ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2017'AN

* Komîsyona Lêkolînê ya Derbeyê xebatên ku berî salekê qedandiye hêj rapor belav nekiriye, hin belgeyên ji komîsyonê re hatine ji HDP û CHP'ê re nehatine ragihandin. Hemû xebatên komîsyonê wekî "Belgeyên veşarî" rakirin arşîvê, ji ber ku belge neçûn ber destê CHP û HDP'ê, partî ketin pey şopa 16 belgeyan.

*Komîsyona Tespîtkirina Destmiza Kêmtirîn, wê ji bo biryara ku dê der barê 6 milyon kesî bide de îro dîsa bicive.  TÎSK'ê ku dê di komîsyonê de 5 endamên wê hebin û hikûmet balê kişandin ser "şertên welat". Ji niha ve navê "sefaletê" li zemê kirine, lê belê ji bo çi nav li "şertên welat" nayê kirin? 
 
*Xwendekarên jin ên li zanîngehan li hemberî şidetê xwe birêxistin dikin, Meclîsên Jinan ên Zanîngehê ava kirin. Yek ji endama meclîsê xwendekara Zanîngeha Stenbolê Dîlara Gevrek wiha got: “Êdî jin ne di pozîsyona kesên digirîn û mexdûr dibin de ne, êdî dikevin pozisyona mudaxilekirinê.” 
 
*Beriya serdana Serokomar Erdogan, li navenda bajêr a Şirnexê tevdîrên ewlehiyê hatin zêdekirin. Di riyên ku dê Erdogan tê re derbas bibe de, piştî du salan şûnde paqijî û xebatên çêkirina rê hatin kirin. 
 
*Mehmet Ocalan dest nîşan kir ku zêdeyî 15 mehan e malbat bi Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan re nikare hevdîtinê çê bike. Ocalan anî ziman ku ew ji dewletê doza mafê xwe dikin, ne doza merhamete û ev tiş gotin: “Divê çi hewce be bê kirin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê em Ocalan azad bikin.” 
 
*Derket holê Seroka Baskên Jinan a AKP’ê ya Şirnexê Hatîce Atan ku xwe wek keça manewî ya Erdogan dide nasîn, 11 sal in ji Îdareya Taybet a Bajêr a Şirnexê meaş werdigire. 
 
*Wezareta Dadê ji bo pirsa hejmara girtin û binçavkirina endamên DAIŞ’ê yên ji sala 2013’an heta niha çend e got “xebat û lêkolîneke taybet divê” û bê bersiv hişt. 
 
*Li Tirkiyeyê bi Rewşa Awarte re gelek pratîkên ecêb ên darazê xwe didin der. Abdulkerî Yakut ku 14 meh berê bi tawanbariya “endamtiya rêxistinê” hat binçavkirin û bi hinceta “dibe ku bireve” hat girtin, ji sedî 60 felcî ye û bi daran bi zor li ser lingan disekine. Lê belê bi hinceta di girtîgehê de “govend gerandiye” der barê Yakut de lêpirsîn hat vekirin. 
 
*Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok ku piştî 11 mehan şûnde hat berdan dest nîşan kir pira di navbera gel û şaredariyê de hatiye xirakirin û wiha got: "Polîtîkayên qeyûm di salekê de têk çûn. Teknîka şaredariyê bi dest xistin, lê belê nikaribûn vîna gel bi dest bixin."
 
*Malakan hemû ferzkirinê olî, şer, îkon û xaç red dikin û wekî koma herî pasîfîst a cîhanê tên zanîn. Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Qersê Vedat Akçayoz ê malakanî ye, behsa malakanan kir. 
 
* Piştî Trump Qudus wekî paytexta Îsraîlê îlan kir û şûn de Erdogan soz da ku dê “Hemû têkiliyên xwe ji Îsraîlê bibirin.” Yek ji mirovên oldar û pêşeng ê Filîstînê Xalid Sufyanî, têkildarî mijarê diyar kir ku ger têkiliyek bê destpêkirin jî divê ji bo başiya Fîlîstînê be. 
 
* Pirsyare ya ku CHP'ê der barê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu de daye dê li meclisê bê niqaş kirin. 
 
* Danişîna doza der barê Akademisyenên Aştiyê yên deklerasyona "Em nabin şirîkê vî sûcî" dê li 32'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09:00) 
 
* Rojnameger û siyasetmedarên di medya civakî de nivîs parvekirine dê li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê darizandin. (10.00) 
 
* Li Lijneya Giştî ya Meclîsê dê niqaşên butçeya 2018'an berdewam bike. (11.00)
 
* Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Rihayê dê ji bo kuştina Taybet Înan a li Sîlopiya cenazeyê wê hefteyekî li erdê ma civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)
 
* Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) dê têkildarî karkerên taşeron ên bibin kadro li avahiya Konseya Navenda TTB civîna çapemeniyê pêk bine. (12.30)
 
* Şaxa SES'ê û Odeya Tabîban a Amedê dê tekildarî nelirêtiyên OHAL û KHK'yan li avahiya SES'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12:30)
 
* 6'emîn danişîna doza kuştina pitika 38 rojî dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê bê dîtin. (14.00)
 
* Çalakiya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin dê di roja 409’an de berdewam bike. (13.30/18.00) 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

22/12/2017
19:53 Ji bo Rojnameger Rizgar merasima heybet
19:11 Di doza pitika 38 rojî de biryar hat dayîn: Cezayê muebeta giran li du bersûcan hat birîn
17:00 Ciwanê polîsan ew kuştin hat definkirin
16:32 Cezayê salekê li hevserokê berê yê DBP’ê hat birîn
16:20 Jinan Taybet Înan li kolana lê hat kuştin bibîr anîn
16:16 Sûriyê xwest Tirkiye demildest leşkerên xwe vekişînin
16:12 HDP'ê êrîşa li dijî Goristana Garzanê bir meclisê
16:10 Akademisyen: Divê yên di xwîna me de xwe dişon bên darizandin'
15:54 Dîroka Kongreya Diyalogê ya Neteweyî ya Sûriyeyê diyar bû
15:51 ‘Berpirsyarê nekomkirina delîlên kuştina Elçî dozger e’
15:45 Hem Bîryardariya Ehemdê Xanî hilweşandin û hem pesnê wî dan
15:44 Polisan li korîdora edliyê li zarokan xist
15:35 Welatî li Çemçemal û Ranya daketin kolanan
15:17 Ji ber reng û sembolan doz li kekê Kaya vekirin
14:58 Li Kolana Yukselê 409 roj
14:45 Rêxistinên ked û pîşeyî: Em ji pergala taşerontiyê bi guman in
14:42 Akademisyen: Me nekarîbû çavê xwe ji cenazeyê Taybet re bigirtaya
14:40 Polîsan dawetên li kolanan jî qedexe kir
14:27 Taybet Înan li Rihayê hat bibîranîn
14:20 Bayar ê di Komkujiya 10'ê Cotmehê de birîndar bû, jiyana xwe ji dest da
14:02 Di xerabeyên Heranê de serşokek Eyubiyan hat dîtin
13:44 Baran ê ku wêneyê merasîma Elçî parve kiribû derket pêşberî dadger
13:34 Rojnameger Ertaş ji bo ji kuştina 102 kesan re got 'qetlîam' 15 meh ceza xwar
13:25 Li dijî qedexeya pirtûkan nivîskar berhemên xwe dinvîsin
13:24 Ji bo Gulmen û Ozakça daxwazname şandin Komîsyona OHAL’ê
12:35 Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Daxwaza guhdarkirina Çîller û Yilmaz red kirin
12:28 Xwestin karmend û cerdevan mecburî beşdarî kongreyê bibin
12:27 Gorgun: 'Mizgîniya kadro' sozên vala ne
12:04 Ji 4 sûcên cuda li Berdevkê ÎRA’yê Boltan doz vekirin
11:44 Arslan: Daxwazên gel bi şidetê bitepisînin dê kaos kûrtir bibe
11:30 Dayika 55 salî hat girtin
11:24 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê daxwazname dan
11:00 Zarok: Dayê gardiyan qet hez ji me nakin
10:54 Merasîma cenazeyê Adanmiş dê li Qamişlo bê lidarixstin
10:45 Bi îdîaya ‘Ewlekariya jiyanê’ girtî kirin hucreyê
10:31 Zaroka keç bi îstismara 2 zilaman re rû bi rû ma
10:24 'Em budçeyek ji bo şer naxwazin’
10:11 Berxwedana gelê Katalonyayê bi ser ket
09:47 Bi hunerê kolanan xweşik dikin
09:43 Goristan rûxandin bi sedan cenaze birin
09:31 Komîsyona derbeyê belge ji CHP û HDP'ê ranegihand
09:20 Sufyanî yê fîlîstînî: Bila Erdogan soza xwe bi cih bîne
09:18 Der barê Malakaniyên qet çekan hilnagirin de çend tiştên nayên zanîn
09:13 Hevşaredar Kok: Ji bo xizmeta gel ne şert e mirov şaredar be
09:12 Bi hinceta di girtîgehê de govend gerandiye, li girtiyê felcî lêpirsîn hat vekirin
09:11 Wezaretê bi hinceta ‘xebatek taybet’ hejmara DAIŞ’iyên girtî aşkere nekir
09:11 Seroka Baskên Jinan a AKP’ê meaşê xwe ji dewletê distîne!
09:10 Şirnex beriya hatina Erdogan hatiye dorpêçkirin!
09:09 Mehmet Ocalan: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê em Ocalan azad bikin
09:08 Li zanîngehan jî Meclîsên Jinan hatin avakirin
09:08 Ew 'Şertên welat' ên heqdesta kêmtirîn diyar bikin çi ne?
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2017'AN
21/12/2017
18:15 Der barê dosyeya nûçegîhana me Taşkinê de 'biryara sînordarkirinê'
16:55 Siyasetmedarên DBP’î hatin berdan
16:36 Malbatên Roboskî banga tevlîbûna bîranîna salvegera komkujiyê kir
16:29 AYM’ê serlêdana Demirtaş red kir
16:10 Nobeta Edaletê: Elimîn girtîgeh bi xwe ye
16:09 Meltem Cumbul çû serdana Ozakça û bi hev re stran gotin
16:03 2 jin li Rihayê kuştî hatin dîtin
16:00 Cara 715’an serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
15:52 Prof. Kaboglu: Ji ber polîtîkaya hikumetê xendek hatin kulan
15:50 Akademîsyenên Aştiyê: Îro jî ez dê îmze bikim
15:27 Kesê îstîsmara zayendî pêk anî hat binçavkirin
15:04 Maşînê li rêwiyan xist û 2 kes kuştin
14:57 'Aqlê 'Kerbela û Mereş dan jiyîn heman in'
14:55 Leşkerê gule berda Medenî Yildirim vê carê înkar kir
14:51 ‘Dewlet ji bo berjewendiyê karmendan saziyan tune dihesibîne'
14:35 Dozên wekîlên HDP’ê Onder û Pîr hatin dîtin
14:08 'Divê em li dijî OHAL'ê tora hevpar ava bikin'
13:54 Waliyê Êlihê ‘Konsera Gel’ guncav nedît
13:35 Wekîla HDP'ê ya girtî, pirsgirêkên xebatkarên girtîgehê bir meclisê
12:14 Parêzerên Ocalan 715 car serî li dozgeriyê didin
12:09 ÎRA ji bo rojnameger Rizgar Adanmiş sersaxî xwest
11:31 Danişîna doza akamedîsyenên aştiyê dest pê kir
11:23 Projeya Parka Golcukê birin dadgehê
11:12 Sadak: Ji bo demokrasî û aştiyê divê tecrîd rabe
10:53 Girtiyê li malbata xwe geriya: Bi ceryanê îşkenceyê li me dikin
10:40 Nivîskar Tunç: Komkujiyên li dijî kurd û elewiyan hêj didomin
10:34 Dayika Araç: 2 diranên wî şikestî bûn, xwe nekuşt, ew kuştin
10:26 Li Avustralyayê bi wesayîtê êrîşî koma mirovan kir
09:08 Zarok bû zewicandin, bi salan şidet dît: Li dijî tundiyê têbikoşin
09:07 Turk ê 7 caran hat girtin: Hikumet guherîn lê nêzîkatî neguherîn
09:06 Îdiaya ‘Mala Artêşê dewrî TURGEV'ê kirin'
09:05 Rewşa esnafên Sûrê ne tu rewş e
09:04 AKP'ê 10 salin nexweşxaneyek ava nekirin
09:04 Hamzaoglû: Li kuderê pirsgirêk hebe wê HDK li wê derê be
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2018'AN
07:19 Di doza Manîsayê de 25 HDP'î hatin berdan
20/12/2017
18:47 Nûçegihana me Taşkin hat binçavkirin
17:20 Leşkeran sewqî Çiyayê Bagokê dikin
16:55 Girtiyan piştgirî da kampanyaya 'Hezar Malbatên Xwişk û Bira'
16:34 Welatiyê 70 salî binçav kirin
16:26 Doza rojnameger Kaya taloq bû
16:25 Rojnamegerê cînayeta Anter leklîn kir: Miroglu got 'Bi vî karî re mijûl nebe'
16:15 Baroya Amedê malbata Murat Araç ziyaret kir
16:11 Li 54 girtîgehan bi 238 girtiyan re axivîn: Îşkence dewam dike
15:50 ‘Em qêrîna jinan bê xwedî nehêlin’
15:47 Rêveberê TUHAD-FED'ê nehat berdan
15:34 Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê ji hikumetê vekişiyan
15:19 Nûçegihanê ANHA'yê Rizgar Adanmiş jiyana xwe ji dest da