan dan û bi zorê belge bi wan dan îmzekirin
10:38 2 salan wergervaniya kurdî kir, serlêdana 2018'an red kirin