Şahid: Zaroka zikê wê bi dara Çamê ve kutan

  • rojane
  • 09:37 18 Kanûn 2017
  • |
img

MEREŞ – Şahidê Komkujiya Mereşê Seyit Ali Ozkan, diyar kir ku bavê wî li ber çavê wî hat kuştin wiha got: "Bavê min li ber çavê min hat kuştin. Jina ducanî kuştin. Zaroka wê ji zikê wê derxistin. Bi dara çamê ve kutan. Ez jî ji wê darê re dibêjin Çama qatîl. Ji derve hatin û êrîş kirin. Divê em êdî bibin yek." 

Di ser komkujiya li dijî elewiyên Mereşê ya 19'ê kanûna 1978'an re 39 sal derbas bûn. Lê hêj komkujî wekî îro di hiş û aqilan de zindî ye. Hêj berpirsiyarên komkujî û kujer nehatine cezakirin. Ser komkujiyê hat girtin û lepirsîn nehat kirin. Di hefteyekê de 150 kurdên elewî hatin kuştin. Hêzên girêdayî CIA û dewleta kûr bi destê nîjadperestan û hêzên Îslamiyên siyasî, li Mereşê li dijî Kurdên Elewî dest bi êrîşan kiribûn. Di 21'ê Kanûnê de 2 endamê Komeleya Piştevanî û Yekbûna Hemû Mamosteyan (TOB-DER) hatin kuştin û bûyer belav bûn. Di 22'ê Kanûnê de piştî êrîşa cenazeyan hat kirin bûyer sor bûn. Êrîşên giran ên li dijî Kurdên Elewî, heta 26'ê Kanûna 1978'an bê navber, hefteyekê dewam kirin. Li kolanên Mereşê nêçira kurdên elewî hatin kirin. Di çavderiya hêzên dewletê de 150 elewî hatin kuştin. Êrîşî mal û kargehên elewiyan kirin. Di êrîşan de, li gorî hejmarên fermî 111 kesan jiyana xwe ji dest dan. Lê tê gotin, 150 kes di vê komkujiyê de hatine kuştin. 552 xanî, 289 dikan û wesayît hatin şewitandin. Amadekarên Komkujiya Mereşê jî, weke 'sireke dewletê' hatin veşartin.
 
Piştî planên komkujiya li Mereşê ketin meriyetê û qirkirinê dest pê kir, ji sedî 80 ê bajêr hate koçberkirin. Ji sedî 70-80 ê nifûsa bajar ji Elewiyan pêk dihat. Komkujî mehek piştî danîna hîma Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) pêk hat. Bi vê komkujiyê re yekser peyam dan Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan. Piştî komkujiyê, Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Îrfan Ozaydin ji bo lêkolînkirina komkujiyê tîmekî taybet ava kir. Vî tîmî agahiyên girîng bi dest xist. Lê ev agahî weke 'sira dewletê' hate binavkirin û hate veşartin. Di rapora Dozgerê Komarê yê wê demê Dundar Saner de, agahiyên berfireh li ser plansaziya komkujiyê dihat dayîn. Vê yekê jî nîşan da ku komkujî bi çi rengî bi organîzeyî hatiye kirin. Lê belê ji ber helwesta 'sira dewletê' ser komkujiyê hat girtin û nehat ronîkirin.
 
EWIL RASTÎ ZILMA ÊRÎŞKARAN PIŞTRE RASTÎ ZILMA DEWLETÊ HATIN
 
Kurê Pîrê elewî Gijik Dede Seyit Alî Ozkan ku bû şahidê bûyerê çîroka komkujiyê vegot. Ozkan, anî ziman ku ewil rastî zilma êrîşkaran û pişre rastî zilma dewletê hatine û wiha got: "Êrîşkaran gotin 'Mizgeft ji destê me diçin' û dest bi êrîşan kirin. Wisa dikirin qerîn û êrîş dikirin. Tu kesî dest mizgeftan jî nedabû, lê disa mizget kirin hincet û êrîş kirin. Ji destpêkê heta dawiyê canên elewiyan şewitandin. “Zilm li me kirin em kuştin û em şikandin." 
 
BAVÊ MIN: EZ DÊ ÎŞEV BIMIRIM
 
Ozkan, anî ziman ku berî bûyer dest pê bikin alozî û rageşî pêş ketin û wiha got: "Bavê min Pîrê elewiyan Gijik Dede di bûyeran de hat kuştin. Êrîşkaran niqaşên ku çawa êrîş bikin dikirin. Di gotin 'em dê kahwexaneyê gulebaran bikin' Kesî guh nedida wan. 
Diyar bû ku dê bûyer derkeve. Bavê min berê çû goristanê cihê xwe amadekir. Digot ‘3 rojên min mane' Min digot bavo guh nede wan. Ev titê vala ne. Beriya roja bê kuştin got ‘Ez dê îşev bimirin'. Em li bendê bûn êrîşî kahweya navîn bikin, lê êrîşî kahweya jêrin kirin. Li ber avê min bavê min kuştin. Yên li kahweyê xwe avêtin pêş bavê min. Lê xelas nebû. Di cenazeyê bavê min Gijik Dede de  80 hezar kes kom bûn. Di dema bûyrê de ez ji ser hişê xwe çûbûm. Ez nekaribûm tev li merasima cenaze bibim." 
 
JI DERVE HATIN Û ÊRÎŞ KIRIN
 
Ozkan, anî ziman ku piştî Gijik Dede kuştin li taxan çend bûyer pêk hatin û wiha got: "Di bûyerean de 2 mamosteyên çepgir dema ji dibistanê derketin hatin kuştin. Piştî kuştina mamosteyan bûyer belav bû. Dozger cenazeyên mamosteyan dereng da. Dema me ji bo definkirina mamosteyan amadekari dikir, yên dervê Mereşê hatibûn jî ji bo êrîşî me bikin amadekari dikirin. Dema me hewl da cenazeyan defin bikin li tenişta Mizgefta Mezin bûyer derketin. Bi keviran êrîşî kesên beşdarî merasima cenaze bûn kirin. Em elewî paşve kişiyan taxan. Ji dervê Mereşê hatibûn. êrîşî me dikirin. Ji Mereş, Sêwas, Erziromê mirov hatibûn. 
 
DARA ÇAMÊ 
 
Ozkan, anî ziman ku dema çû krîva xwe bîne malê agahî jêre hat ku krîva wî hatiye kuştin û wiha got: "Dema kirêva min dihat mala me rastî êrîşê hat û hat kuştin. Du canî bû. Zaroka zikê wê ji zikê wê derxistin û bi dara Çamê ve kutan. Ez ji wê dara çamê re dibêjim dara Çam a Qatil. Her ku ez wê Çamê dibînim ez digirîm. Dibe ku zikê gelek jin perçe kiribûn û ew kuştibin. 
 
Ozkan, anî ziman ku piştî bûyeran ji bajarên derve alîkarî ji wan re hat û wiha berdewam kir: "Ji Amedê TIR'ek alîkarî ji mere hat. Lê destûr nedan ku ew alîkarî li me bêbelav kirin. Di serdema awarte de bi ser malên mexdûr de digirtin. Rayedarên dewletê çavê xwe ji vê bûyerê re girt. Li şûna êrîşkaran binçav bikin û bigirin zilm li me kirin. Ceza li me birîn. Yên çek li mala wan tune bû çek avêtin mala wan û wekî çek hebe nişan dan. Hurmet ji miriyên me re nişan nedan. Divê êdî hemû mirovên me bibin yek û tedbîrên xwe bigirin." 
 

Sernavên din

20/12/2017
15:08 Afîşên ku wêneyê Demîrtaş li ser bû kom kirin
15:07 Bersûcê kuştina Şûle Îdil: Li ser kaxizê heye pratîk tune
15:01 Jinên KESK’î: Butçeya 2018’an dijminê jina ye
14:58 Kaygusuz û Aktaş tehliye bûn
14:40 Guven: Em ê civaka azad ava bikin
14:19 'Êrîşî hemû qezencên jinan kirin'
14:15 'Leşker û polîsan çend kes kuştin û birîndar kirin?
13:52 KNK di 26-27 çile de Şêwra Neteweyî pêk tîne
13:34 Dadgehê afîşên 'perwerdeya zimanê dayikê' mafdar dît
13:10 Dozger di doza TIR’ên MÎT’ê 15 sal ceza xwest
12:57 2 sal şûnde doz vekirin
12:31 'Rastiya komkujiya Mereşê qebûl bikin’
12:28 9 kes li Gimgimê binçav kirin
12:10 Nêçirvan Barzani, YNK û PDK'ê daxuyanî dan
11:24 Leşkeran xwestin êrîşî parêzeran bikin
10:38 Doza Medenî Yildirim sibê ji nûve tê dîtin
10:26 Carlos Latuff: Min li Tirkiye xêz kiribûya ezê bihatima girtin
10:14 Gungor: Em ê peywira hekîman bi bîra wan bînin
09:32 205 roj in li ber xwe dide
09:31 'Komkujiya Mereşê bi profesyonelî amade kirin'
09:30 'AKP kadroyên xwe bi cih dike'
09:28 Ji kar hat avêtin lê dîsan dest ji direksiyonê berneda
09:27 20 sal in kincên herêmî didirû
09:27 Bilbilê zimanekî qedexekirî: Dengbêj Reso
09:26 Îdiaya 'Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Peyasê hatin lêkolînkirin'
09:25 'Malbat rastî tundiya gardiyan û leşkeran tên'
09:25 Destê girtî şikandin
09:22 Sansureke ku heta niha nehatiye dîtin: Name hat meqeskirin, tenê sê hevok man
09:21 Parêzer biryara negirtina polîsê kujerê Kurkut îtîraz kir
09:21 Hejmara duyem a fanzîna xwendekaran a bi navê 'Hawar'ê derket
09:20 Efserê ji Artêşa Azad reviya û tev li QSD'ê bû agahiyên girîng dan
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2017'AN
19/12/2017
22:51 Agahî ji Hevserokê Tevgera Azadiyê yê Silêmaniyê nayên wergirtin
21:09 Weşana NRT'ê hat rawestandin, xebatkarên wê hatin binçavkirin
19:50 Li Başurê Kurdistanê çalakiyên prostestokirinê: 6 kes hatin kuştin
16:36 Navenda YNK’ê ya Ranye şewitandin: 6 kes birîndar bûn
16:24 Bi dehan rêveberên HDP-DBP'ê hatin binçavkirin
15:18 Serlêdana perêzerên Ocalan dîsa hat redkirin
15:09 Hawirparêz: Şaredariyên Mêrsînê qadên şîn tune dikin
15:00 ‘Bê ceza mayîn îşkenceyê zêdetir dike’
14:50 Parastina kurdî weke belavkirina ramanê ya rêxistinê dît
14:31 406 roj in li Kolana Yuklesê ne, îro jî 6 kes binçav kirin
14:25 Gelê Başûr 2 rojin li qadan in
14:14 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
14:13 RSF: Tirkiye di aliyê rojnamegerên girtî de 5'emîn e
14:05 Baroya Rihayê: Dewlet ji mirina Murat Araç berpirsyar e
13:39 Endamê Koma Aştiyê Turgut: Dixwazin hemû girtîgehan veguherînin Îmraliyê
13:30 Garît: Ez di lêgerîna heqîqetê de me
13:20 ‘Fermana 73’an xwe ji hişmendiya Rejima Baas a 1975’an digire'
12:40 Berî 17 salan bi îşkence seqet hiştin, niha bê nan dihêlin
12:34 Rewşa Umutê biçûk ber bi başbûnê ve diçe
12:26 Beriya bê kuştin alîkarî xwest lê...
11:54 3 meh ceza dan hevseroka KCD'ê
11:38 Şêniyên Taxa Rezan li ser agir e: Hêviya me ji polîsan tune
11:37 'Hikumeta CHP'ê ji Komkujiya Mereşê re bêdeng ma’
11:05 Der barê rojnameger Guldem û Atlan de dest lêpirsine kirin
10:58 Hemû dewlemendiya Dêrsimê talan dikin
10:32 Polîs polîs kuşt
10:16 Qayûm tabelaya Navenda Çanda Elî Temel rakir
09:54 LaWjeyê Rûbaro ji nû ve vegot
09:52 Qeyûmê hemû berhemên wî rakirin
09:45 'Girîngiyê nadin senetkaran'
09:12 ‘'Em ê tevî civakê sûcên bi sansurê ser wan tê nixumandin bipirsin'
09:11 ‘Di serdemên bi vî rengî de rêzefîlm ji bo tevizandina civakê tên bikaranîn'
09:11 Ji ber ji bo komkujiya Mereşê 'qetlîam' hat gotin hat îadekirin
09:10 HDP'ê bernameya xwe ya konferansan a serdema nû aşkere kir
09:10 Hevberdevkên OHP'ê: Mekanîzmayên girtina otomatîk hene
09:10 Komkujiya Mereşê vegotin: Tangan temaşe kir, hesab ji mexdûran hat pirsîn
09:09 Pirtûka Hecî Nehsan ‘ciweyna’ derket: Gelo hibr westiya ye?
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2017'AN
18/12/2017
17:20 Li Silêmaniyê 8 kes birîndar bûn
16:33 Gelê Başûrê Kurdistanê li ser piyan e: Hikûmet îstifa bike
16:20 Zarokê polîsan bi giranî birîndar kir hêj nehatiye ser hişê xwe
16:13 Polîsan bi ser Buroya Hiqûqê ya Gelan de girt
16:08 Peyama wekîla Êzîdî ya bi kurdî kirin 'x'
15:46 ‘Kurdistan erdnîgariya gelê min lê dijiye’
15:45 Baroya Edeneyê: Dewlet berpirsiyarê kuştina Murat Araç e
15:44 Divê dewlet bi komkujiya Mereşê re hevrû bibe
15:17 Yildirim: Ji fikrên Birêz Ocalan ditirsin û tecrîdê kûr dikin
15:03 Ji bo 10 karkeran 10 pêşniyarname
14:43 Di roja 405'an de 3 kes hatin binçavkirin
14:43 Gelê Cerablûs û Babê li dijî êrîşên Tirkiye daketin kolanan
14:14 HDK: Pêdivî bi destpêkek nû û bi xurt heye
14:12 Wergêra ETHA Tolu û 5 kesên din hat berdan
13:36 2 jin bi destê mêr hatin kuştin
13:30 Eren Keskin: Kuştina Murat Araç ne bûyerek ji rêze ye
13:16 Gelê Herêma Federal a Kurdisanê îstîfaya hikûmetê xwest
13:06 Dozger xwest rojnameger Tolu bê berdan
12:45 Polîsan li Hezexê zarokê 4 salî birîndar kir
12:16 Bekîr Agirdir: Divê utopyayek nû û siyaseta vê bê hûnandin
11:38 12 hezar ton jahr li Tirkiye belav bû
11:02 Jin beriya roj hilê dest bi kar dikin
10:48 Hestiyên Xiristiyanan li holê hiştin!
10:43 Wezareta Dadê 50 hezar girtiyan bi koletî dixebitîne
10:34 Nivîskar Temel: Her tişt di nava salên 1918 - 1923'yan de pêk hat
09:41 Ji ber peyvên 'Ciwan', 'Êrîş' û 'Gel' 15 salan ceza dixwazin
09:40 Wezîrê Karê Derve yê berê Yakiş: Operasyona li dijî Efrînê dê zirarek mezin bide
09:39 Malên Rus ên dîrokî tune dibin!
09:38 'Pêngava Amerîka û Îsraîl meşrû kirin'
09:37 Şahid: Zaroka zikê wê bi dara Çamê ve kutan