Zarok bû zewicandin, bi salan şidet dît: Li dijî tundiyê têbikoşin 2017-12-21 09:08:25 KOCAELÎ - Nuran Cansever a 62 salî ku hêj zarok bû hat zewicandin û her dem hevjînê wê lê da û bi gotinên wekî "Bila jin jiyana xwe neherimînin" bang li jinan kir ku li dijî tundiyê têbikoşin.  Zarokên keç hêj çavê xwe li cîhanê venakin, civak rola zayendiyê li ser wan ferz dike û bi mezinbûnê re pergala mêr a serdest serweriya xwe li ser wan ferz dike. Nuran Cansever a ji Sakaryayê yek ji wan jinan e. Hêj 15 salî bûye, wê didin mêrekî qet nas nake û niha temenê wê 62 sal e û 3 zarokên wê hene. Piştî zewacê Nuran koçî Kocaeliyê dike, salên xwe yên herî xweş di bin serweriya mêr de derbas dike. Cansever aşkera kir ku ji ber wê zarokên keç anîne dinê, her dem şidet dîtiye û ev tişt got: "Ez di temenê herî bi kelecan, herî bi pêşketî de zewicandim. Kesî ji min nepirsî ka tu dixwazî bizewicî yan na."   'JI BER KU MIN NIZANIBÛ XWARIN ÇÊKIRA, LI MIN DAN’     Cansever aşkera kir ku gotinê berî salan ji wê re hatine gotin hêj di guhê wê de ne, ji ber ku nizanibûye xwarinê çêbike şidet ditiye û ev tişt gotin: "Ji ber ku min karê li gundan nizanibû şidet didît. Li gund ceryan tune bû, av tune bû, min bi piştan kûpê 20 kîloyî av dikişand. Ji bo em malê ronî bikin, me lampeya gazê pêdixist. Rojekê min xwest ez lampeyê paqij bikim, lampe di destê min de şikest. Ji bo vê heqaret li min kirin, çêr gotin, li min dan."   ‘SERPÊHATIYAN EZ FÊRÎ BERXWEDANÊ KIRIM'    Cansever da zanîn ku tu carî di navberwa wê û kesê ku pêre zewiciye de hezkirin nebûye û wiha domand: "Di demên herî zehmet de jî min qet li malbata xwe negeriya. Ji ber ku telefon tune bû min ji kesî re tiştek negot. Nehiştin ez dayika xwe jî bibînim. Jiyana me her di nava şer de derbas bû û tiştên hatin serê min, ez di temenê piçûk de mezin bûm." Cansever diyar kir ku hîn 16 salî bûye bûye dayik û ji ber ku keç aniye dinê hevjînê wê her dem li wê xistiye.   'ME EW MÊR ANÎN DINÊ’   Cansever destnîşan kir ku wê tu carî şideta mêr fêm nekiriye û wiha domand: "Dibe ku yên berê ji ber nezaniyê dikirin; lê îro jî di mêran de ev şidet gelekî zêde ye. Me ew mêr anîn dinê. Yên bav, bira, hevjînan tîne dinê em dayik in. Mêrek çawa li jina xwe dixe, ev hişmendiyeke çawa ye ez fêm nakim."   ‘JIN NE KOLE NE’   Cansever diyar kir ku yên ku jiyan nîşanî mêran dane jin in û ev tişt anîn ziman: "Yê mêr xwedî dike, bi xwezayê û mirovahiyê re hevrû dike jin e. Divê mêr jinê wekî kole nebîne. Lê mêr jinan wekî mal an jî muhtacî tiştekî dibînin; em ne mal in û ne jî muhtacê tiştekî ne"   ‘EZ VAN TIŞTAN QEBÛL NAKIM’   Cansever derbirî ku wê bi salan li dijî şidetê li ber xwe daye û ev agahî dan: "Ew rojên gelekî reş bûn û gelekî zehmet bûn. Em li ku dijîn bila bijîn, min piçekî hezkirin dixwest. Heke piçekî hezkirin hebûya, kar çi qas zehmet dibû bila bibûya, ne xem bû. Lê nanê min jî li min dikirin jehr. Ez bûm qurbana malbata xwe. Wê rojê hêza min tune bû; lê îro bûya min ê tu tişt qebûl nekira."   ‘ZAROKÊN MIN JI ŞIDETÊ RE ŞAHIDÎ DIKIRIN’   Cansever aşkera kir ku 2 keç û kurek aniye dinê, ji bo kurê wê wekî bavê xwe nebe her tişt kiriye. Cansever da zanîn ku zarokên wê ji şidetê re şahidî dikirin û wiha got: "Kurê min her tiştê dihat serê min didît. Şideta bavê xwe dît. Min keç û kurê xwe jî wekî xwe xwedî kir. Zarokên min hez ji şidetê nakin û ji şidetê dûr dikevin."   ‘DIVÊ JIN LI SER PIYÊN XWE BISEKININ’   Cansever destnîşan kir ku divê jin li dijî şidetê bitkoşin û li ser piyên xwe bisekinin û ev tişt gotin: "Heke jin dixwazin tiştekî bikin, divê li ser piyên xwe bisekinin. Divê dayik li gel keçên xwe bin. Niha ne wekî berê ye, divê jin xwedî li xwe derkevin."   Cansever herî dawî wiha got: "Tiştên xweşik hene, rengên xweşik hene û bila jin jiyana xwe tarî nekin. Jiyan ji bo her kesî wekhev e û divê mêr vê yekê qebûl bikin."   MA / Elîf Çetîner