Polîsan li Hezexê zarokê 4 salî birîndar kir 2017-12-18 12:45:52   ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê ya Şirnexê polîsan bi maşînê li zarokê 4 salî Umut O. qeliband û bi giranî birîndar kir.    Polîsan li  Taxa Jêrîn a Navçeya Hezexê ya Şirnexê bi maşînê li zarokê 4 salî Umut O. qeliband. Duh piştî nîvro polîsan bi maşîna sivîl li zarokê 4 salî Umut O. li pêş malê dilîst qelibandin û bi giranî birîndar kirin. Umut O., ku di bin maşîneyê de ma, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Ji wir jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê kirin. Ji ber rewşa Umut O girane ji Cizîrê jî sewqî nexweşxaneyek taybet a Êlihê kirin.    Umut ê di bin venêrtina zêde de ye hêj talûkeya mirinê ji ser xwe navêtiye.