Komkujiya Mereşê vegotin: Tangan temaşe kir, hesab ji mexdûran hat pirsîn 2017-12-19 09:10:00 MEREŞ - Yek ji şahidên Komkujiya Mereşê Hanîfî Gunduz, diyar kir ku tangên ku li taxê hatin bicihkirin derdor sehî dikirin û paşê fatûre li elewiyan hat birîn û wiha got: "Kesên di bûyeran de birîndar bûn, paşê di îşkenceyê de dîsa hatin birîndarkirin." Ahmet Aslan jî wiha got: "Hem digotin ew ji bo olê şer dikin, hem jî xeber ji olê re digotin."  Di Komkujiya Mereşê ya 19'ê Kanûna 1978'an de li gor hejmarên fermî 111 kes hatin kuştin, 210 mal û 70 kargeh hatin şewitandin. Herî zêde komkujî li Taxa Yorukselîmê ku herî zêde elewî lê dijîn xwe da der. Yek ji şêniyên taxê Hanîfî Gunduzê 61 salî diyar kir ku dema komkujî pêk hat ew 22 salî bû. Gunduz diyar kir ku bûyer li ber çavên dewletê qewimîn, lê belê dewletê xwe li nedîtiyê daniye. Gunduz got ku bûyer hefteyekê dewam kirin lê belê ew hefte ji bo wan wek salekê bû û ev tişt got: "Wê hefteyê her kesî xwe bi xwe digot, 'qey ez ê bimirim.'"    ‘WEK BARANÊ GULE DIBARIYAN'    Gunduz, anî ziman ku berî ku bûyer li taxê dest pê bikin hem li taxê hem jî li navenda Mereşê gelek kesên biyanî digeriyan. Gunduz got ku mirovên ku wan roja berê didît, roja dinê veguherîbûn mirovên pir cuda. Gunduz diyar kir ku şeva ku bûyer dest pê kirin ew çûbû cem mala xizmekî xwe yê li Taxa Jêrê û çend rojan li wir maye. Gunduz, got ku roja ku bûyer dest pê kir wek baranê gule bi ser taxê de dibariyan.    'DÊ BI ÇEKÊ, KUR JÎ BI BIVIR HAT KUŞTIN'    Gunduz der barê kuştina dêyekê û kurê wê de ev tişt gotin: "Nasek me hebû. Dema diya wî ji taxê ber bi jorê ve direviya bi çekê hat kuştin. Xeberê didin kurê wê. Kurê wê jî xwe nagire û hewl dide cenazeyê diya xwe wergire. Dema diçe cihê ku diya wî lê hatiye kuştin wî jî bi bivir dikujin."    'DEWLET HESAB JI MEXDÛRAN PIRSÎ'    Gunduz dest nîşan kir ku dema bûyer dest pê kirin tang li taxê hatine bicihkirin û ev tişt gotin: "Tank hatibûn taxê. Mudaxileyî bûyeran nedikirin. Li ber çavê tangan mirov dihatin kuştin. Kesên bûyer dan destpêkirin, êrîşî elewiyan kirin reviyan. Lê dîsa jî fatûre li elewiyan hat birîn. Provakatorên bûyer derxistin nehatin zevtkirin. Yanî dewlet hesab ji mexdûrên bûyerê pirsî. Kesên ewil di bûyeran de birîndar bûn, paşê di îşkenceyan de careke din hatin birîndarkirin."    'HÎN JÎ KABÛSAN DIBÎNIM'   Ahmet Aslanê ku bû şahidê bûyerên li Taxa Namik Kemalê, diyar kir ku wê demê ew 16 salî bûye û tiştên ku wî dîtine qet ji bîra wî naçin û ew ê ji bîr neke. Aslan got ku ji bilî temaşekirina bûyerê polîs û leşkeran alîkariya êrîşkaran jî dikir. Aslan dest nîşan kir ku roja bûyerê ew bûye şahidê qelek bûyerên tarîfa wan zor û ji ber wê hîn jî kabûsan dibîne.    ‘KESÊN JI BO OLÊ ŞER DIKIRIN XEBER JI OLÊ RE DIGOTIN'    Aslan anî ziman ku ew ji sala 1972'an ve li Taxa Namik Kemalê rûdinê. Aslan got ku dema ku ew dihat taxê dengê çekan bihîstiye û tirsiyaye û wê kêliyê fikiriye ku biçe ser darekê û wiha domand: "Di dema bûyeran de çend êrîşkar xeber ji olê re digotin. Mele bi wan xeyîdî. Ji wan re got 'Em ji bo olê şer dikin. Hûn çawa xebera ji olê re dibêjin.' Hem ji bo olê şer dikirin hem jî xeber ji olê re digotin. A rast nizanibûn ka çi dikin. Dînamît diavêtin hundurê hin malan û malbat bi temamî tune dikirin. Ji ber temenê min biçûk bû tiştekî ji min re nedigotin, tenê min temaşe dikir."    'SERÊ ELEWIYÊ KU WÊNEYÊ YILMAZ GUNEY LI MALA WÎ BÛ JÊ KIRIN'    Aslan wiha behsa kuştina elewiyekî ku li taxê xurdevanî dikir kir: "Li taxê xurdevanek hebû. Wî ji mala wî derxistin. Ji xurdevan pirsîn ka şertên îslam û îmanê çend heb in. Wî jî bersiv da. Xwestin eşeda xwe bîne. Wê kêliyê êrîşkarek ji mala xurdevan derket got 'Li malê wêneyê Yilmaz Guney heye'. Dema êrîşkaran navê Yilmaz Guney bihîst li ber çavê min serê xurdevan bi satorê jê kirin."    'BI SAXÎ BIZINÊ AVÊTIN NAV AGIR'    Aslan got ku mala malbateke elewî hat dînamîtkirin û hemû ferdên malbatê hatin kuştin. Aslan wiha domand: "Paşê bizina li baxçê malê jî gotin 'bizina elewiyan e' û ew bi saxî avêtin nav agir. Hatim ber mala jimare 67'an. Jixwe mal hatibû îşaretkirin. Apê Mustafa tevî çeka xwe li baxçê malê rûniştibû. Digot 'êrîşî min nekin, heke hûn bikin ez ê bera we bidim.' Ciwanek xwe ji ser dîwarê hewşê avêt û ber bi wî ve bazda. Apê Mûstafa jî ji bo xweparastinê bera lingê wî da. Wê kêliyê leşkeran mal topbaran kir. Apê Mûstafa xwe avêtibû dexla wan û digot neyên. Leşkeran didît û temaşe dikir."    'LEŞKER Û POLÎS ALIYÊ ÊRÎŞKARAN DIKIRIN'    Aslan diyar kir ku piştî Taxa Namik Kemalê êrîşkar berê xwe dane Taxa Mereşê û ev tişt gotin: "Êdî derekî ku bişewitînin nemabû, tenê Taxa Mereşê mabû. Hemû şêniyên Taxa Mereşê jî elewî bûn û tevdîrên xwe girtibûn, bi çekan nobet digirtin. Leşker fikirîn; heke ev biçin dê hemû bimirin. Leşkeran ji êrîşkaran re got; 'Neçin Mereşê hûn ê bên kuştin.' Êrîşkar neçûn. Heke biçûnan Mereşê dê komkujiyeke mezin çê bibûna. Leşker û polîs aliyê êrîşkaran dikirin."    MA / Muhammed Abdulkadir Esen