ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê ya Şirnexê polîsan bi maşînê li zarokê 4 salî Umut O. qeliband û bi giranî birîndar kir.
Polîsan li Taxa Jêrîn a Navçeya Hezexê ya Şirnexê bi maşînê li zarokê 4 salî Umut O. qeliband. Duh piştî nîvro polîsan bi maşîna sivîl li zarokê 4 salî Umut O. li pêş malê dilîst qelibandin û bi giranî birîndar kirin. Umut O., ku di bin maşîneyê de ma, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Ji wir jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê kirin. Ji ber rewşa Umut O girane ji Cizîrê jî sewqî nexweşxaneyek taybet a Êlihê kirin.
Umut ê di bin venêrtina zêde de ye hêj talûkeya mirinê ji ser xwe navêtiye.