Şahidê Goristana Xerzanê: Min ji mirovahiya xwe şerm kir 2017-12-25 11:27:20 WAN – Cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin ji aliyê bavê Dîlan Bîngol a gora wê li goristanê bû Lezgîn Bîngol ve ji raya giştî re hat ragihandin. Bîngol got: “Demek mirov bi kiryarên ne diyar dihatin windakirin. Lê niha cenazeyên me bi kiryarên ne diyar çûn. Gorek me hebû ew jî rakirin. Min ji mirovahiya xwe şerm kir.”  Li Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a bi ser naçveya Tetwana Bedlîsê ve di “qedexeya derketina derve” de hat hilweşandin û 267 cenazeyên li goristanê hatin derxistin. Hatibû îdiakirin ku cenazeyan birine Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Tişta li goristanê qewimî ewil bavê Dîlan Bîngol a ku gora wê jî li goristanê bû Lezgîn Bîngol wêneyan li ser hesabê xwe yê medya civakî ji raya giştî re parve kir. Bîngol behsa kiryarên li dijî goristanê kir û got ku bi rojane têkoşîna cenazeye keça xwe paş de bigire dide.    'EV DESTHILATDARIYEK ÇAWA YE’    Bîngol da zanîn ku dîmenên gorên hatine parçe parçe kirin ji bîra wî naçe û got: “Tiştek ku bêtir canê me biêşîne nîne.” Bîngol got ku piştî hilweşandina goristanê dît bi Dozgeriya Komarê ya Bedlîsê re hevdîtin kiriye û pişt re li ser medya civakî bi çend wêneyan nivîsa “Ev desthilatdariyek çawa ye. Li dijî mirovên xwe operasyonê dike. Wîjdanan birîndar dike û di kokên hestên bi hev re jiyankirinê dînamîtan bicih dike. Wisa têm fêmkirin ku em bi dozek dirêj û mafdar re rû bi rû ne. Piştgiriya xwe texsîr nekin” ji raya giştî re ragihand.    Bîngol da zanîn ku bi sedan malbat ji vê rewşê ne agahdar in. Bîngol bi bîr xist ku cenazeye keça xwe bi belgeyên destûra defne li wir defin kiriye û di serlêdana dawî de bersiva dawî ku dane kaxizê “nepenî” kêliyekî ji destê xwe danaxe.    'ME CENAZEYÊ XWE BI DESTÛRA FERMÎ DEFIN KIR LÊ…’    Bîngol anî ziman ku li dijî cenazeyan bêrêzî pêk hatiye û wiha dewam kir: “Herî kêm dem bi dem em diçûn ser gora keça xwe û gora wê me rehet dikir. Berê me dizanibû gora wê li ku ye. Lê niha ew gor tune ye. Keça min di 2014’an de li Kobanê jiyana xwe ji dest da. Wê dema me cenaze ji Saziya Tiba Edlî ya Rihayê girt me destûra definkirinê jî sitend û anî li goristana Oleka Jor defin kir. Pişt re der barê vê definkirinê de lêpirsîn li me hat destpêkirin. Ez û hevjîna xwe bi hev re hatin darizandin. Li gel cenaze me bi kar û barên fermî defin kir jî lê cenaze ji şûna wê hat derxistin. Dem bi dem goristan dihat rûxandin. Herî dawî di 2015’an de kêlikên gorê hatin şikandin. Lê vê carê bi hovîtî hat rûxandin û cenaze hatin dizîkirin.”    'EW HEST BI HEVOKAN NAYÊ ZIMAN’    Bîngol behsa serdana xwe ya goristanê kir û wiha dewam kir: “Roja 20’ê kanûnê ji bo ez gora keça xwe ziyaret bikim çûm goristanê. Dema ez çûm bi rastî jî tişta jê re dibêjin gor li holê nemaye. Hemû gor hatin kolandin û hestiyên me hatine revandin. Goristanê veguherandine cihek kavilkirî. Ya rast min ji mirovahiya xwe şerm û fedî kir. Belkî di jiyana min de kêliya ku herî zêde min ji mirovahiya xwe şerm kir ew kêlî bû. Tu peyv û hevok nikarin wê zilma wir pênase bikin. Ez nikarim hestên xwe yên di wê kêliyê de bînim ziman û ez bi trajediyek re rû bi rû mam.”    'DIVÊ DEWLETEK WIHA TEVNEGERE’    Bîngol destnîşan kir ku 267 gorên li goristanê hemû agahiyên nasnameyên wan ne tespîtkirîne û wiha lê zêde kir: “Li gel DNA hin cenazeyan tê zanîn jî hemû cenazeyan ji cih derxistine û xistine ber heman karî. Bêyî agahî bidin malbatan pêkanîna vê yekê hewldanek li dewletê nayê. Divê dewletek wisa tevnegere. Ji ber vî awayî me di 21’ê kanûnê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê da. Me bi dozger re hevdîtin pêk anî. Dozger bi kurtasî got ku ew bi mijarê re ne eleqedar e. Ji me re got ku cenazeyan ji bo tespîta nasnameyan şandine Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û piştî vî kar û barî dê cenazeyan bidin malbatan.”    'HEMAN ROJÊ BIRYARA NEPENÎ’    Bîngol da zanîn ku piştî serî li dozgeriyê da di 22’ê kanûnê de biryara “nepen” ji aliyê dozgerî û dadgehê ve danîn dosyeya serlêdana wî û xwest ku malbat hemû bi hev re li dijî vê pêkanîna ser cenazeyên zarokên xwe bêdeng nemînin.    'CENAZEYÊN ME KIRYAR NE DIYAR IN’    Bîngol diyar kir ku ew ê dev ji têkoşîna hiqûqî bernedin û di dawiyê de ev t işt got: “Divê malbat serî li saziyên mafê mirovan û saziya tiba edlî bidin. Em ê li pey mafê xwe yê hiqûqî biçin. Niha kiryarên cenazeyên me ne diyar in. Demek mirov bi kiryarên ne diyar diçûn, lê niha cenazeyên me bi kiryarên ne diyar diçin. Ez daxwaz dikim ku di demek kin de cenazeyên me bên teslîmkirin.”    MA / Nîmet Olmez