'Komkujiya Mereşê bi profesyonelî amade kirin' 2017-12-20 09:31:47 MEREŞ -  Şahidê komkujiya Mereşê Unal Ateş, der barê komkujiyê de diyar kir ku çend meh berê bi awayekî profesyonelî komkujî hatiye plankirin û wiha got: "Beriya komkujiyê gelek seyarfiroş û firoşgerên mili piyango hatin bajêr û herêmê."  Di ser komkujiya li dijî elewiyên Mereşê ya 19'ê Kanûna 1978'an re 39 sal derbas bûn. Hêj komkujî wekî îro di hiş û aqilan de zindî ye û hêj hesap nehatiye pirsîn. Hêj berpirsiyarên komkujiyê û kujer nehatine cezakirin. Di hefteyekê de 150 kurdên elewî hatin kuştin. Di 21'ê Kanûnê de 2 endamê Komeleya Piştevanî û Yekbûna Hemû Mamosteyan (TOB-DER) hatin kuştin û bûyer belav bûn. Di 22'ê Kanûnê de piştî êrîşa cenazeyan hat kirin bûyer sor bûn. Êrîşên giran ên li dijî kurdên elewî, heta 26'ê Kanûna 1978'an bênavber, hefteyekê dewam kirin. Li kolanên Mereşê nêçira kurdên elewî hat kirin. Di çavderiya hêzên dewletê de 150 elewî hatin kuştin. Êrîşî mal û kargehên elewiyan kirin. Di êrîşan de, li gorî hejmarên fermî 111 kesan jiyana xwe ji dest dan. 552 xanî, 289 dikan û wesayît hatin şewitandin. Amadekarên Komkujiya Mereşê jî, weke 'sireke dewletê' hatin veşartin.   Şahidên komkujiyê ku hêj dijîn diyar kirin ku her tişt bi plan û zanebûn hat kirin û xwestin elewî û suniyan bînin hemberî hev.    Şahidê komkujiya Mereşê Unal Ateş ku demên borî Serokê Şaxa Federasyona Komeleyên Çanda Elewiyan (AKDF) yê Mereşê Cîgirê Serokê Giştî yê Komeleyê bû, axivî. Ateş, ku bû şahidê komkujiya 1978'an behsa wan rojan kir. Ateş, diyar kir ku gelek kom ji derve hatibûn û komên ji derve hatin gelê bajar li hev sor kirin. Ateş, bûyerên pêk hatin wekî "Komkujî" pênase kir û wiha got: "Ev bûyer mohrek qirêj e û jê naçe. Heta em sax bin ev êş ji bîr nabe. Ateş, da zanîn ku pêwiste komkujî neyên ji bîr kirin û derbasî qirnên pêş bibin û wiha got: "Ez vê yekê ne bi hestê tolhildanê dibêjim. Ez ne li pey tolê me. Divê em vê rastiyê veguhêzin pêşerojê. Divê ev êş bê dîtin û zanîn da ku êşên din dubare nebin. Da ku em karibin dersan ji van êşan derxin."    'GUHERTINA CIVAKÎ YA MEREŞÊ DEWLETA KÛR ACIZ KIR'    Ateş, anî ziman ku hêlên civakî û aborî yên komkujiyê hene û wiha got: "Di salên 70'yî de elewiyan li Mereşê di pêşketina çandiniyê û sanayiyê de rolek mezin lîst. Di bazirganiya nava bajar de rolek mezin lîst. Dîsa di pêşketinên civakî de jî ji bo nûjeniya bajar elewiyan pêşengî dikir. Ji ber ku di milê civakî û aborî de dibûn xwedî hêz hin kesan ev nexwest. Gelek malbatên mezin ên elewiyan hem şoreşger bûn hem jî xwedî gotin bûn. Gelek kes ji vê yekê bêzar bûn."   'BI PROFESYONELÎ EV PLAN KIRIN'   Ateş, destnîşan kir ku piştî demekê gelek kesên biyanî ketin nava bajar û wiha got:  "Esnaf û gelê Mereşê êdî kesên biyanî ji hev dipirsîn. Di wê demê de gelek kesên bilêtên Milli Piyango difitorin zêde bûbûn. Firoşkerên seyar zêde bûbûn. Çend meh berê hat plankirin û bi awayekî profesyonelî hat amadekirin. Komkujiya Mereşê ne tenê komkujiya kurd û elewiyan e. Li Tirkiyeyê kurd, tirk, elewî, sunî tev tên kuştin. Mamosteyê dibistana seretayî li gel ku sunî û tirk bû jî ji ber çepgir bû hat kuştin. Ez wê demê diçûm pola duyemîn a dibistana seretayî. Ez serokê polê bûm. Roja înê got 'Unal tu li polê binere ez ê biçim û bêm.' Lê diçû merasima cenazeyê 2 mamosteyan. Çend meh şûnde ez fêr bûm ku ew jî hatiye kuştin. Mamosteyê min piştî merasima cenaze çûbû malê û ji aliyê komekê ve li malê hat kuştin. Gotin 'ev çepgir e, ev komînîst e' û êrîşî mala wî kirin."   'EM 16 KES LI MAŞÎNEYEKÊ SIWARR BÛN'   Ateş, roja bûyeran dema ew  ji dibistanê derket û diçû malê û tiştên ew pê re rû bi rû me vegot û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ez ketim kolaneke teng. Li kolanê der û dora me dorpêç kirin. Xwestin êrîşî me bikin. Bavê min dikan kilît kir û hat. Min yekem car dît ku 16 kes li maşîneyekê siwar bûbûn. Em 16 kes li maşîneyekê siwar bûn û çûn gundê me. Komkujiya Mereşê bajar 40 salan paşve bir. Dê Dîlokê îro nikaribûya bi Mereşê re têketa pêşbirkê."