Zarok bû zewicandin, bi salan şidet dît: Li dijî tundiyê têbikoşin

  • rojane
  • 09:08 21 Kanûn 2017
  • |
img

KOCAELÎ - Nuran Cansever a 62 salî ku hêj zarok bû hat zewicandin û her dem hevjînê wê lê da û bi gotinên wekî "Bila jin jiyana xwe neherimînin" bang li jinan kir ku li dijî tundiyê têbikoşin. 

Zarokên keç hêj çavê xwe li cîhanê venakin, civak rola zayendiyê li ser wan ferz dike û bi mezinbûnê re pergala mêr a serdest serweriya xwe li ser wan ferz dike. Nuran Cansever a ji Sakaryayê yek ji wan jinan e. Hêj 15 salî bûye, wê didin mêrekî qet nas nake û niha temenê wê 62 sal e û 3 zarokên wê hene. Piştî zewacê Nuran koçî Kocaeliyê dike, salên xwe yên herî xweş di bin serweriya mêr de derbas dike. Cansever aşkera kir ku ji ber wê zarokên keç anîne dinê, her dem şidet dîtiye û ev tişt got: "Ez di temenê herî bi kelecan, herî bi pêşketî de zewicandim. Kesî ji min nepirsî ka tu dixwazî bizewicî yan na."
 
'JI BER KU MIN NIZANIBÛ XWARIN ÇÊKIRA, LI MIN DAN’  
 
Cansever aşkera kir ku gotinê berî salan ji wê re hatine gotin hêj di guhê wê de ne, ji ber ku nizanibûye xwarinê çêbike şidet ditiye û ev tişt gotin: "Ji ber ku min karê li gundan nizanibû şidet didît. Li gund ceryan tune bû, av tune bû, min bi piştan kûpê 20 kîloyî av dikişand. Ji bo em malê ronî bikin, me lampeya gazê pêdixist. Rojekê min xwest ez lampeyê paqij bikim, lampe di destê min de şikest. Ji bo vê heqaret li min kirin, çêr gotin, li min dan."
 
‘SERPÊHATIYAN EZ FÊRÎ BERXWEDANÊ KIRIM' 
 
Cansever da zanîn ku tu carî di navberwa wê û kesê ku pêre zewiciye de hezkirin nebûye û wiha domand: "Di demên herî zehmet de jî min qet li malbata xwe negeriya. Ji ber ku telefon tune bû min ji kesî re tiştek negot. Nehiştin ez dayika xwe jî bibînim. Jiyana me her di nava şer de derbas bû û tiştên hatin serê min, ez di temenê piçûk de mezin bûm." Cansever diyar kir ku hîn 16 salî bûye bûye dayik û ji ber ku keç aniye dinê hevjînê wê her dem li wê xistiye.
 
'ME EW MÊR ANÎN DINÊ’
 
Cansever destnîşan kir ku wê tu carî şideta mêr fêm nekiriye û wiha domand: "Dibe ku yên berê ji ber nezaniyê dikirin; lê îro jî di mêran de ev şidet gelekî zêde ye. Me ew mêr anîn dinê. Yên bav, bira, hevjînan tîne dinê em dayik in. Mêrek çawa li jina xwe dixe, ev hişmendiyeke çawa ye ez fêm nakim."
 
‘JIN NE KOLE NE’
 
Cansever diyar kir ku yên ku jiyan nîşanî mêran dane jin in û ev tişt anîn ziman: "Yê mêr xwedî dike, bi xwezayê û mirovahiyê re hevrû dike jin e. Divê mêr jinê wekî kole nebîne. Lê mêr jinan wekî mal an jî muhtacî tiştekî dibînin; em ne mal in û ne jî muhtacê tiştekî ne"
 
‘EZ VAN TIŞTAN QEBÛL NAKIM’
 
Cansever derbirî ku wê bi salan li dijî şidetê li ber xwe daye û ev agahî dan: "Ew rojên gelekî reş bûn û gelekî zehmet bûn. Em li ku dijîn bila bijîn, min piçekî hezkirin dixwest. Heke piçekî hezkirin hebûya, kar çi qas zehmet dibû bila bibûya, ne xem bû. Lê nanê min jî li min dikirin jehr. Ez bûm qurbana malbata xwe. Wê rojê hêza min tune bû; lê îro bûya min ê tu tişt qebûl nekira."
 
‘ZAROKÊN MIN JI ŞIDETÊ RE ŞAHIDÎ DIKIRIN’
 
Cansever aşkera kir ku 2 keç û kurek aniye dinê, ji bo kurê wê wekî bavê xwe nebe her tişt kiriye. Cansever da zanîn ku zarokên wê ji şidetê re şahidî dikirin û wiha got: "Kurê min her tiştê dihat serê min didît. Şideta bavê xwe dît. Min keç û kurê xwe jî wekî xwe xwedî kir. Zarokên min hez ji şidetê nakin û ji şidetê dûr dikevin."
 
‘DIVÊ JIN LI SER PIYÊN XWE BISEKININ’
 
Cansever destnîşan kir ku divê jin li dijî şidetê bitkoşin û li ser piyên xwe bisekinin û ev tişt gotin: "Heke jin dixwazin tiştekî bikin, divê li ser piyên xwe bisekinin. Divê dayik li gel keçên xwe bin. Niha ne wekî berê ye, divê jin xwedî li xwe derkevin."
 
Cansever herî dawî wiha got: "Tiştên xweşik hene, rengên xweşik hene û bila jin jiyana xwe tarî nekin. Jiyan ji bo her kesî wekhev e û divê mêr vê yekê qebûl bikin."
 
MA / Elîf Çetîner
 

Sernavên din

22/12/2017
19:53 Ji bo Rojnameger Rizgar merasima heybet
19:11 Di doza pitika 38 rojî de biryar hat dayîn: Cezayê muebeta giran li du bersûcan hat birîn
17:00 Ciwanê polîsan ew kuştin hat definkirin
16:32 Cezayê salekê li hevserokê berê yê DBP’ê hat birîn
16:20 Jinan Taybet Înan li kolana lê hat kuştin bibîr anîn
16:16 Sûriyê xwest Tirkiye demildest leşkerên xwe vekişînin
16:12 HDP'ê êrîşa li dijî Goristana Garzanê bir meclisê
16:10 Akademisyen: Divê yên di xwîna me de xwe dişon bên darizandin'
15:54 Dîroka Kongreya Diyalogê ya Neteweyî ya Sûriyeyê diyar bû
15:51 ‘Berpirsyarê nekomkirina delîlên kuştina Elçî dozger e’
15:45 Hem Bîryardariya Ehemdê Xanî hilweşandin û hem pesnê wî dan
15:44 Polisan li korîdora edliyê li zarokan xist
15:35 Welatî li Çemçemal û Ranya daketin kolanan
15:17 Ji ber reng û sembolan doz li kekê Kaya vekirin
14:58 Li Kolana Yukselê 409 roj
14:45 Rêxistinên ked û pîşeyî: Em ji pergala taşerontiyê bi guman in
14:42 Akademisyen: Me nekarîbû çavê xwe ji cenazeyê Taybet re bigirtaya
14:40 Polîsan dawetên li kolanan jî qedexe kir
14:27 Taybet Înan li Rihayê hat bibîranîn
14:20 Bayar ê di Komkujiya 10'ê Cotmehê de birîndar bû, jiyana xwe ji dest da
14:02 Di xerabeyên Heranê de serşokek Eyubiyan hat dîtin
13:44 Baran ê ku wêneyê merasîma Elçî parve kiribû derket pêşberî dadger
13:34 Rojnameger Ertaş ji bo ji kuştina 102 kesan re got 'qetlîam' 15 meh ceza xwar
13:25 Li dijî qedexeya pirtûkan nivîskar berhemên xwe dinvîsin
13:24 Ji bo Gulmen û Ozakça daxwazname şandin Komîsyona OHAL’ê
12:35 Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Daxwaza guhdarkirina Çîller û Yilmaz red kirin
12:28 Xwestin karmend û cerdevan mecburî beşdarî kongreyê bibin
12:27 Gorgun: 'Mizgîniya kadro' sozên vala ne
12:04 Ji 4 sûcên cuda li Berdevkê ÎRA’yê Boltan doz vekirin
11:44 Arslan: Daxwazên gel bi şidetê bitepisînin dê kaos kûrtir bibe
11:30 Dayika 55 salî hat girtin
11:24 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê daxwazname dan
11:00 Zarok: Dayê gardiyan qet hez ji me nakin
10:54 Merasîma cenazeyê Adanmiş dê li Qamişlo bê lidarixstin
10:45 Bi îdîaya ‘Ewlekariya jiyanê’ girtî kirin hucreyê
10:31 Zaroka keç bi îstismara 2 zilaman re rû bi rû ma
10:24 'Em budçeyek ji bo şer naxwazin’
10:11 Berxwedana gelê Katalonyayê bi ser ket
09:47 Bi hunerê kolanan xweşik dikin
09:43 Goristan rûxandin bi sedan cenaze birin
09:31 Komîsyona derbeyê belge ji CHP û HDP'ê ranegihand
09:20 Sufyanî yê fîlîstînî: Bila Erdogan soza xwe bi cih bîne
09:18 Der barê Malakaniyên qet çekan hilnagirin de çend tiştên nayên zanîn
09:13 Hevşaredar Kok: Ji bo xizmeta gel ne şert e mirov şaredar be
09:12 Bi hinceta di girtîgehê de govend gerandiye, li girtiyê felcî lêpirsîn hat vekirin
09:11 Wezaretê bi hinceta ‘xebatek taybet’ hejmara DAIŞ’iyên girtî aşkere nekir
09:11 Seroka Baskên Jinan a AKP’ê meaşê xwe ji dewletê distîne!
09:10 Şirnex beriya hatina Erdogan hatiye dorpêçkirin!
09:09 Mehmet Ocalan: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê em Ocalan azad bikin
09:08 Li zanîngehan jî Meclîsên Jinan hatin avakirin
09:08 Ew 'Şertên welat' ên heqdesta kêmtirîn diyar bikin çi ne?
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2017'AN
21/12/2017
18:15 Der barê dosyeya nûçegîhana me Taşkinê de 'biryara sînordarkirinê'
16:55 Siyasetmedarên DBP’î hatin berdan
16:36 Malbatên Roboskî banga tevlîbûna bîranîna salvegera komkujiyê kir
16:29 AYM’ê serlêdana Demirtaş red kir
16:10 Nobeta Edaletê: Elimîn girtîgeh bi xwe ye
16:09 Meltem Cumbul çû serdana Ozakça û bi hev re stran gotin
16:03 2 jin li Rihayê kuştî hatin dîtin
16:00 Cara 715’an serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
15:52 Prof. Kaboglu: Ji ber polîtîkaya hikumetê xendek hatin kulan
15:50 Akademîsyenên Aştiyê: Îro jî ez dê îmze bikim
15:27 Kesê îstîsmara zayendî pêk anî hat binçavkirin
15:04 Maşînê li rêwiyan xist û 2 kes kuştin
14:57 'Aqlê 'Kerbela û Mereş dan jiyîn heman in'
14:55 Leşkerê gule berda Medenî Yildirim vê carê înkar kir
14:51 ‘Dewlet ji bo berjewendiyê karmendan saziyan tune dihesibîne'
14:35 Dozên wekîlên HDP’ê Onder û Pîr hatin dîtin
14:08 'Divê em li dijî OHAL'ê tora hevpar ava bikin'
13:54 Waliyê Êlihê ‘Konsera Gel’ guncav nedît
13:35 Wekîla HDP'ê ya girtî, pirsgirêkên xebatkarên girtîgehê bir meclisê
12:14 Parêzerên Ocalan 715 car serî li dozgeriyê didin
12:09 ÎRA ji bo rojnameger Rizgar Adanmiş sersaxî xwest
11:31 Danişîna doza akamedîsyenên aştiyê dest pê kir
11:23 Projeya Parka Golcukê birin dadgehê
11:12 Sadak: Ji bo demokrasî û aştiyê divê tecrîd rabe
10:53 Girtiyê li malbata xwe geriya: Bi ceryanê îşkenceyê li me dikin
10:40 Nivîskar Tunç: Komkujiyên li dijî kurd û elewiyan hêj didomin
10:34 Dayika Araç: 2 diranên wî şikestî bûn, xwe nekuşt, ew kuştin
10:26 Li Avustralyayê bi wesayîtê êrîşî koma mirovan kir
09:08 Zarok bû zewicandin, bi salan şidet dît: Li dijî tundiyê têbikoşin
09:07 Turk ê 7 caran hat girtin: Hikumet guherîn lê nêzîkatî neguherîn
09:06 Îdiaya ‘Mala Artêşê dewrî TURGEV'ê kirin'
09:05 Rewşa esnafên Sûrê ne tu rewş e
09:04 AKP'ê 10 salin nexweşxaneyek ava nekirin
09:04 Hamzaoglû: Li kuderê pirsgirêk hebe wê HDK li wê derê be
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2018'AN
07:19 Di doza Manîsayê de 25 HDP'î hatin berdan
20/12/2017
18:47 Nûçegihana me Taşkin hat binçavkirin
17:20 Leşkeran sewqî Çiyayê Bagokê dikin
16:55 Girtiyan piştgirî da kampanyaya 'Hezar Malbatên Xwişk û Bira'
16:34 Welatiyê 70 salî binçav kirin
16:26 Doza rojnameger Kaya taloq bû
16:25 Rojnamegerê cînayeta Anter leklîn kir: Miroglu got 'Bi vî karî re mijûl nebe'
16:15 Baroya Amedê malbata Murat Araç ziyaret kir
16:11 Li 54 girtîgehan bi 238 girtiyan re axivîn: Îşkence dewam dike
15:50 ‘Em qêrîna jinan bê xwedî nehêlin’
15:47 Rêveberê TUHAD-FED'ê nehat berdan
15:34 Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê ji hikumetê vekişiyan
15:19 Nûçegihanê ANHA'yê Rizgar Adanmiş jiyana xwe ji dest da