ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2017'AN 2017-12-22 09:00:30 * Komîsyona Lêkolînê ya Derbeyê xebatên ku berî salekê qedandiye hêj rapor belav nekiriye, hin belgeyên ji komîsyonê re hatine ji HDP û CHP'ê re nehatine ragihandin. Hemû xebatên komîsyonê wekî "Belgeyên veşarî" rakirin arşîvê, ji ber ku belge neçûn ber destê CHP û HDP'ê, partî ketin pey şopa 16 belgeyan. *Komîsyona Tespîtkirina Destmiza Kêmtirîn, wê ji bo biryara ku dê der barê 6 milyon kesî bide de îro dîsa bicive.  TÎSK'ê ku dê di komîsyonê de 5 endamên wê hebin û hikûmet balê kişandin ser "şertên welat". Ji niha ve navê "sefaletê" li zemê kirine, lê belê ji bo çi nav li "şertên welat" nayê kirin?    *Xwendekarên jin ên li zanîngehan li hemberî şidetê xwe birêxistin dikin, Meclîsên Jinan ên Zanîngehê ava kirin. Yek ji endama meclîsê xwendekara Zanîngeha Stenbolê Dîlara Gevrek wiha got: “Êdî jin ne di pozîsyona kesên digirîn û mexdûr dibin de ne, êdî dikevin pozisyona mudaxilekirinê.”    *Beriya serdana Serokomar Erdogan, li navenda bajêr a Şirnexê tevdîrên ewlehiyê hatin zêdekirin. Di riyên ku dê Erdogan tê re derbas bibe de, piştî du salan şûnde paqijî û xebatên çêkirina rê hatin kirin.    *Mehmet Ocalan dest nîşan kir ku zêdeyî 15 mehan e malbat bi Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan re nikare hevdîtinê çê bike. Ocalan anî ziman ku ew ji dewletê doza mafê xwe dikin, ne doza merhamete û ev tiş gotin: “Divê çi hewce be bê kirin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê em Ocalan azad bikin.”    *Derket holê Seroka Baskên Jinan a AKP’ê ya Şirnexê Hatîce Atan ku xwe wek keça manewî ya Erdogan dide nasîn, 11 sal in ji Îdareya Taybet a Bajêr a Şirnexê meaş werdigire.    *Wezareta Dadê ji bo pirsa hejmara girtin û binçavkirina endamên DAIŞ’ê yên ji sala 2013’an heta niha çend e got “xebat û lêkolîneke taybet divê” û bê bersiv hişt.    *Li Tirkiyeyê bi Rewşa Awarte re gelek pratîkên ecêb ên darazê xwe didin der. Abdulkerî Yakut ku 14 meh berê bi tawanbariya “endamtiya rêxistinê” hat binçavkirin û bi hinceta “dibe ku bireve” hat girtin, ji sedî 60 felcî ye û bi daran bi zor li ser lingan disekine. Lê belê bi hinceta di girtîgehê de “govend gerandiye” der barê Yakut de lêpirsîn hat vekirin.    *Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok ku piştî 11 mehan şûnde hat berdan dest nîşan kir pira di navbera gel û şaredariyê de hatiye xirakirin û wiha got: "Polîtîkayên qeyûm di salekê de têk çûn. Teknîka şaredariyê bi dest xistin, lê belê nikaribûn vîna gel bi dest bixin."   *Malakan hemû ferzkirinê olî, şer, îkon û xaç red dikin û wekî koma herî pasîfîst a cîhanê tên zanîn. Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Qersê Vedat Akçayoz ê malakanî ye, behsa malakanan kir.    * Piştî Trump Qudus wekî paytexta Îsraîlê îlan kir û şûn de Erdogan soz da ku dê “Hemû têkiliyên xwe ji Îsraîlê bibirin.” Yek ji mirovên oldar û pêşeng ê Filîstînê Xalid Sufyanî, têkildarî mijarê diyar kir ku ger têkiliyek bê destpêkirin jî divê ji bo başiya Fîlîstînê be.    * Pirsyare ya ku CHP'ê der barê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu de daye dê li meclisê bê niqaş kirin.    * Danişîna doza der barê Akademisyenên Aştiyê yên deklerasyona "Em nabin şirîkê vî sûcî" dê li 32'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09:00)    * Rojnameger û siyasetmedarên di medya civakî de nivîs parvekirine dê li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê darizandin. (10.00)    * Li Lijneya Giştî ya Meclîsê dê niqaşên butçeya 2018'an berdewam bike. (11.00)   * Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Rihayê dê ji bo kuştina Taybet Înan a li Sîlopiya cenazeyê wê hefteyekî li erdê ma civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)   * Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) dê têkildarî karkerên taşeron ên bibin kadro li avahiya Konseya Navenda TTB civîna çapemeniyê pêk bine. (12.30)   * Şaxa SES'ê û Odeya Tabîban a Amedê dê tekildarî nelirêtiyên OHAL û KHK'yan li avahiya SES'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12:30)   * 6'emîn danişîna doza kuştina pitika 38 rojî dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê bê dîtin. (14.00)   * Çalakiya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin dê di roja 409’an de berdewam bike. (13.30/18.00)