'Komkujiya Mereşê bi profesyonelî amade kirin'

  • rojane
  • 09:31 20 Kanûn 2017
  • |
img

MEREŞ -  Şahidê komkujiya Mereşê Unal Ateş, der barê komkujiyê de diyar kir ku çend meh berê bi awayekî profesyonelî komkujî hatiye plankirin û wiha got: "Beriya komkujiyê gelek seyarfiroş û firoşgerên mili piyango hatin bajêr û herêmê." 

Di ser komkujiya li dijî elewiyên Mereşê ya 19'ê Kanûna 1978'an re 39 sal derbas bûn. Hêj komkujî wekî îro di hiş û aqilan de zindî ye û hêj hesap nehatiye pirsîn. Hêj berpirsiyarên komkujiyê û kujer nehatine cezakirin. Di hefteyekê de 150 kurdên elewî hatin kuştin. Di 21'ê Kanûnê de 2 endamê Komeleya Piştevanî û Yekbûna Hemû Mamosteyan (TOB-DER) hatin kuştin û bûyer belav bûn. Di 22'ê Kanûnê de piştî êrîşa cenazeyan hat kirin bûyer sor bûn. Êrîşên giran ên li dijî kurdên elewî, heta 26'ê Kanûna 1978'an bênavber, hefteyekê dewam kirin. Li kolanên Mereşê nêçira kurdên elewî hat kirin. Di çavderiya hêzên dewletê de 150 elewî hatin kuştin. Êrîşî mal û kargehên elewiyan kirin. Di êrîşan de, li gorî hejmarên fermî 111 kesan jiyana xwe ji dest dan. 552 xanî, 289 dikan û wesayît hatin şewitandin. Amadekarên Komkujiya Mereşê jî, weke 'sireke dewletê' hatin veşartin.
 
Şahidên komkujiyê ku hêj dijîn diyar kirin ku her tişt bi plan û zanebûn hat kirin û xwestin elewî û suniyan bînin hemberî hev. 
 
Şahidê komkujiya Mereşê Unal Ateş ku demên borî Serokê Şaxa Federasyona Komeleyên Çanda Elewiyan (AKDF) yê Mereşê Cîgirê Serokê Giştî yê Komeleyê bû, axivî. Ateş, ku bû şahidê komkujiya 1978'an behsa wan rojan kir. Ateş, diyar kir ku gelek kom ji derve hatibûn û komên ji derve hatin gelê bajar li hev sor kirin. Ateş, bûyerên pêk hatin wekî "Komkujî" pênase kir û wiha got: "Ev bûyer mohrek qirêj e û jê naçe. Heta em sax bin ev êş ji bîr nabe. Ateş, da zanîn ku pêwiste komkujî neyên ji bîr kirin û derbasî qirnên pêş bibin û wiha got: "Ez vê yekê ne bi hestê tolhildanê dibêjim. Ez ne li pey tolê me. Divê em vê rastiyê veguhêzin pêşerojê. Divê ev êş bê dîtin û zanîn da ku êşên din dubare nebin. Da ku em karibin dersan ji van êşan derxin." 
 
'GUHERTINA CIVAKÎ YA MEREŞÊ DEWLETA KÛR ACIZ KIR' 
 
Ateş, anî ziman ku hêlên civakî û aborî yên komkujiyê hene û wiha got: "Di salên 70'yî de elewiyan li Mereşê di pêşketina çandiniyê û sanayiyê de rolek mezin lîst. Di bazirganiya nava bajar de rolek mezin lîst. Dîsa di pêşketinên civakî de jî ji bo nûjeniya bajar elewiyan pêşengî dikir. Ji ber ku di milê civakî û aborî de dibûn xwedî hêz hin kesan ev nexwest. Gelek malbatên mezin ên elewiyan hem şoreşger bûn hem jî xwedî gotin bûn. Gelek kes ji vê yekê bêzar bûn."
 
'BI PROFESYONELÎ EV PLAN KIRIN'
 
Ateş, destnîşan kir ku piştî demekê gelek kesên biyanî ketin nava bajar û wiha got:  "Esnaf û gelê Mereşê êdî kesên biyanî ji hev dipirsîn. Di wê demê de gelek kesên bilêtên Milli Piyango difitorin zêde bûbûn. Firoşkerên seyar zêde bûbûn. Çend meh berê hat plankirin û bi awayekî profesyonelî hat amadekirin. Komkujiya Mereşê ne tenê komkujiya kurd û elewiyan e. Li Tirkiyeyê kurd, tirk, elewî, sunî tev tên kuştin. Mamosteyê dibistana seretayî li gel ku sunî û tirk bû jî ji ber çepgir bû hat kuştin. Ez wê demê diçûm pola duyemîn a dibistana seretayî. Ez serokê polê bûm. Roja înê got 'Unal tu li polê binere ez ê biçim û bêm.' Lê diçû merasima cenazeyê 2 mamosteyan. Çend meh şûnde ez fêr bûm ku ew jî hatiye kuştin. Mamosteyê min piştî merasima cenaze çûbû malê û ji aliyê komekê ve li malê hat kuştin. Gotin 'ev çepgir e, ev komînîst e' û êrîşî mala wî kirin."
 
'EM 16 KES LI MAŞÎNEYEKÊ SIWARR BÛN'
 
Ateş, roja bûyeran dema ew  ji dibistanê derket û diçû malê û tiştên ew pê re rû bi rû me vegot û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ez ketim kolaneke teng. Li kolanê der û dora me dorpêç kirin. Xwestin êrîşî me bikin. Bavê min dikan kilît kir û hat. Min yekem car dît ku 16 kes li maşîneyekê siwar bûbûn. Em 16 kes li maşîneyekê siwar bûn û çûn gundê me. Komkujiya Mereşê bajar 40 salan paşve bir. Dê Dîlokê îro nikaribûya bi Mereşê re têketa pêşbirkê."
 
 
 
 

Sernavên din

20/12/2017
15:08 Afîşên ku wêneyê Demîrtaş li ser bû kom kirin
15:07 Bersûcê kuştina Şûle Îdil: Li ser kaxizê heye pratîk tune
15:01 Jinên KESK’î: Butçeya 2018’an dijminê jina ye
14:58 Kaygusuz û Aktaş tehliye bûn
14:40 Guven: Em ê civaka azad ava bikin
14:19 'Êrîşî hemû qezencên jinan kirin'
14:15 'Leşker û polîsan çend kes kuştin û birîndar kirin?
13:52 KNK di 26-27 çile de Şêwra Neteweyî pêk tîne
13:34 Dadgehê afîşên 'perwerdeya zimanê dayikê' mafdar dît
13:10 Dozger di doza TIR’ên MÎT’ê 15 sal ceza xwest
12:57 2 sal şûnde doz vekirin
12:31 'Rastiya komkujiya Mereşê qebûl bikin’
12:28 9 kes li Gimgimê binçav kirin
12:10 Nêçirvan Barzani, YNK û PDK'ê daxuyanî dan
11:24 Leşkeran xwestin êrîşî parêzeran bikin
10:38 Doza Medenî Yildirim sibê ji nûve tê dîtin
10:26 Carlos Latuff: Min li Tirkiye xêz kiribûya ezê bihatima girtin
10:14 Gungor: Em ê peywira hekîman bi bîra wan bînin
09:32 205 roj in li ber xwe dide
09:31 'Komkujiya Mereşê bi profesyonelî amade kirin'
09:30 'AKP kadroyên xwe bi cih dike'
09:28 Ji kar hat avêtin lê dîsan dest ji direksiyonê berneda
09:27 20 sal in kincên herêmî didirû
09:27 Bilbilê zimanekî qedexekirî: Dengbêj Reso
09:26 Îdiaya 'Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Peyasê hatin lêkolînkirin'
09:25 'Malbat rastî tundiya gardiyan û leşkeran tên'
09:25 Destê girtî şikandin
09:22 Sansureke ku heta niha nehatiye dîtin: Name hat meqeskirin, tenê sê hevok man
09:21 Parêzer biryara negirtina polîsê kujerê Kurkut îtîraz kir
09:21 Hejmara duyem a fanzîna xwendekaran a bi navê 'Hawar'ê derket
09:20 Efserê ji Artêşa Azad reviya û tev li QSD'ê bû agahiyên girîng dan
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2017'AN
19/12/2017
22:51 Agahî ji Hevserokê Tevgera Azadiyê yê Silêmaniyê nayên wergirtin
21:09 Weşana NRT'ê hat rawestandin, xebatkarên wê hatin binçavkirin
19:50 Li Başurê Kurdistanê çalakiyên prostestokirinê: 6 kes hatin kuştin
16:36 Navenda YNK’ê ya Ranye şewitandin: 6 kes birîndar bûn
16:24 Bi dehan rêveberên HDP-DBP'ê hatin binçavkirin
15:18 Serlêdana perêzerên Ocalan dîsa hat redkirin
15:09 Hawirparêz: Şaredariyên Mêrsînê qadên şîn tune dikin
15:00 ‘Bê ceza mayîn îşkenceyê zêdetir dike’
14:50 Parastina kurdî weke belavkirina ramanê ya rêxistinê dît
14:31 406 roj in li Kolana Yuklesê ne, îro jî 6 kes binçav kirin
14:25 Gelê Başûr 2 rojin li qadan in
14:14 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
14:13 RSF: Tirkiye di aliyê rojnamegerên girtî de 5'emîn e
14:05 Baroya Rihayê: Dewlet ji mirina Murat Araç berpirsyar e
13:39 Endamê Koma Aştiyê Turgut: Dixwazin hemû girtîgehan veguherînin Îmraliyê
13:30 Garît: Ez di lêgerîna heqîqetê de me
13:20 ‘Fermana 73’an xwe ji hişmendiya Rejima Baas a 1975’an digire'
12:40 Berî 17 salan bi îşkence seqet hiştin, niha bê nan dihêlin
12:34 Rewşa Umutê biçûk ber bi başbûnê ve diçe
12:26 Beriya bê kuştin alîkarî xwest lê...
11:54 3 meh ceza dan hevseroka KCD'ê
11:38 Şêniyên Taxa Rezan li ser agir e: Hêviya me ji polîsan tune
11:37 'Hikumeta CHP'ê ji Komkujiya Mereşê re bêdeng ma’
11:05 Der barê rojnameger Guldem û Atlan de dest lêpirsine kirin
10:58 Hemû dewlemendiya Dêrsimê talan dikin
10:32 Polîs polîs kuşt
10:16 Qayûm tabelaya Navenda Çanda Elî Temel rakir
09:54 LaWjeyê Rûbaro ji nû ve vegot
09:52 Qeyûmê hemû berhemên wî rakirin
09:45 'Girîngiyê nadin senetkaran'
09:12 ‘'Em ê tevî civakê sûcên bi sansurê ser wan tê nixumandin bipirsin'
09:11 ‘Di serdemên bi vî rengî de rêzefîlm ji bo tevizandina civakê tên bikaranîn'
09:11 Ji ber ji bo komkujiya Mereşê 'qetlîam' hat gotin hat îadekirin
09:10 HDP'ê bernameya xwe ya konferansan a serdema nû aşkere kir
09:10 Hevberdevkên OHP'ê: Mekanîzmayên girtina otomatîk hene
09:10 Komkujiya Mereşê vegotin: Tangan temaşe kir, hesab ji mexdûran hat pirsîn
09:09 Pirtûka Hecî Nehsan ‘ciweyna’ derket: Gelo hibr westiya ye?
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2017'AN
18/12/2017
17:20 Li Silêmaniyê 8 kes birîndar bûn
16:33 Gelê Başûrê Kurdistanê li ser piyan e: Hikûmet îstifa bike
16:20 Zarokê polîsan bi giranî birîndar kir hêj nehatiye ser hişê xwe
16:13 Polîsan bi ser Buroya Hiqûqê ya Gelan de girt
16:08 Peyama wekîla Êzîdî ya bi kurdî kirin 'x'
15:46 ‘Kurdistan erdnîgariya gelê min lê dijiye’
15:45 Baroya Edeneyê: Dewlet berpirsiyarê kuştina Murat Araç e
15:44 Divê dewlet bi komkujiya Mereşê re hevrû bibe
15:17 Yildirim: Ji fikrên Birêz Ocalan ditirsin û tecrîdê kûr dikin
15:03 Ji bo 10 karkeran 10 pêşniyarname
14:43 Di roja 405'an de 3 kes hatin binçavkirin
14:43 Gelê Cerablûs û Babê li dijî êrîşên Tirkiye daketin kolanan
14:14 HDK: Pêdivî bi destpêkek nû û bi xurt heye
14:12 Wergêra ETHA Tolu û 5 kesên din hat berdan
13:36 2 jin bi destê mêr hatin kuştin
13:30 Eren Keskin: Kuştina Murat Araç ne bûyerek ji rêze ye
13:16 Gelê Herêma Federal a Kurdisanê îstîfaya hikûmetê xwest
13:06 Dozger xwest rojnameger Tolu bê berdan
12:45 Polîsan li Hezexê zarokê 4 salî birîndar kir
12:16 Bekîr Agirdir: Divê utopyayek nû û siyaseta vê bê hûnandin
11:38 12 hezar ton jahr li Tirkiye belav bû
11:02 Jin beriya roj hilê dest bi kar dikin
10:48 Hestiyên Xiristiyanan li holê hiştin!
10:43 Wezareta Dadê 50 hezar girtiyan bi koletî dixebitîne
10:34 Nivîskar Temel: Her tişt di nava salên 1918 - 1923'yan de pêk hat
09:41 Ji ber peyvên 'Ciwan', 'Êrîş' û 'Gel' 15 salan ceza dixwazin
09:40 Wezîrê Karê Derve yê berê Yakiş: Operasyona li dijî Efrînê dê zirarek mezin bide
09:39 Malên Rus ên dîrokî tune dibin!
09:38 'Pêngava Amerîka û Îsraîl meşrû kirin'
09:37 Şahid: Zaroka zikê wê bi dara Çamê ve kutan