Nivîskar Tunç: Komkujiyên li dijî kurd û elewiyan hêj didomin 2017-12-21 10:40:13 STENBOL - Nivîskar Azîz Tunç, diyar kir ku kesên bûne şahidê komkujiya Mereşê her dem vê êşê di hundirê xwe de dijîn û wiha got: "Ji bo ev êş bi dawî bibe û raweste divê berî her tiştî komkujî bê qebûlkirin û rastiya wê bê dîtin. Komkujiyên li dijî kurd û elewiyan hêj didomin."  Di 19'ê kanûna 1978'an de li Mereşê komkujiyê dest pê kir û heta hefteyekî berdewam kir. Di komkujiyê de 111 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 100 kesan jî birîndar bûn. Zêdeyî 200 xanî û nêzî 70 kargerî hatin şewitandin û rûxandin. Kesên bûn şahidê komkujiyê tevî 39 sal di ser bûyerê re derbas bû jî hêj êşa wê û birînên wê wekî nû pêk hatibe dijîn û êşa wan giran e. Dîsa hêj berpirsiyarê vê komkujiyê nehatin dîtin û nehatin darizandin. Têkildarî komkujiya Mereşê şahidê bûyeran û Nivîskar Aziz Tunç, nirxandin kir.    'EZ BERÇEYEKÎ BERXWEDANÊ BÛM'    Tunç, ku di komkujiyê de li taxa Yorukselimê ya Mereşê bû, diyar kir ku li taxê berxwedan hebû û ew jî perçeyekî berxwedanê bû. Tunc, anî ziman ku wê demê ew û çend hevalên xwe hatin girtin û wiha got: "Li Mereşê rojek li gori roja din bêtir travmatik bû. Komkujiyek hovane hebû. Di komkujiya 19'ê Kanûna 1978’an de li Sînemaya Çiçek de lîstika 'Dê roj kengî hilê" ya propaganda nijadperestiye dikir dihat pêşandan. Kesên komkujî pêk anîn teqemenî avêtin sînemayê û wekî ku çepgiran avêtibe nîşan dan û dest bi êrişan kirin. Ewil êrîşî kargeriyên elewiyên kurd û çepkiran kirin. Talan kirin û wêran kirin. Elewiyên kurd li kolanê rastî êrişan hatin."     'BÊ NAVBER BERDEWAM KIR'    Tunç, ani ziman ku di 20'ê kanûnê de kahwexaneya ku kurdên elewî li wir çay vedixwarin hat gulebarankirin û wiha got: "Di 21'ê Kanûnê de 2 mamosteyên şoreşger hatin kuştin. Mamoste Mustafa û Haci Çolak li nexweşxaneyê hatin kuştin. Bi derewên ku elewiyan êrîşî mizgefta kiriye rêya ku bêtîr êrîşan rewa bikin vekirin. Ji 22'ê kanûnê heta 26'ê kanûnê bûyer bê navber berdewam kir. Ji bilî elewiyên kurd kesên şoreşger jî hatin kuştin. Di milê stratejîk de tunekirina kurdên elewî bûn. Ji ber vê yekê di komkujiya Mereşê de kesên şoreşger jî hatin kuştin. Mamosteyên ji Mereşê Mustafa Yuzbaşioglu, mamoste Ali Riza Îşbîlîr, keça wî Sabahat û kurê wî Mehmet Îşbilir, birayê wan polîsê POL-DER’ê Haci Velî Îşbilîr û Mamosteyê ji Semsûrê Mahmut Unal, ji ber ku kurd û elewî bûn hatin kuştin."    ARMANC KIRIN KU JI KOK VE PAQIJ BIKIN   Tunç, destnîşan kir ku dewletê bi hişmendiya 'Koka wan bikole' komkujî pêk anîn û wiha axivî: "Dewletê armanc kir ku hemû şopa civaka ku kiribûn armanc ji ser wê axê paqij bikin û wiha axivî: "Heta sala 1922'an nêzî hezar salan ermenî, suryanî, cûhî û bi hevre li ser vê axê jiyan. Îro der barê wan de tiştek nemaye. Gorek wan a gulekê bavêjin ser jî nemaye. Di sala 1978'an de dema komkujiya Mereşê pêk anîn ji bo kurd û elewiyên Mereşê jî xwestin heman tiştî pêk bînin. Mirovên ku cenazeyên xwe nedîtin hêj nizanin cenazeyên wan li ku hatine defin kirin. Kaşo dewletê cenaze defin kirine. Lê hêj nayê zanîn cenaze li ku hatine defin kirin. Hêj cenazeyê mamosteyê Semsûrî Mahmut Unal û Hatice Yilmaz tune ye. Ev hemû hişmendiya kesên komkujiyan pêk tînin e. Dewletê çavê xwe ji van kujeran re girtiye û ser wê perde kiriye. Ger ku cenaze bên dîtin wê demê êş dê rawestin û têkoşîn pêkan be. Bêyî ku dewlet vê rastiyê qebûl bike û bi komkujiyê re rû bi rû bimîne ne pêkan e ku hesab bê pirsîn."    'OKKEŞ KENGER HAT BERDAN'   Tunç, bal kişand ser rola Parlamenterê serdema 19'emîn ê Mereşê Okkeş Kenger ê piştî komkujiya Mereşê li Dadgeha Rewşa Awarte ya Edeneyê weki bersûcê yekem hat darizandin û wiha berdewam kir: "Okkeş Kenger, bi awayekî fîîlî di nava komkujiyê de cihê xwe girt. Yek ji kujerê ku teqemenî avêt nava Sînemaya Çîçekê. Lê Okkeş Kenger ne tenê berpirsiyarê vê komkujiyê ye. Okkeş Kenger yek ji sedan kesê di nava komkujiyê de cih girtiye. Okkeş Kenger li dadgeha ku kujeran rizgar bike hatiye berdan. Şiklê darizandina Okkeş Kenger bi xwe skandala hiqûqê ye.    ‘MIN PIRTÛK BI HÊZIRÊN ÇAVÊN XWE NIVÎSAND'    Tunç, bal kişand ser pirtûka "Tu min bikuje (Beni Sen Öldur)" ku ji çirok û serpêhatiyên Mereşê komî ser hev kiriye û nivîsandiye û wiha got: "Çîroka Ummuhan Duman ê nav li pirtûkê kiriye çiqas bi êş e, hemû çîrokên di pirtûkê de cih girtine jî bi heman şiklî bi êş in. Çîroka ku dayika ku hevserê wê hatiye kuştin û keça wê ji aliyê kujeran ve hat revandin, çîroka ku dayik û birayê wê bi hevre hatin kuştin û lal bû û gelek çîrokên din. Van çîrokan bandorek pir mezin li ser min kir. Min pirtûk bi hêzirên çavên xwe nivîsand. Gelek çîrok bi heman rengî hene. Hovitiyek gelek mezin pêk hat."    Gelek kes bûn şahidê vê komkujiyê. Komkujî hêj êşa xwe di dilê me de dijî. Em hemû kesên bûne şahid ne sax û ne bi tenduristî ne. Bi hezaran mirovên bûne şahid birîndar in. Êşa komkujiyê di dilê xwe de dijîn."    ‘KOMKUJÎ DIDOMIN'   Tunç, destnîşan kir ku dewleta Tirkiye bi komkujiyan hebûna xwe diparêze û wiha bi dawî kir: "Komkujiyên ku dewletê pêk anîne ne tenê yên em dizanin. Yên ku em nizanin jî pir in. Komkujiya 1915'an a Ermeniyan, komkujiyên Rum, cûhî, suryanî, Mustafa Suphî û gelek komkujiyên din. Komkujiyen li dijî kurd û elewiyan pir zêde ne. Komkujiyên li dijî girtîyan, komkujiya Roboskê Komkujiya 5'ê Hezîrana  2015'an, Komkujiya Enqere, Pirsûs... Komkujî hêj didomin. Dîsa komkujiyên li Cizîr, Sûr Şirnex hêj li dijî kurdan komkujî didomin. Hêj li Meletiyê malên elewiyan tên xêzkirin."    MA / Metîn Yoksu