Komkujiya Mereşê vegotin: Tangan temaşe kir, hesab ji mexdûran hat pirsîn

  • rojane
  • 09:10 19 Kanûn 2017
  • |
img

MEREŞ - Yek ji şahidên Komkujiya Mereşê Hanîfî Gunduz, diyar kir ku tangên ku li taxê hatin bicihkirin derdor sehî dikirin û paşê fatûre li elewiyan hat birîn û wiha got: "Kesên di bûyeran de birîndar bûn, paşê di îşkenceyê de dîsa hatin birîndarkirin." Ahmet Aslan jî wiha got: "Hem digotin ew ji bo olê şer dikin, hem jî xeber ji olê re digotin." 

Di Komkujiya Mereşê ya 19'ê Kanûna 1978'an de li gor hejmarên fermî 111 kes hatin kuştin, 210 mal û 70 kargeh hatin şewitandin. Herî zêde komkujî li Taxa Yorukselîmê ku herî zêde elewî lê dijîn xwe da der. Yek ji şêniyên taxê Hanîfî Gunduzê 61 salî diyar kir ku dema komkujî pêk hat ew 22 salî bû. Gunduz diyar kir ku bûyer li ber çavên dewletê qewimîn, lê belê dewletê xwe li nedîtiyê daniye. Gunduz got ku bûyer hefteyekê dewam kirin lê belê ew hefte ji bo wan wek salekê bû û ev tişt got: "Wê hefteyê her kesî xwe bi xwe digot, 'qey ez ê bimirim.'" 
 
‘WEK BARANÊ GULE DIBARIYAN' 
 
Gunduz, anî ziman ku berî ku bûyer li taxê dest pê bikin hem li taxê hem jî li navenda Mereşê gelek kesên biyanî digeriyan. Gunduz got ku mirovên ku wan roja berê didît, roja dinê veguherîbûn mirovên pir cuda. Gunduz diyar kir ku şeva ku bûyer dest pê kirin ew çûbû cem mala xizmekî xwe yê li Taxa Jêrê û çend rojan li wir maye. Gunduz, got ku roja ku bûyer dest pê kir wek baranê gule bi ser taxê de dibariyan. 
 
'DÊ BI ÇEKÊ, KUR JÎ BI BIVIR HAT KUŞTIN' 
 
Gunduz der barê kuştina dêyekê û kurê wê de ev tişt gotin: "Nasek me hebû. Dema diya wî ji taxê ber bi jorê ve direviya bi çekê hat kuştin. Xeberê didin kurê wê. Kurê wê jî xwe nagire û hewl dide cenazeyê diya xwe wergire. Dema diçe cihê ku diya wî lê hatiye kuştin wî jî bi bivir dikujin." 
 
'DEWLET HESAB JI MEXDÛRAN PIRSÎ' 
 
Gunduz dest nîşan kir ku dema bûyer dest pê kirin tang li taxê hatine bicihkirin û ev tişt gotin: "Tank hatibûn taxê. Mudaxileyî bûyeran nedikirin. Li ber çavê tangan mirov dihatin kuştin. Kesên bûyer dan destpêkirin, êrîşî elewiyan kirin reviyan. Lê dîsa jî fatûre li elewiyan hat birîn. Provakatorên bûyer derxistin nehatin zevtkirin. Yanî dewlet hesab ji mexdûrên bûyerê pirsî. Kesên ewil di bûyeran de birîndar bûn, paşê di îşkenceyan de careke din hatin birîndarkirin." 
 
'HÎN JÎ KABÛSAN DIBÎNIM'
 
Ahmet Aslanê ku bû şahidê bûyerên li Taxa Namik Kemalê, diyar kir ku wê demê ew 16 salî bûye û tiştên ku wî dîtine qet ji bîra wî naçin û ew ê ji bîr neke. Aslan got ku ji bilî temaşekirina bûyerê polîs û leşkeran alîkariya êrîşkaran jî dikir. Aslan dest nîşan kir ku roja bûyerê ew bûye şahidê qelek bûyerên tarîfa wan zor û ji ber wê hîn jî kabûsan dibîne. 
 
‘KESÊN JI BO OLÊ ŞER DIKIRIN XEBER JI OLÊ RE DIGOTIN' 
 
Aslan anî ziman ku ew ji sala 1972'an ve li Taxa Namik Kemalê rûdinê. Aslan got ku dema ku ew dihat taxê dengê çekan bihîstiye û tirsiyaye û wê kêliyê fikiriye ku biçe ser darekê û wiha domand: "Di dema bûyeran de çend êrîşkar xeber ji olê re digotin. Mele bi wan xeyîdî. Ji wan re got 'Em ji bo olê şer dikin. Hûn çawa xebera ji olê re dibêjin.' Hem ji bo olê şer dikirin hem jî xeber ji olê re digotin. A rast nizanibûn ka çi dikin. Dînamît diavêtin hundurê hin malan û malbat bi temamî tune dikirin. Ji ber temenê min biçûk bû tiştekî ji min re nedigotin, tenê min temaşe dikir." 
 
'SERÊ ELEWIYÊ KU WÊNEYÊ YILMAZ GUNEY LI MALA WÎ BÛ JÊ KIRIN' 
 
Aslan wiha behsa kuştina elewiyekî ku li taxê xurdevanî dikir kir: "Li taxê xurdevanek hebû. Wî ji mala wî derxistin. Ji xurdevan pirsîn ka şertên îslam û îmanê çend heb in. Wî jî bersiv da. Xwestin eşeda xwe bîne. Wê kêliyê êrîşkarek ji mala xurdevan derket got 'Li malê wêneyê Yilmaz Guney heye'. Dema êrîşkaran navê Yilmaz Guney bihîst li ber çavê min serê xurdevan bi satorê jê kirin." 
 
'BI SAXÎ BIZINÊ AVÊTIN NAV AGIR' 
 
Aslan got ku mala malbateke elewî hat dînamîtkirin û hemû ferdên malbatê hatin kuştin. Aslan wiha domand: "Paşê bizina li baxçê malê jî gotin 'bizina elewiyan e' û ew bi saxî avêtin nav agir. Hatim ber mala jimare 67'an. Jixwe mal hatibû îşaretkirin. Apê Mustafa tevî çeka xwe li baxçê malê rûniştibû. Digot 'êrîşî min nekin, heke hûn bikin ez ê bera we bidim.' Ciwanek xwe ji ser dîwarê hewşê avêt û ber bi wî ve bazda. Apê Mûstafa jî ji bo xweparastinê bera lingê wî da. Wê kêliyê leşkeran mal topbaran kir. Apê Mûstafa xwe avêtibû dexla wan û digot neyên. Leşkeran didît û temaşe dikir." 
 
'LEŞKER Û POLÎS ALIYÊ ÊRÎŞKARAN DIKIRIN' 
 
Aslan diyar kir ku piştî Taxa Namik Kemalê êrîşkar berê xwe dane Taxa Mereşê û ev tişt gotin: "Êdî derekî ku bişewitînin nemabû, tenê Taxa Mereşê mabû. Hemû şêniyên Taxa Mereşê jî elewî bûn û tevdîrên xwe girtibûn, bi çekan nobet digirtin. Leşker fikirîn; heke ev biçin dê hemû bimirin. Leşkeran ji êrîşkaran re got; 'Neçin Mereşê hûn ê bên kuştin.' Êrîşkar neçûn. Heke biçûnan Mereşê dê komkujiyeke mezin çê bibûna. Leşker û polîs aliyê êrîşkaran dikirin." 
 
MA / Muhammed Abdulkadir Esen
 

Sernavên din

20/12/2017
15:08 Afîşên ku wêneyê Demîrtaş li ser bû kom kirin
15:07 Bersûcê kuştina Şûle Îdil: Li ser kaxizê heye pratîk tune
15:01 Jinên KESK’î: Butçeya 2018’an dijminê jina ye
14:58 Kaygusuz û Aktaş tehliye bûn
14:40 Guven: Em ê civaka azad ava bikin
14:19 'Êrîşî hemû qezencên jinan kirin'
14:15 'Leşker û polîsan çend kes kuştin û birîndar kirin?
13:52 KNK di 26-27 çile de Şêwra Neteweyî pêk tîne
13:34 Dadgehê afîşên 'perwerdeya zimanê dayikê' mafdar dît
13:10 Dozger di doza TIR’ên MÎT’ê 15 sal ceza xwest
12:57 2 sal şûnde doz vekirin
12:31 'Rastiya komkujiya Mereşê qebûl bikin’
12:28 9 kes li Gimgimê binçav kirin
12:10 Nêçirvan Barzani, YNK û PDK'ê daxuyanî dan
11:24 Leşkeran xwestin êrîşî parêzeran bikin
10:38 Doza Medenî Yildirim sibê ji nûve tê dîtin
10:26 Carlos Latuff: Min li Tirkiye xêz kiribûya ezê bihatima girtin
10:14 Gungor: Em ê peywira hekîman bi bîra wan bînin
09:32 205 roj in li ber xwe dide
09:31 'Komkujiya Mereşê bi profesyonelî amade kirin'
09:30 'AKP kadroyên xwe bi cih dike'
09:28 Ji kar hat avêtin lê dîsan dest ji direksiyonê berneda
09:27 20 sal in kincên herêmî didirû
09:27 Bilbilê zimanekî qedexekirî: Dengbêj Reso
09:26 Îdiaya 'Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Peyasê hatin lêkolînkirin'
09:25 'Malbat rastî tundiya gardiyan û leşkeran tên'
09:25 Destê girtî şikandin
09:22 Sansureke ku heta niha nehatiye dîtin: Name hat meqeskirin, tenê sê hevok man
09:21 Parêzer biryara negirtina polîsê kujerê Kurkut îtîraz kir
09:21 Hejmara duyem a fanzîna xwendekaran a bi navê 'Hawar'ê derket
09:20 Efserê ji Artêşa Azad reviya û tev li QSD'ê bû agahiyên girîng dan
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2017'AN
19/12/2017
22:51 Agahî ji Hevserokê Tevgera Azadiyê yê Silêmaniyê nayên wergirtin
21:09 Weşana NRT'ê hat rawestandin, xebatkarên wê hatin binçavkirin
19:50 Li Başurê Kurdistanê çalakiyên prostestokirinê: 6 kes hatin kuştin
16:36 Navenda YNK’ê ya Ranye şewitandin: 6 kes birîndar bûn
16:24 Bi dehan rêveberên HDP-DBP'ê hatin binçavkirin
15:18 Serlêdana perêzerên Ocalan dîsa hat redkirin
15:09 Hawirparêz: Şaredariyên Mêrsînê qadên şîn tune dikin
15:00 ‘Bê ceza mayîn îşkenceyê zêdetir dike’
14:50 Parastina kurdî weke belavkirina ramanê ya rêxistinê dît
14:31 406 roj in li Kolana Yuklesê ne, îro jî 6 kes binçav kirin
14:25 Gelê Başûr 2 rojin li qadan in
14:14 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
14:13 RSF: Tirkiye di aliyê rojnamegerên girtî de 5'emîn e
14:05 Baroya Rihayê: Dewlet ji mirina Murat Araç berpirsyar e
13:39 Endamê Koma Aştiyê Turgut: Dixwazin hemû girtîgehan veguherînin Îmraliyê
13:30 Garît: Ez di lêgerîna heqîqetê de me
13:20 ‘Fermana 73’an xwe ji hişmendiya Rejima Baas a 1975’an digire'
12:40 Berî 17 salan bi îşkence seqet hiştin, niha bê nan dihêlin
12:34 Rewşa Umutê biçûk ber bi başbûnê ve diçe
12:26 Beriya bê kuştin alîkarî xwest lê...
11:54 3 meh ceza dan hevseroka KCD'ê
11:38 Şêniyên Taxa Rezan li ser agir e: Hêviya me ji polîsan tune
11:37 'Hikumeta CHP'ê ji Komkujiya Mereşê re bêdeng ma’
11:05 Der barê rojnameger Guldem û Atlan de dest lêpirsine kirin
10:58 Hemû dewlemendiya Dêrsimê talan dikin
10:32 Polîs polîs kuşt
10:16 Qayûm tabelaya Navenda Çanda Elî Temel rakir
09:54 LaWjeyê Rûbaro ji nû ve vegot
09:52 Qeyûmê hemû berhemên wî rakirin
09:45 'Girîngiyê nadin senetkaran'
09:12 ‘'Em ê tevî civakê sûcên bi sansurê ser wan tê nixumandin bipirsin'
09:11 ‘Di serdemên bi vî rengî de rêzefîlm ji bo tevizandina civakê tên bikaranîn'
09:11 Ji ber ji bo komkujiya Mereşê 'qetlîam' hat gotin hat îadekirin
09:10 HDP'ê bernameya xwe ya konferansan a serdema nû aşkere kir
09:10 Hevberdevkên OHP'ê: Mekanîzmayên girtina otomatîk hene
09:10 Komkujiya Mereşê vegotin: Tangan temaşe kir, hesab ji mexdûran hat pirsîn
09:09 Pirtûka Hecî Nehsan ‘ciweyna’ derket: Gelo hibr westiya ye?
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2017'AN
18/12/2017
17:20 Li Silêmaniyê 8 kes birîndar bûn
16:33 Gelê Başûrê Kurdistanê li ser piyan e: Hikûmet îstifa bike
16:20 Zarokê polîsan bi giranî birîndar kir hêj nehatiye ser hişê xwe
16:13 Polîsan bi ser Buroya Hiqûqê ya Gelan de girt
16:08 Peyama wekîla Êzîdî ya bi kurdî kirin 'x'
15:46 ‘Kurdistan erdnîgariya gelê min lê dijiye’
15:45 Baroya Edeneyê: Dewlet berpirsiyarê kuştina Murat Araç e
15:44 Divê dewlet bi komkujiya Mereşê re hevrû bibe
15:17 Yildirim: Ji fikrên Birêz Ocalan ditirsin û tecrîdê kûr dikin
15:03 Ji bo 10 karkeran 10 pêşniyarname
14:43 Di roja 405'an de 3 kes hatin binçavkirin
14:43 Gelê Cerablûs û Babê li dijî êrîşên Tirkiye daketin kolanan
14:14 HDK: Pêdivî bi destpêkek nû û bi xurt heye
14:12 Wergêra ETHA Tolu û 5 kesên din hat berdan
13:36 2 jin bi destê mêr hatin kuştin
13:30 Eren Keskin: Kuştina Murat Araç ne bûyerek ji rêze ye
13:16 Gelê Herêma Federal a Kurdisanê îstîfaya hikûmetê xwest
13:06 Dozger xwest rojnameger Tolu bê berdan
12:45 Polîsan li Hezexê zarokê 4 salî birîndar kir
12:16 Bekîr Agirdir: Divê utopyayek nû û siyaseta vê bê hûnandin
11:38 12 hezar ton jahr li Tirkiye belav bû
11:02 Jin beriya roj hilê dest bi kar dikin
10:48 Hestiyên Xiristiyanan li holê hiştin!
10:43 Wezareta Dadê 50 hezar girtiyan bi koletî dixebitîne
10:34 Nivîskar Temel: Her tişt di nava salên 1918 - 1923'yan de pêk hat
09:41 Ji ber peyvên 'Ciwan', 'Êrîş' û 'Gel' 15 salan ceza dixwazin
09:40 Wezîrê Karê Derve yê berê Yakiş: Operasyona li dijî Efrînê dê zirarek mezin bide
09:39 Malên Rus ên dîrokî tune dibin!
09:38 'Pêngava Amerîka û Îsraîl meşrû kirin'
09:37 Şahid: Zaroka zikê wê bi dara Çamê ve kutan