Nivîskar Tunç: Komkujiyên li dijî kurd û elewiyan hêj didomin

  • rojane
  • 10:40 21 Kanûn 2017
  • |
img

STENBOL - Nivîskar Azîz Tunç, diyar kir ku kesên bûne şahidê komkujiya Mereşê her dem vê êşê di hundirê xwe de dijîn û wiha got: "Ji bo ev êş bi dawî bibe û raweste divê berî her tiştî komkujî bê qebûlkirin û rastiya wê bê dîtin. Komkujiyên li dijî kurd û elewiyan hêj didomin." 

Di 19'ê kanûna 1978'an de li Mereşê komkujiyê dest pê kir û heta hefteyekî berdewam kir. Di komkujiyê de 111 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 100 kesan jî birîndar bûn. Zêdeyî 200 xanî û nêzî 70 kargerî hatin şewitandin û rûxandin. Kesên bûn şahidê komkujiyê tevî 39 sal di ser bûyerê re derbas bû jî hêj êşa wê û birînên wê wekî nû pêk hatibe dijîn û êşa wan giran e. Dîsa hêj berpirsiyarê vê komkujiyê nehatin dîtin û nehatin darizandin. Têkildarî komkujiya Mereşê şahidê bûyeran û Nivîskar Aziz Tunç, nirxandin kir. 
 
'EZ BERÇEYEKÎ BERXWEDANÊ BÛM' 
 
Tunç, ku di komkujiyê de li taxa Yorukselimê ya Mereşê bû, diyar kir ku li taxê berxwedan hebû û ew jî perçeyekî berxwedanê bû. Tunc, anî ziman ku wê demê ew û çend hevalên xwe hatin girtin û wiha got: "Li Mereşê rojek li gori roja din bêtir travmatik bû. Komkujiyek hovane hebû. Di komkujiya 19'ê Kanûna 1978’an de li Sînemaya Çiçek de lîstika 'Dê roj kengî hilê" ya propaganda nijadperestiye dikir dihat pêşandan. Kesên komkujî pêk anîn teqemenî avêtin sînemayê û wekî ku çepgiran avêtibe nîşan dan û dest bi êrişan kirin. Ewil êrîşî kargeriyên elewiyên kurd û çepkiran kirin. Talan kirin û wêran kirin. Elewiyên kurd li kolanê rastî êrişan hatin."  
 
'BÊ NAVBER BERDEWAM KIR' 
 
Tunç, ani ziman ku di 20'ê kanûnê de kahwexaneya ku kurdên elewî li wir çay vedixwarin hat gulebarankirin û wiha got: "Di 21'ê Kanûnê de 2 mamosteyên şoreşger hatin kuştin. Mamoste Mustafa û Haci Çolak li nexweşxaneyê hatin kuştin. Bi derewên ku elewiyan êrîşî mizgefta kiriye rêya ku bêtîr êrîşan rewa bikin vekirin. Ji 22'ê kanûnê heta 26'ê kanûnê bûyer bê navber berdewam kir. Ji bilî elewiyên kurd kesên şoreşger jî hatin kuştin. Di milê stratejîk de tunekirina kurdên elewî bûn. Ji ber vê yekê di komkujiya Mereşê de kesên şoreşger jî hatin kuştin. Mamosteyên ji Mereşê Mustafa Yuzbaşioglu, mamoste Ali Riza Îşbîlîr, keça wî Sabahat û kurê wî Mehmet Îşbilir, birayê wan polîsê POL-DER’ê Haci Velî Îşbilîr û Mamosteyê ji Semsûrê Mahmut Unal, ji ber ku kurd û elewî bûn hatin kuştin." 
 
ARMANC KIRIN KU JI KOK VE PAQIJ BIKIN
 
Tunç, destnîşan kir ku dewletê bi hişmendiya 'Koka wan bikole' komkujî pêk anîn û wiha axivî: "Dewletê armanc kir ku hemû şopa civaka ku kiribûn armanc ji ser wê axê paqij bikin û wiha axivî: "Heta sala 1922'an nêzî hezar salan ermenî, suryanî, cûhî û bi hevre li ser vê axê jiyan. Îro der barê wan de tiştek nemaye. Gorek wan a gulekê bavêjin ser jî nemaye. Di sala 1978'an de dema komkujiya Mereşê pêk anîn ji bo kurd û elewiyên Mereşê jî xwestin heman tiştî pêk bînin. Mirovên ku cenazeyên xwe nedîtin hêj nizanin cenazeyên wan li ku hatine defin kirin. Kaşo dewletê cenaze defin kirine. Lê hêj nayê zanîn cenaze li ku hatine defin kirin. Hêj cenazeyê mamosteyê Semsûrî Mahmut Unal û Hatice Yilmaz tune ye. Ev hemû hişmendiya kesên komkujiyan pêk tînin e. Dewletê çavê xwe ji van kujeran re girtiye û ser wê perde kiriye. Ger ku cenaze bên dîtin wê demê êş dê rawestin û têkoşîn pêkan be. Bêyî ku dewlet vê rastiyê qebûl bike û bi komkujiyê re rû bi rû bimîne ne pêkan e ku hesab bê pirsîn." 
 
'OKKEŞ KENGER HAT BERDAN'
 
Tunç, bal kişand ser rola Parlamenterê serdema 19'emîn ê Mereşê Okkeş Kenger ê piştî komkujiya Mereşê li Dadgeha Rewşa Awarte ya Edeneyê weki bersûcê yekem hat darizandin û wiha berdewam kir: "Okkeş Kenger, bi awayekî fîîlî di nava komkujiyê de cihê xwe girt. Yek ji kujerê ku teqemenî avêt nava Sînemaya Çîçekê. Lê Okkeş Kenger ne tenê berpirsiyarê vê komkujiyê ye. Okkeş Kenger yek ji sedan kesê di nava komkujiyê de cih girtiye. Okkeş Kenger li dadgeha ku kujeran rizgar bike hatiye berdan. Şiklê darizandina Okkeş Kenger bi xwe skandala hiqûqê ye. 
 
‘MIN PIRTÛK BI HÊZIRÊN ÇAVÊN XWE NIVÎSAND' 
 
Tunç, bal kişand ser pirtûka "Tu min bikuje (Beni Sen Öldur)" ku ji çirok û serpêhatiyên Mereşê komî ser hev kiriye û nivîsandiye û wiha got: "Çîroka Ummuhan Duman ê nav li pirtûkê kiriye çiqas bi êş e, hemû çîrokên di pirtûkê de cih girtine jî bi heman şiklî bi êş in. Çîroka ku dayika ku hevserê wê hatiye kuştin û keça wê ji aliyê kujeran ve hat revandin, çîroka ku dayik û birayê wê bi hevre hatin kuştin û lal bû û gelek çîrokên din. Van çîrokan bandorek pir mezin li ser min kir. Min pirtûk bi hêzirên çavên xwe nivîsand. Gelek çîrok bi heman rengî hene. Hovitiyek gelek mezin pêk hat." 
 
Gelek kes bûn şahidê vê komkujiyê. Komkujî hêj êşa xwe di dilê me de dijî. Em hemû kesên bûne şahid ne sax û ne bi tenduristî ne. Bi hezaran mirovên bûne şahid birîndar in. Êşa komkujiyê di dilê xwe de dijîn." 
 
‘KOMKUJÎ DIDOMIN'
 
Tunç, destnîşan kir ku dewleta Tirkiye bi komkujiyan hebûna xwe diparêze û wiha bi dawî kir: "Komkujiyên ku dewletê pêk anîne ne tenê yên em dizanin. Yên ku em nizanin jî pir in. Komkujiya 1915'an a Ermeniyan, komkujiyên Rum, cûhî, suryanî, Mustafa Suphî û gelek komkujiyên din. Komkujiyen li dijî kurd û elewiyan pir zêde ne. Komkujiyên li dijî girtîyan, komkujiya Roboskê Komkujiya 5'ê Hezîrana  2015'an, Komkujiya Enqere, Pirsûs... Komkujî hêj didomin. Dîsa komkujiyên li Cizîr, Sûr Şirnex hêj li dijî kurdan komkujî didomin. Hêj li Meletiyê malên elewiyan tên xêzkirin." 
 
MA / Metîn Yoksu
 

Sernavên din

22/12/2017
19:53 Ji bo Rojnameger Rizgar merasima heybet
19:11 Di doza pitika 38 rojî de biryar hat dayîn: Cezayê muebeta giran li du bersûcan hat birîn
17:00 Ciwanê polîsan ew kuştin hat definkirin
16:32 Cezayê salekê li hevserokê berê yê DBP’ê hat birîn
16:20 Jinan Taybet Înan li kolana lê hat kuştin bibîr anîn
16:16 Sûriyê xwest Tirkiye demildest leşkerên xwe vekişînin
16:12 HDP'ê êrîşa li dijî Goristana Garzanê bir meclisê
16:10 Akademisyen: Divê yên di xwîna me de xwe dişon bên darizandin'
15:54 Dîroka Kongreya Diyalogê ya Neteweyî ya Sûriyeyê diyar bû
15:51 ‘Berpirsyarê nekomkirina delîlên kuştina Elçî dozger e’
15:45 Hem Bîryardariya Ehemdê Xanî hilweşandin û hem pesnê wî dan
15:44 Polisan li korîdora edliyê li zarokan xist
15:35 Welatî li Çemçemal û Ranya daketin kolanan
15:17 Ji ber reng û sembolan doz li kekê Kaya vekirin
14:58 Li Kolana Yukselê 409 roj
14:45 Rêxistinên ked û pîşeyî: Em ji pergala taşerontiyê bi guman in
14:42 Akademisyen: Me nekarîbû çavê xwe ji cenazeyê Taybet re bigirtaya
14:40 Polîsan dawetên li kolanan jî qedexe kir
14:27 Taybet Înan li Rihayê hat bibîranîn
14:20 Bayar ê di Komkujiya 10'ê Cotmehê de birîndar bû, jiyana xwe ji dest da
14:02 Di xerabeyên Heranê de serşokek Eyubiyan hat dîtin
13:44 Baran ê ku wêneyê merasîma Elçî parve kiribû derket pêşberî dadger
13:34 Rojnameger Ertaş ji bo ji kuştina 102 kesan re got 'qetlîam' 15 meh ceza xwar
13:25 Li dijî qedexeya pirtûkan nivîskar berhemên xwe dinvîsin
13:24 Ji bo Gulmen û Ozakça daxwazname şandin Komîsyona OHAL’ê
12:35 Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Daxwaza guhdarkirina Çîller û Yilmaz red kirin
12:28 Xwestin karmend û cerdevan mecburî beşdarî kongreyê bibin
12:27 Gorgun: 'Mizgîniya kadro' sozên vala ne
12:04 Ji 4 sûcên cuda li Berdevkê ÎRA’yê Boltan doz vekirin
11:44 Arslan: Daxwazên gel bi şidetê bitepisînin dê kaos kûrtir bibe
11:30 Dayika 55 salî hat girtin
11:24 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê daxwazname dan
11:00 Zarok: Dayê gardiyan qet hez ji me nakin
10:54 Merasîma cenazeyê Adanmiş dê li Qamişlo bê lidarixstin
10:45 Bi îdîaya ‘Ewlekariya jiyanê’ girtî kirin hucreyê
10:31 Zaroka keç bi îstismara 2 zilaman re rû bi rû ma
10:24 'Em budçeyek ji bo şer naxwazin’
10:11 Berxwedana gelê Katalonyayê bi ser ket
09:47 Bi hunerê kolanan xweşik dikin
09:43 Goristan rûxandin bi sedan cenaze birin
09:31 Komîsyona derbeyê belge ji CHP û HDP'ê ranegihand
09:20 Sufyanî yê fîlîstînî: Bila Erdogan soza xwe bi cih bîne
09:18 Der barê Malakaniyên qet çekan hilnagirin de çend tiştên nayên zanîn
09:13 Hevşaredar Kok: Ji bo xizmeta gel ne şert e mirov şaredar be
09:12 Bi hinceta di girtîgehê de govend gerandiye, li girtiyê felcî lêpirsîn hat vekirin
09:11 Wezaretê bi hinceta ‘xebatek taybet’ hejmara DAIŞ’iyên girtî aşkere nekir
09:11 Seroka Baskên Jinan a AKP’ê meaşê xwe ji dewletê distîne!
09:10 Şirnex beriya hatina Erdogan hatiye dorpêçkirin!
09:09 Mehmet Ocalan: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê em Ocalan azad bikin
09:08 Li zanîngehan jî Meclîsên Jinan hatin avakirin
09:08 Ew 'Şertên welat' ên heqdesta kêmtirîn diyar bikin çi ne?
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2017'AN
21/12/2017
18:15 Der barê dosyeya nûçegîhana me Taşkinê de 'biryara sînordarkirinê'
16:55 Siyasetmedarên DBP’î hatin berdan
16:36 Malbatên Roboskî banga tevlîbûna bîranîna salvegera komkujiyê kir
16:29 AYM’ê serlêdana Demirtaş red kir
16:10 Nobeta Edaletê: Elimîn girtîgeh bi xwe ye
16:09 Meltem Cumbul çû serdana Ozakça û bi hev re stran gotin
16:03 2 jin li Rihayê kuştî hatin dîtin
16:00 Cara 715’an serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
15:52 Prof. Kaboglu: Ji ber polîtîkaya hikumetê xendek hatin kulan
15:50 Akademîsyenên Aştiyê: Îro jî ez dê îmze bikim
15:27 Kesê îstîsmara zayendî pêk anî hat binçavkirin
15:04 Maşînê li rêwiyan xist û 2 kes kuştin
14:57 'Aqlê 'Kerbela û Mereş dan jiyîn heman in'
14:55 Leşkerê gule berda Medenî Yildirim vê carê înkar kir
14:51 ‘Dewlet ji bo berjewendiyê karmendan saziyan tune dihesibîne'
14:35 Dozên wekîlên HDP’ê Onder û Pîr hatin dîtin
14:08 'Divê em li dijî OHAL'ê tora hevpar ava bikin'
13:54 Waliyê Êlihê ‘Konsera Gel’ guncav nedît
13:35 Wekîla HDP'ê ya girtî, pirsgirêkên xebatkarên girtîgehê bir meclisê
12:14 Parêzerên Ocalan 715 car serî li dozgeriyê didin
12:09 ÎRA ji bo rojnameger Rizgar Adanmiş sersaxî xwest
11:31 Danişîna doza akamedîsyenên aştiyê dest pê kir
11:23 Projeya Parka Golcukê birin dadgehê
11:12 Sadak: Ji bo demokrasî û aştiyê divê tecrîd rabe
10:53 Girtiyê li malbata xwe geriya: Bi ceryanê îşkenceyê li me dikin
10:40 Nivîskar Tunç: Komkujiyên li dijî kurd û elewiyan hêj didomin
10:34 Dayika Araç: 2 diranên wî şikestî bûn, xwe nekuşt, ew kuştin
10:26 Li Avustralyayê bi wesayîtê êrîşî koma mirovan kir
09:08 Zarok bû zewicandin, bi salan şidet dît: Li dijî tundiyê têbikoşin
09:07 Turk ê 7 caran hat girtin: Hikumet guherîn lê nêzîkatî neguherîn
09:06 Îdiaya ‘Mala Artêşê dewrî TURGEV'ê kirin'
09:05 Rewşa esnafên Sûrê ne tu rewş e
09:04 AKP'ê 10 salin nexweşxaneyek ava nekirin
09:04 Hamzaoglû: Li kuderê pirsgirêk hebe wê HDK li wê derê be
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2018'AN
07:19 Di doza Manîsayê de 25 HDP'î hatin berdan
20/12/2017
18:47 Nûçegihana me Taşkin hat binçavkirin
17:20 Leşkeran sewqî Çiyayê Bagokê dikin
16:55 Girtiyan piştgirî da kampanyaya 'Hezar Malbatên Xwişk û Bira'
16:34 Welatiyê 70 salî binçav kirin
16:26 Doza rojnameger Kaya taloq bû
16:25 Rojnamegerê cînayeta Anter leklîn kir: Miroglu got 'Bi vî karî re mijûl nebe'
16:15 Baroya Amedê malbata Murat Araç ziyaret kir
16:11 Li 54 girtîgehan bi 238 girtiyan re axivîn: Îşkence dewam dike
15:50 ‘Em qêrîna jinan bê xwedî nehêlin’
15:47 Rêveberê TUHAD-FED'ê nehat berdan
15:34 Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê ji hikumetê vekişiyan
15:19 Nûçegihanê ANHA'yê Rizgar Adanmiş jiyana xwe ji dest da