HDK: Pêdivî bi destpêkek nû û bi xurt heye

  • rojane
  • 14:14 18 Kanûn 2017
  • |
img

ENQERE - HDK’ê encamnameya 8’emîn Civata Giştî bi raya gişti re parve kir. HDK'ê di encamnameyê de bertek nîşanî tecrîda li ser Ocalan tê meşandin da û ji bo bi dawî anina tecrîd û tundiya tê meşandin xwest têkoşîna hevpar pêş bixin. HDK'ê da zanîn ku teqez ne bêçare ne û wiha got: "Em dê li dijî faşizmê mil bidin hev û têbikoşin. Ji bo vê yekê pêdivî bi destpêkek nû û xurt heye."

HDK’ê piştî duh li Enqere 8’emîn Civata Giştî pêk ani, encamname bi raya gişti re parve kir. Encamnameya HDK'ê wiha ye: 
 
Hêzên hegemonîk ên kurewî dixwazin hemû nasnameyên civakî têxin nav pergala xwe û wan bihelîne. Li hemberî van tiştan gelên bindest, jin û hemû hêzên civakî bi berxwedanên dîrokî û berdêlên mezin pergalên xwe yên azad û demokratîk ava dikin. Jiyana alternatîf û lêgerîna pergalê ya li derveyî kapîtalîzmê wekî xeteke sêyemîn xwe ava dikin. Şoreşa Rojava ya ku bi berxwedanê hate kirin ji bo gel, jin û ciwanan qadên azad ava dike û rêya rizgariyê nîşanî gelan dide.
 
‘AKP DI 7’Ê HEZÎRANÊ DE TÊK ÇÛ, DEST DANÎ SER ÎRADEYA AZAD’
 
AKP a ku bi têkoşîna hêzên demokrasiyê di 7’ê Hezîranê de têk çû, bi hêzên faşîst re tifaqek ava kir û qada siyaseta demokratîk tasfiye kir. Qeyyûm li ser şaredariyan peywirdar kir û hevserokên şaredariyan girt û dest danî ser îradeya gelan a azad. Bloka desthilatdariyê ya faşîst dixwaze faşîzmê li her zemîna civakê belav bike.
 
‘AKP LI HUNDIR Û DERVE DI ŞER DE YE’
 
Bi pergala bekçîtiyê dixwaze kolanê teslîm bigire, bi sed hezaran kesan dike hêzên paramîlîter û li dijî berxwedanan amadekariyan dike. Bloga faşîst a ku li hundir van tiştan dike li derve jî li hemberî nirxên gelan ên wekî Rojava şer dike.
 
TECRÎD Û GIRTÎGEH
 
Di nav van şeran de tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan ne bi tenê li dijî kesekî ye. Ev tecrîd tê wateya tecrîda li ser gelan û lêgerîna jiyana bi hev re. Di heman demê de girtîgehên nû tên avakirin û bi ferzkirina cilên yektîp dixwaze îradeyê bişkînin. Wê girîng be ku mirov berxwedana li derve û ya girtîgehan bike yek.
 
‘BERNAMEYEKE ŞÊNBER A TÊKOŞÎNÊ…’
 
Kongreya Gelan a Demokratîk bi lîstina rola xwe ya dîrokî divê pergala demokratîk û azadîxwaz ava bike. Ev tê wateya avakirina Komara Demokratîk. Komara Demokratîk bi konferansên demokrasiyê re, bi xebatên peymanên civakî û meclîsên gel ên demokratîk wê bibe bernameya têkoşînê ya şênber.
 
‘EM Ê STÛYÊ XWE XWAR NEKIN!’
 
Wekî encam bi tevlêbûna bi sedan delegeyan, me Civata xwe ya Giştî ya 8’an bi coşeke mezin li dar xist. Hêzên ku êrîşî me dikin çiqasî xurt bin jî em ne neçar in. Wê hilweşandina faşîzmê bi destên me be. Dixwazin me bi tenê bihêlin, li hemberî vî tiştî divê em ligel hev bin û çareseriya xwe ava bikin. Li hemberî van tiştan gotina me gelekî zelal e;
 
Li hemberî faşîzmê yekîtî, bi komara demokratîk re ber bi azadiyê ve! Bi meclîsan re ber bi demokrasiyê, bi komara demokratîk re ber bi azadiyê ve!”
 
QUDUS PAYTEXTA JIYANA WEKHEV Û HEVPAR E
 
AKP dixwaze nirxên bawerî yên civakê îstismar bike û şovenîzmê pêk bînin, li ser vê desthilatdariya xwe berdewam bike. Herî dawî bi doza Zarrab re hemû nelêrêtî û bertêlê ku xwarine derketin holê, ji bo li ser van rezîliyên xwe binixumîni, mijarên Filistîn û Qudusê xistin rojevê. Divê ev polîtîkayên îstismarê yên AKP'ê bên teşhîrkirin. Divê HDK li gel têkoşîna azadiyê ya gelê Filistînê cihê xwe bigire û hebûna xwe bide nîşan. Qudusa ku ji bo misliman, cihû û xiristiyanan bajarekî pîroz e, divê nebe cihê şerê baweriyan, divê bibe cihê aştî, wekhevî û jiyana hevpar.
 
BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Lijneya me ya Giştî, aşkera kiriye ku ji bo li dijî hemû êrîşên faşîzan rawestin çêbibe, çareseriyê di hêza hevgirtî ya demokratîk de dibîne. Li gel vê divê berxwedana civakî bê mezinkirin û careke din bi hêzeke mezin dayne holê.
 
PEYWIRA MUXALEFETÊ ZÊDE BÛ
 
Di şertên faşîzmê de peywira HDK'ê û hêzên demokrasiyê zêde bûye. Ruxmê hemû êrîşên faşîzmê, civakê serî netewandiye, bertek û hêrsa civakê zêde bûye. Bingeh û derfetên têkoşîna muxalefeta demoratîk ji her demê zêdetir in. Dînamîkên muxalefeta demokratîk a li Tikriyeyê, nikare bi rêxistinên siyasî tenê ve bê sînorkirin û sînorê vê buhirandiye. Wekî ku refernaduma 16'ê Nîsanê jî da nîşan, beşeke zêde ya civakê li dijî rejîma otorîter derdikeve. Dema hêzên demokratîk peywira xwe bînin cih, dê ev hêz hêj zêdetir bibe. Bi vê zanebûnê, di pêşerojê de saziyên rêxistinkirî bingeha têkoşîna hevpar ava bikin, ji bingehê ber bi jor ve rêxistinkirina demokratîk ava bikin, li herêmê lez bide platformên demokratîk, eniyên demokrasiyê ji herêmê ber bi navendê ve bi rêxistinkirina wan, biryarên bingehîn ên Lijneya me ya Giştî ye. Ji bo vê dê HDK'ê li hemû herêman platformên demokrasiyê bi formên cuda rêxistinbûna wan ava bike, di nava hewldanên rêvekirin û piştgiriyê de têkoşîna xwe mezin bike."
 
Di dawiya encamnameyê de ev tişt hat gotin: "Dibe ku hêzên êrîşê me bikin bi hêz û mezin bin, lê teqes em ne bê çare ne. Heke faşîzm hilweşê em ê vê yekê pêk bînin. Ji bo vê pêwîstî bi destpêkek nû û bi hêz heye." Di danezanê de pênaseya Komara Demokratîk a bi hêz jî hat kirin.
 

Sernavên din

20/12/2017
15:08 Afîşên ku wêneyê Demîrtaş li ser bû kom kirin
15:07 Bersûcê kuştina Şûle Îdil: Li ser kaxizê heye pratîk tune
15:01 Jinên KESK’î: Butçeya 2018’an dijminê jina ye
14:58 Kaygusuz û Aktaş tehliye bûn
14:40 Guven: Em ê civaka azad ava bikin
14:19 'Êrîşî hemû qezencên jinan kirin'
14:15 'Leşker û polîsan çend kes kuştin û birîndar kirin?
13:52 KNK di 26-27 çile de Şêwra Neteweyî pêk tîne
13:34 Dadgehê afîşên 'perwerdeya zimanê dayikê' mafdar dît
13:10 Dozger di doza TIR’ên MÎT’ê 15 sal ceza xwest
12:57 2 sal şûnde doz vekirin
12:31 'Rastiya komkujiya Mereşê qebûl bikin’
12:28 9 kes li Gimgimê binçav kirin
12:10 Nêçirvan Barzani, YNK û PDK'ê daxuyanî dan
11:24 Leşkeran xwestin êrîşî parêzeran bikin
10:38 Doza Medenî Yildirim sibê ji nûve tê dîtin
10:26 Carlos Latuff: Min li Tirkiye xêz kiribûya ezê bihatima girtin
10:14 Gungor: Em ê peywira hekîman bi bîra wan bînin
09:32 205 roj in li ber xwe dide
09:31 'Komkujiya Mereşê bi profesyonelî amade kirin'
09:30 'AKP kadroyên xwe bi cih dike'
09:28 Ji kar hat avêtin lê dîsan dest ji direksiyonê berneda
09:27 20 sal in kincên herêmî didirû
09:27 Bilbilê zimanekî qedexekirî: Dengbêj Reso
09:26 Îdiaya 'Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Peyasê hatin lêkolînkirin'
09:25 'Malbat rastî tundiya gardiyan û leşkeran tên'
09:25 Destê girtî şikandin
09:22 Sansureke ku heta niha nehatiye dîtin: Name hat meqeskirin, tenê sê hevok man
09:21 Parêzer biryara negirtina polîsê kujerê Kurkut îtîraz kir
09:21 Hejmara duyem a fanzîna xwendekaran a bi navê 'Hawar'ê derket
09:20 Efserê ji Artêşa Azad reviya û tev li QSD'ê bû agahiyên girîng dan
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2017'AN
19/12/2017
22:51 Agahî ji Hevserokê Tevgera Azadiyê yê Silêmaniyê nayên wergirtin
21:09 Weşana NRT'ê hat rawestandin, xebatkarên wê hatin binçavkirin
19:50 Li Başurê Kurdistanê çalakiyên prostestokirinê: 6 kes hatin kuştin
16:36 Navenda YNK’ê ya Ranye şewitandin: 6 kes birîndar bûn
16:24 Bi dehan rêveberên HDP-DBP'ê hatin binçavkirin
15:18 Serlêdana perêzerên Ocalan dîsa hat redkirin
15:09 Hawirparêz: Şaredariyên Mêrsînê qadên şîn tune dikin
15:00 ‘Bê ceza mayîn îşkenceyê zêdetir dike’
14:50 Parastina kurdî weke belavkirina ramanê ya rêxistinê dît
14:31 406 roj in li Kolana Yuklesê ne, îro jî 6 kes binçav kirin
14:25 Gelê Başûr 2 rojin li qadan in
14:14 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
14:13 RSF: Tirkiye di aliyê rojnamegerên girtî de 5'emîn e
14:05 Baroya Rihayê: Dewlet ji mirina Murat Araç berpirsyar e
13:39 Endamê Koma Aştiyê Turgut: Dixwazin hemû girtîgehan veguherînin Îmraliyê
13:30 Garît: Ez di lêgerîna heqîqetê de me
13:20 ‘Fermana 73’an xwe ji hişmendiya Rejima Baas a 1975’an digire'
12:40 Berî 17 salan bi îşkence seqet hiştin, niha bê nan dihêlin
12:34 Rewşa Umutê biçûk ber bi başbûnê ve diçe
12:26 Beriya bê kuştin alîkarî xwest lê...
11:54 3 meh ceza dan hevseroka KCD'ê
11:38 Şêniyên Taxa Rezan li ser agir e: Hêviya me ji polîsan tune
11:37 'Hikumeta CHP'ê ji Komkujiya Mereşê re bêdeng ma’
11:05 Der barê rojnameger Guldem û Atlan de dest lêpirsine kirin
10:58 Hemû dewlemendiya Dêrsimê talan dikin
10:32 Polîs polîs kuşt
10:16 Qayûm tabelaya Navenda Çanda Elî Temel rakir
09:54 LaWjeyê Rûbaro ji nû ve vegot
09:52 Qeyûmê hemû berhemên wî rakirin
09:45 'Girîngiyê nadin senetkaran'
09:12 ‘'Em ê tevî civakê sûcên bi sansurê ser wan tê nixumandin bipirsin'
09:11 ‘Di serdemên bi vî rengî de rêzefîlm ji bo tevizandina civakê tên bikaranîn'
09:11 Ji ber ji bo komkujiya Mereşê 'qetlîam' hat gotin hat îadekirin
09:10 HDP'ê bernameya xwe ya konferansan a serdema nû aşkere kir
09:10 Hevberdevkên OHP'ê: Mekanîzmayên girtina otomatîk hene
09:10 Komkujiya Mereşê vegotin: Tangan temaşe kir, hesab ji mexdûran hat pirsîn
09:09 Pirtûka Hecî Nehsan ‘ciweyna’ derket: Gelo hibr westiya ye?
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2017'AN
18/12/2017
17:20 Li Silêmaniyê 8 kes birîndar bûn
16:33 Gelê Başûrê Kurdistanê li ser piyan e: Hikûmet îstifa bike
16:20 Zarokê polîsan bi giranî birîndar kir hêj nehatiye ser hişê xwe
16:13 Polîsan bi ser Buroya Hiqûqê ya Gelan de girt
16:08 Peyama wekîla Êzîdî ya bi kurdî kirin 'x'
15:46 ‘Kurdistan erdnîgariya gelê min lê dijiye’
15:45 Baroya Edeneyê: Dewlet berpirsiyarê kuştina Murat Araç e
15:44 Divê dewlet bi komkujiya Mereşê re hevrû bibe
15:17 Yildirim: Ji fikrên Birêz Ocalan ditirsin û tecrîdê kûr dikin
15:03 Ji bo 10 karkeran 10 pêşniyarname
14:43 Di roja 405'an de 3 kes hatin binçavkirin
14:43 Gelê Cerablûs û Babê li dijî êrîşên Tirkiye daketin kolanan
14:14 HDK: Pêdivî bi destpêkek nû û bi xurt heye
14:12 Wergêra ETHA Tolu û 5 kesên din hat berdan
13:36 2 jin bi destê mêr hatin kuştin
13:30 Eren Keskin: Kuştina Murat Araç ne bûyerek ji rêze ye
13:16 Gelê Herêma Federal a Kurdisanê îstîfaya hikûmetê xwest
13:06 Dozger xwest rojnameger Tolu bê berdan
12:45 Polîsan li Hezexê zarokê 4 salî birîndar kir
12:16 Bekîr Agirdir: Divê utopyayek nû û siyaseta vê bê hûnandin
11:38 12 hezar ton jahr li Tirkiye belav bû
11:02 Jin beriya roj hilê dest bi kar dikin
10:48 Hestiyên Xiristiyanan li holê hiştin!
10:43 Wezareta Dadê 50 hezar girtiyan bi koletî dixebitîne
10:34 Nivîskar Temel: Her tişt di nava salên 1918 - 1923'yan de pêk hat
09:41 Ji ber peyvên 'Ciwan', 'Êrîş' û 'Gel' 15 salan ceza dixwazin
09:40 Wezîrê Karê Derve yê berê Yakiş: Operasyona li dijî Efrînê dê zirarek mezin bide
09:39 Malên Rus ên dîrokî tune dibin!
09:38 'Pêngava Amerîka û Îsraîl meşrû kirin'
09:37 Şahid: Zaroka zikê wê bi dara Çamê ve kutan