HDK: Pêdivî bi destpêkek nû û bi xurt heye 2017-12-18 14:14:22 ENQERE - HDK’ê encamnameya 8’emîn Civata Giştî bi raya gişti re parve kir. HDK'ê di encamnameyê de bertek nîşanî tecrîda li ser Ocalan tê meşandin da û ji bo bi dawî anina tecrîd û tundiya tê meşandin xwest têkoşîna hevpar pêş bixin. HDK'ê da zanîn ku teqez ne bêçare ne û wiha got: "Em dê li dijî faşizmê mil bidin hev û têbikoşin. Ji bo vê yekê pêdivî bi destpêkek nû û xurt heye." HDK’ê piştî duh li Enqere 8’emîn Civata Giştî pêk ani, encamname bi raya gişti re parve kir. Encamnameya HDK'ê wiha ye:    Hêzên hegemonîk ên kurewî dixwazin hemû nasnameyên civakî têxin nav pergala xwe û wan bihelîne. Li hemberî van tiştan gelên bindest, jin û hemû hêzên civakî bi berxwedanên dîrokî û berdêlên mezin pergalên xwe yên azad û demokratîk ava dikin. Jiyana alternatîf û lêgerîna pergalê ya li derveyî kapîtalîzmê wekî xeteke sêyemîn xwe ava dikin. Şoreşa Rojava ya ku bi berxwedanê hate kirin ji bo gel, jin û ciwanan qadên azad ava dike û rêya rizgariyê nîşanî gelan dide.   ‘AKP DI 7’Ê HEZÎRANÊ DE TÊK ÇÛ, DEST DANÎ SER ÎRADEYA AZAD’   AKP a ku bi têkoşîna hêzên demokrasiyê di 7’ê Hezîranê de têk çû, bi hêzên faşîst re tifaqek ava kir û qada siyaseta demokratîk tasfiye kir. Qeyyûm li ser şaredariyan peywirdar kir û hevserokên şaredariyan girt û dest danî ser îradeya gelan a azad. Bloka desthilatdariyê ya faşîst dixwaze faşîzmê li her zemîna civakê belav bike.   ‘AKP LI HUNDIR Û DERVE DI ŞER DE YE’   Bi pergala bekçîtiyê dixwaze kolanê teslîm bigire, bi sed hezaran kesan dike hêzên paramîlîter û li dijî berxwedanan amadekariyan dike. Bloga faşîst a ku li hundir van tiştan dike li derve jî li hemberî nirxên gelan ên wekî Rojava şer dike.   TECRÎD Û GIRTÎGEH   Di nav van şeran de tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan ne bi tenê li dijî kesekî ye. Ev tecrîd tê wateya tecrîda li ser gelan û lêgerîna jiyana bi hev re. Di heman demê de girtîgehên nû tên avakirin û bi ferzkirina cilên yektîp dixwaze îradeyê bişkînin. Wê girîng be ku mirov berxwedana li derve û ya girtîgehan bike yek.   ‘BERNAMEYEKE ŞÊNBER A TÊKOŞÎNÊ…’   Kongreya Gelan a Demokratîk bi lîstina rola xwe ya dîrokî divê pergala demokratîk û azadîxwaz ava bike. Ev tê wateya avakirina Komara Demokratîk. Komara Demokratîk bi konferansên demokrasiyê re, bi xebatên peymanên civakî û meclîsên gel ên demokratîk wê bibe bernameya têkoşînê ya şênber.   ‘EM Ê STÛYÊ XWE XWAR NEKIN!’   Wekî encam bi tevlêbûna bi sedan delegeyan, me Civata xwe ya Giştî ya 8’an bi coşeke mezin li dar xist. Hêzên ku êrîşî me dikin çiqasî xurt bin jî em ne neçar in. Wê hilweşandina faşîzmê bi destên me be. Dixwazin me bi tenê bihêlin, li hemberî vî tiştî divê em ligel hev bin û çareseriya xwe ava bikin. Li hemberî van tiştan gotina me gelekî zelal e;   Li hemberî faşîzmê yekîtî, bi komara demokratîk re ber bi azadiyê ve! Bi meclîsan re ber bi demokrasiyê, bi komara demokratîk re ber bi azadiyê ve!”   QUDUS PAYTEXTA JIYANA WEKHEV Û HEVPAR E   AKP dixwaze nirxên bawerî yên civakê îstismar bike û şovenîzmê pêk bînin, li ser vê desthilatdariya xwe berdewam bike. Herî dawî bi doza Zarrab re hemû nelêrêtî û bertêlê ku xwarine derketin holê, ji bo li ser van rezîliyên xwe binixumîni, mijarên Filistîn û Qudusê xistin rojevê. Divê ev polîtîkayên îstismarê yên AKP'ê bên teşhîrkirin. Divê HDK li gel têkoşîna azadiyê ya gelê Filistînê cihê xwe bigire û hebûna xwe bide nîşan. Qudusa ku ji bo misliman, cihû û xiristiyanan bajarekî pîroz e, divê nebe cihê şerê baweriyan, divê bibe cihê aştî, wekhevî û jiyana hevpar.   BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR   Lijneya me ya Giştî, aşkera kiriye ku ji bo li dijî hemû êrîşên faşîzan rawestin çêbibe, çareseriyê di hêza hevgirtî ya demokratîk de dibîne. Li gel vê divê berxwedana civakî bê mezinkirin û careke din bi hêzeke mezin dayne holê.   PEYWIRA MUXALEFETÊ ZÊDE BÛ   Di şertên faşîzmê de peywira HDK'ê û hêzên demokrasiyê zêde bûye. Ruxmê hemû êrîşên faşîzmê, civakê serî netewandiye, bertek û hêrsa civakê zêde bûye. Bingeh û derfetên têkoşîna muxalefeta demoratîk ji her demê zêdetir in. Dînamîkên muxalefeta demokratîk a li Tikriyeyê, nikare bi rêxistinên siyasî tenê ve bê sînorkirin û sînorê vê buhirandiye. Wekî ku refernaduma 16'ê Nîsanê jî da nîşan, beşeke zêde ya civakê li dijî rejîma otorîter derdikeve. Dema hêzên demokratîk peywira xwe bînin cih, dê ev hêz hêj zêdetir bibe. Bi vê zanebûnê, di pêşerojê de saziyên rêxistinkirî bingeha têkoşîna hevpar ava bikin, ji bingehê ber bi jor ve rêxistinkirina demokratîk ava bikin, li herêmê lez bide platformên demokratîk, eniyên demokrasiyê ji herêmê ber bi navendê ve bi rêxistinkirina wan, biryarên bingehîn ên Lijneya me ya Giştî ye. Ji bo vê dê HDK'ê li hemû herêman platformên demokrasiyê bi formên cuda rêxistinbûna wan ava bike, di nava hewldanên rêvekirin û piştgiriyê de têkoşîna xwe mezin bike."   Di dawiya encamnameyê de ev tişt hat gotin: "Dibe ku hêzên êrîşê me bikin bi hêz û mezin bin, lê teqes em ne bê çare ne. Heke faşîzm hilweşê em ê vê yekê pêk bînin. Ji bo vê pêwîstî bi destpêkek nû û bi hêz heye." Di danezanê de pênaseya Komara Demokratîk a bi hêz jî hat kirin.